Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

RJAK: Em bi şîara Jin, Jiyan, Azadî komployê têk bibin

Koordînasyona Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Edîtor: Nucan Serdoz
08/10/2022 - 15:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Em RJAK soz didin ku xewn û hêviyên Mamosta Şemal ku gihîştina azadî, demokrasî û edaletê ye pêk bînin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di destpêka daxuyaniyê de koordînasyonê diyar kir ku 24 sal bi ser komployê re derbas dibe û di serî de Emerîka û NATO, hemû hêzên komploger bi tundî şermezar kir û bang li hemû aştîxwaz, azadîxwaz û mirovatiyê kir ku li dijî komployê derkevin.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew komploya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye û hate gotin ku di 9’ê Cotmehê de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi tenê xistin Grava Îmraliyê û li wir bi tecrîdeke dermirovî re rû bi rû hat hiştin.

RJAK’ê her wiha destnîşan kir ku di demekê de gelê Kurd kirin armanca operasyonên siyasî û leşkerî û bi şêwazeke rasterast komkuj kirin û wiha pêde çû; “Ew 24 sal in ku ev siyaseta qirkirinê bêyî dudilî hatiye ferzkirin, di encama vê siyasetê de hevala me ya jin a şoreşger Nagihan Akarsel ku tevahiya jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiya jinên Kurd kiribû, di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT’a Tirk li ber mala xwe hat qetilkirin. Careke din em vê êrîşa hov şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê Kurd û malbata wê re dixwazin. Ew hêzên tarî yên di komployê de cih girtine, tawanbarê hemû cere êrîşên ku bi ser gelê Kurd û li dijî jinên Kurd tên kirin in û divê demildest dev ji wê xeletiya xwe ya dîrokî berdin û weke dayîna deynê mirovatî û gelê Kurd, demildest rêzdar Ocalan azad bikin.”

Di beşek din a daxuyaniya koordînasyona RJAK’ê de her wiha hat diyarkirin ku armanca ji wê komploya tarî ne tenê li dijî azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan e, belku li dijî projeya wî ya mezin a ji bo mirovatiyê ye ku li hemberî sîstema modernîteya sermayedarî alternatîfek e û jina azad û civaka azad di nava xwe de dihewîne. Di dewamê de jî hat gotin, “Di hewldana vê yekê de ne ku rêya xwe gihandina hemû mirovatî, bi taybetî jinan û gelê Kurd bigirin, ligel wê jî tê dîtin ku rêzdar Ocalan dîwarên Îmraliyê bi paradîgmaya azadîxwaziya demokratîk a jinan ku li girtîgeha Îmraliyê geş bû û bû îradeya jiyana azad a jinan, kedkaran û gelên bindest li hemû cîhanê.

Rêzdar Ocalan hemû nirxên mirovatiyê bi 3 peyvan (Jin, Jiyan, Azadî) kir yekedengiya mirovatiyê û ev pîroziya di wan 3 peyvan de dibe sedemê banga azadî û aştiyê. Rêzdar Ocalan li nav dîwarên Îmraliyê de dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî berz kir û ji ber wê jî îro li seranserê cîhan û Îranê û Rojhilat bi taybetî piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê, piştî belavbûna vê nûçeya nemirovî, bi milyonan deng bêyî ku guh bidin ka ew Kurd e, Fars an jî Ereb e, hemû jin û gelan daxwaza wekhevî, azadî û jiyana mirovî kiriye. Ev daxwazane jî daxwazên mirovî ne û tenê daxwazên jinên vî welatî nîne li Îran û Rojhilat; di heman demê de daxwaza hemû jinan a ji bo jiyana azad a gelan e. Îro Başûrê Kurdistanê bi piştevaniya komplogeran ve ji aliyê dewleta Tirk ve bihust bi bihust tê dagirkirin û xwezaya wê tê talankirin, çiyayên wê ku warên xwedavendan in bombebaran dike, zarokên wî gelî bi çekên kîmyewî tê bombebarankirin û ew rewşenbîrên pêşengiya vî gelî dikin, jinên şoreşger li naverasta kolanê tên terorkirin.”

Di daxuyaniyê de dewleta Tirk a dagirker weke berpirsê serke yê wan talankarî û qetilkirinan hat pênasekirin û hate gotin; “Hêzên komploger û hêzên navxweyî bi taybetî PDK ku hemû cure piştewaniya îstîxbaratê dabîn dike, ji ber ku di wan sûcan de şirîk in lewma li hemberî wî sûcî bêdeng in.”

RJAK’ê di daxuyaniya xwe de her wiha wek tevgera jinan bang li hevkarên navxweyî û hikumeta herêmê kir ku ji wê zêdetir li beramberî xak û gel hevkariyê nekin û xiyanetê li nirxên xwe yên netewî nekin.

Her wiha RJAK’ê da zanîn ku ew wek tevgera jinan li Başûrê Kurdistanê soz didin ku li dijî wan kiryarên ku berhemê hişmendiya zilamsalar in, bi gotina dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî hemû nirxên mirovatiyê biparêzin, heta komplo bi dawî dibe û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad dibe, ew ê dest ji xebatê bernedin.”

Di dawiyê de RJAK’ê bang li kesên xwe wek mirov, demokrat û welatparêz bi nav dikin kir û got, “Li dora dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li dijî hêzên komploger bibin yek û komployê têk bibin û têkoşîna li dijî faşîzmê berfireh bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Tîrêjên Rojê: Ji bo mezinbûna têkoşînê em bang li ciwan û jinên ciwan ve dikin tevlî me bibin

Nivîsa Pêş

Di 19 çalakiyên gerîla de 10 dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 5

Di 19 çalakiyên gerîla de 10 dagirker hatin ceza kirin

Ciwan û jinên ciwan ên Şengalê li dijî komploya navdewletî kona rûmetê vegirtin

Ciwan û jinên ciwan ên Şengalê li dijî komploya navdewletî kona rûmetê vegirtin

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.