Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Meclîsên Eyalet-Herêman -16

Edîtor: Nucan Serdoz
14/09/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 11 mins read
A A
Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Meclîsên Eyalet-Herêman -16
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bajarên din jî bi heman şêweyî xwe bi rêxistin dikin û hemû bajarên herêmê nûnerên xwe dişînin meclîsa herêmê. Em li gorî mînaka xwe berdewam bikin. Em Colemêrgê ji herêma Botanê bihesibînin. Meclîsa Azad a Colemêrgê nûnerên xwe dişîne meclîsa herêma Botanê. Bajarên herêma Botanê (wekî Şirnex, Sêrt…) jî wekî Colemêrgê ji gundan heya bajar rêxistinbûna xwe çêdikin û ji bo meclîsa eyeletherêmê nûnerên xwe dişînin. “Organa biryarê ya eyalet-herêman, Meclîsa eyalet-herêman e.

Hejmar û pêkhateya meclîsan li gor giraniya nifusê û rewşa rêxistinîbûnê tê destnîşankirin. Nîvî ji endamên meclîsa Eyalet-Herêman bi awayekî rasterast ji aliyê gelê li eyaletê dijî ve tê hilbijartin. Nîviyê din ê endaman jî li gor rewşa Meclîsa civaka azad a eyalet-herêmê û hebûnên ku konfederalîzmê ava dikin bi awayê kotayê tên destnîşankirin. Di sazûmana xebata xwe de pergala Kongra Gel û Meclîsa Gel bingeh digre. Meclîsa Eyelat-Herêman, ji girtina biryarên ku ji bo jiyan û têkoşîna demokratîk a eyaleta mijara gotinê pêwîst in, peywirdar e. Salê du caran dicive û heta rojeva xwe bi dawî bike civîn didome.

Meclîsa eyalet-herêmê rêveberiya eyalet-herêmê hildibijêre û xebatên wê yên salê dişopîne.Rêveberiya Eyalet-Herêman Organa pêkanînê ya bingehîn a eyalet-herêma mijara gotinê ye. Ji aliyê Meclîsa Eyalet-Hêreman ve tê hilbijartin. Ji hejmareke ku têrê bike ya endaman pêk tê. Biryarên desteyên bilind ên konfederalîzm û meclîsa eyalet-herêman di pratîkê de pêk tîne. Di derbarê meşandina xebatan de bi rêveberiya Civaka Demokratîk Ekolojîk re di nava têkiliyê de ye. Ji aliyê sê kesan ve tê kordînekirin. Li gor pergala Konseya Rêveber û taybetmendiyên qadê di nava xwe de pergala bûroyan pêş dixe.”(Peymana KCK’ê).

– Meclîsên Gel
Pişt re li gorî nifûs û rêxistinbûna parçeyê qasî ku têrê dike ji nûnerên gel îcar jî meclîsa gel a parçeyê tê avakirin. Em ji meclîsên parçeyan re dibêjin meclîsên gel. Mînak li Bakurê Kurdistanê KCD (Kongreya Civaka Demokratîk), li Rojavayê Kurdistanê jî Meclîsa Gel tê vê wateyê. Heman meclîs divê li parçeyên dîtir jî bê avakirin. Ev meclîs “Li parçeyê Kurdistanê yê ku mijara gotinê ye organa biryarê ya gel e. Li gorî mezinbûna parçeyê, zêdebahiya şêniyê û rewşa rêxistinbûyîna komunal, ew meclîs ji 100-250 endamên ku bi hilbijartina bi zagonê hatiye diyarkirin, pêk tê. Di rêxistinîbûna hûndirîn û pergala xebatê de pergala Kongra Gel bingeh digre.

Meclîsa Gel di parçeyê ku mijara gotinê de ji girtina biryarên ku ji bo têkoşîn û jiyana gel a demokratîk pêwîst in, peywirdar e. Nabe ku biryarên wê bi biryarên Kongra Gel re nakok bin, dema meclîsa parçeyekî biryaran digre berjewendiyên parçeyên din jî li ber çav digre. Proje, pêşnûme û zagonên ku sazkirîne ji Kongra Gel re dişîne û bi vî awayî bi berpirsiyariya beşdariya biryarbûna meclîsa neteweyî tevdigere. Civînên xwe yên salane û yên dema navîn çêdike û heta rojeva xwe temam bike dixebite. Meclîsa Gel, Dîwana Meclîsa Gel, rêveberiya civaka demokratîk ekolojîk hildibijêre û xebatên salane yên van desteyan kontrol dike. Desteya dadgeran a Desteya Îdarî-Dadî di pesendê re derbas dike.

Dîwana Meclîsa Gel, ji serokek û du cîgiran pêk tê. Di danişîna giştî ya Meclîsa Gel de bi awayê dengên giştî têne hilbijartin. Bi nûbûna Meclîsa Gel re Dîwan ji nû ve tê hilbijartin. Kesek li ser hev herî zêde du caran dikare ji Dîwana Meclîsa Gel re were hilbijartin. Dîwana Meclîsa Gel, xebatên meclîsê dimeşîne. Amadekariyên civîna meclîsê rêdixîne û bi rê ve dibe. Demên ku meclîs ne di civînê de be dîwana meclîsê û komîsyon, Meclîsa Gel temsîl dikin, di xebatên siyasî û dîplomatîk de roleke çalak dilîzin. Demên ku meclîs ne di civînê de be, zagon û rêziknameyên navbera du civînan, di civîna dema navberê de tên guftugokirin û dibin biryar. Meclîsa Gel, bi meclîsên eyalet-herêman re bi awayekî birêkûpêk dikeve nava têkiliyan. Pêşnûmeyên biryarê yên ji meclîsên jêr tên û projeyên wan digre û dike biryar. Rêveberiya Civaka Demokratîk-Ekolojîk Organa bingehîn a pêkanînê ya parçeyê mijara gotinê ya Kurdistanê ye. Ji aliyê Meclîsa Gel ve tê hilbijartin. Biryarên Kongra Gel, Meclîsa Gel û giştînameyên Desteya Rêveber pêk tîne.

Di derbarê xebatên xwe de bi awayekî birêkûpêk raporê pêşkêşî Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û civînên salane û yên dema navberê yên Meclisên Gel dike. Dema xebatên xwe dimeşîne bi Konseya Rêveber re bi awayekî birêkûpêk di nava danûstandina nêrîn û dîtinan de dibe. Rêveberiyên Civaka Demokratîk-Ekolojîk li gorî mezinbûna parçeyên Kurdistanê ji hejmarek endaman ku têra wî parçeyî bikin pêk tê. Ji 3-5 kesên ku an di nav xwe de hatine hilbijartin an jî ji nava Konseya Rêveber hatine peywirdarkirin tê kordînekirin. Kordînasyona parçeyan ji aliyê Serokatiya Konseya Rêveber ve tê pesendkirin. Li gorî rêjeya pêdiviya qadê komîte û rêxistina xebatan saz dike û xebatên xwe bi rê ve dibe.” Di sîstema konfederalîzma demokratîk de Ewrûpa û Yekîtiya Dewletên Serbixwe jî wek parçeyan tên destgirtin. Ev der li gorî şert û mercên xwe rêxistinbûna civakê pêş dixin. Ji xwe re rêxistinbûna parçeyê esas digirin. Di vir de jî tişta esas dîsa, aktîfbûn û birêveberina gel bi xwe ye.

  • Di sîstema KCK’ê de organên giştî
    Ji ber organên konfederalîzma demokratîk bi awayekî rêkûpêk di Peymana KCK’ê de hene, em ê vê beşê ji Peymana KCK’ê bigirin.

    1- Rêberiya Koma Civakên Kurdistanê
    Sazûmankar û Rêberê Koma Civakên Kurdistanê (Konfederalîzma Civaka Demokratîk a Kurdistan) Abdulah Ocalan e. Teorisyenê felsefîk, teorîk û stratejîk ê demokrasiya ku xwe dispêre ekolojiyê û azadiya zayendan e. Saziya Rêbertiyê ye ku di hemû qadan de nûnertiya gel dike. Polîtîkayên bingehîn ên ku di derbarê jiyana demokratîk û azad a gelê Kurdistanê de di ber çavan re derbas dike û di mijarên bingehîn de merciya biryarê yê dawî ye. Biryarên Civata Giştî ya Kongra Gel raçav dike ka li gorî xeta şoreşa demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî ne an na. Serokê Konseya Rêveber peywirdar dike. Di derbarê mijarên bingehîn de biryarên Konseya Rêveber erê dike.

    2- Meclîsa Gel a Kurdistanê – KONGRA GEL

    Meclîsa Gel a Kurdistanê, organa biryarê ya herî bilind a Koma Civakên Kurdistanê ye…

    a- Kongra Gel, ji 301 endamên ku ji aliyê gel ve li gorî rêjeya şêniyên parçeyên Kurdistanê û yên li derveyî
    welat ên hemwelatiyên KCK’ê û rewşa rêxistiniya komunal, di çarçoveya zagona hilbijartinê de du salan carekê hatine hilbijartin, ava dibe. Endamên Dîwana Dadê, Konseya Rêveber û Dîwana Serokatiyê ya Kongra Gel ku ji hêla meclîsê ve têne peywirdarkirin di nava hejmara giştî ya meclîsê de ne. Ji %40 kotaya zayendî tê pêkanîn…

    b- Kongra Gel bi beşdarbûna piraniya zêde (ji nîvî zêdetir) ya endamên hilbijartî, her sal di nîsanê de civîna xwe ya asayî pêktîne. Bi daxwaza Rêbertiyê yan jî Dîwana Serokatiya Kongrê yan Konseya Rêveber an jî bi daxwaziya ji 4’an 1’ê jimara tam a endaman dikare awarte jî bicive. Di halên pêwîst de bi biryara hevbeş a Konseya Rêveber û Dîwana Serokatiya Kongra Gel, herî zêde şeş mehan dikare were dereng xistin. Ji bo civînê Dîwana Serokatiyê bangî endamên Kongra Gelê dike.

    c- Kongra Gel, ji aliyê Dîwana Serokatiyê ve tê birêvebirin. Dîwana Serokatiyê ji Serokek û çar cîgiran pêktê.
    Serok, ji aliyê endamên Civata Giştî bi piraniya zêde (ji nivî zêdetir) tê hilbijatin. Cîgirên Serok jî ji nava endamên Civata Giştî bi dengê giştî têne hilbijartin. Di her nûbûna Civata Giştî de Dîwana Serokatiyê ji nû ve tê hilbijartin.

    d- Dîwana Serokatiyê ji vezaskirin, sererastkirin û meşandina xebatên Kongreya Gel berpirsiyar e. Amadekariyên kongreyê bi rê dixe û xebatên Kongrê bi rê ve dibe. Di demên ku Civata Giştî ne di nava civînan de be Kongra Gel temsîl dike, Dîwana Serokatiyê civînên Civatê yên demên navberê li dar dixe û komîsyonan kordîne dike. Di xebatên siyasi û dîplomatîk de roleke çalak dilîze. Endamên Dîwana Dadê ya Bilind û yên Desteya Hilbijartinê ya Bilind diyar dike û pêşkeşî Civata Giştî dike. Dadgerên Dadgeha Îdarî ya Dadî û
    Dadgeha Gel a Bilind peywîrdar dike. Dîwana Serokatiya Kongra Gel, bi meclîsên gel re têkiliyeke birêkûpêk ava dike, îtîrazên ku ji wan tên digihîne biryarê. Bi Meclîsên Gel re her dem di nava têkîliyeke bi rêkûpêk de ye û saziya wan dişopîne.

    e- Kongra Gel li gorî bingehê komîsyonan dixebite. Di demên ku Civata Giştî nacive de ji bo ku erk û peywirên xwe bi cih bînin, li gorî qadan komîsyonên timî yên weke Civakî, Siyasî, Bîrdozî, Dareyî (Maliye), Jin û Parastina Gel têne birêxistinkirin. Komîsyon ji endamên Kongra Gelê têne hilbijartin, ji pênc-sêzdeh endaman pêk tên. Ev komîsyon, proje û pêşnûmeyên biryarê yên ku ji Konseya Rêveber û saziyên têkîldar tên, dinirxîne û ji bo pêşkêşkirina Civata Giştî şêweyê dawiyê didê. Di derbarê hin mijaran de dikarin lêgerîn û lêkolînan bikin û projeyan amade bikin. Komîsyon dikarin di xebatên xwe de ji sazî û kesên pispor ên devreyî komîsyonan jî alîkariyê bistînin.

    f- Di demên ku Civata Giştî ne di nava civînê de ye de, di navbera her du Civatên Giştî de, zagon û rêzikname di civîna Civata Dema Navber a Kongra Gel ku ji Dîwana Serokatiyê û Komîsyonên Timî pêk tê de tên nîqaşkirin û dibin biryar.

    g- Kongra Gel; Dîwana Serokatiyê, Konseya Rêveber û Serokatiya wê hildibijêre. Dîwana Dadê ya Bilind û Desteya Hilbijartinê ya Bilind di erêkirinê re derbas dike. Kongra-Gel; xebatên Dîwana Serokatiyê û Konseya Rêveber li ser bingehê rêgezên demokratîk komunal-konfederal kontrol dike, belgeyên ku pêşkeş kirine lêkolîn dike û digihîne biryarê. Vê kontrolê bi riya mekanîzmayên di peyman û rêziknameya navxweyî ya Kongra Gel de bi cih tîne. Di derbarê pêşveçûn û têkoşîna demokratîk û azad a gelê Kurdistanê de hemû biryarên pêwîst digre. Plan û projeyan derdixe. Proje û biryarên ku Rêberê Koma Civakên Kurdistanê li ber ranebe misoger dibin. Ger mijarên ku li rastî îtîrazê hatî hebin ev di Kongra Gel de ji nû ve tên guftûgokirin.

    h- Kongra Gel, li ser navê KCK’ê dikare erêkirina peymanên bi saziyên navdewletî, navneteweyî û bi civak û
    komên cuda re hatine kirin, guftugo bike û bigihîne biryarê.

 

 

Dê berdewam bike…….

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 16

Nivîsa Pêş

Şehîd Sara bû pêşengê têkoşîna azadiya tevahî jinan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîd Sara bû pêşengê têkoşîna azadiya tevahî jinan

Şehîd Sara bû pêşengê têkoşîna azadiya tevahî jinan

Flîma ku li ser berxwedana Kobanê hatî çêkirin, wê di 20’ê Îlonê de bê nîşandan

Flîma ku li ser berxwedana Kobanê hatî çêkirin, wê di 20'ê Îlonê de bê nîşandan

Manşet

  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.