Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN: Di operasyona şoreşgerî ya li dijî dagirkeran de – 39 dagirker hatin ceza kirin

Gerîlayan di Operasyonên Şoreşgerî yên ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de 39 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Her wiha 2 radar, 2 çeper, 2 mobesse û cebilxane hatin rûxandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
07/08/2022 - 16:15
di nav Çalakî, Daxuyanî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 7 mins read
A A
LEZGÎN: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê dan – 3’ê dagirker hatin ceza kirin

SONY DSC

ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê ya ku temsîla îradeya gelê me yê bi xistina nava pençê qirkirinê xwestin ji dîrokê paqij bikin, bi Operasyonên Şoreşgerî çalakiyên xwe didomîne. Di encama çalakiyên hêzên me yên bi ruhê fedayî yê Apoyî de derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin. Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bi van çalakiyên bi bandor careke din îspat kir ku bi tîmên xwe yên bitevger û taktîkên şerê yên bin erdê re ber bi serkeftinê ve dimeşe. Gerîlayê me bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê bi şopandina şopa pêşengê me yê nemir û fermandarê mezin Egîd wê teqez serkeftinê ji gelê me yê bindest re bîne.”

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “Di encama çalakiyên ku hatine lidarxistin de; 39 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker jî birîndar bûn. 2 pergalên radarê, 2 çeper, 2 pergalên kamerayên mobesse û cebilxane hatin îmhakirin. 1 wesayîteke kepçe, 1 çepera çekê A4 û 1 çepera çekê BKC hatin derbkirin. Her wiha hêzên me bi ser dagirkeran de girtin û 20 kg teqemenî, 1 telefona destan, 3 şarjorên fîşekan ên G-3, 2 bombeyên destan, 1 êlegek gulenebir, 1 mertalê parastinê û gelek kelûpelên jiyanê desteser kirin.

Artêşa Tirk a dagirker 28 caran bi çekên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî, bombeyên dûmanê û yên destan êrîşî Qadên Berxwedanê kir; 9 caran bi balafirên şer; 18 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

6’ê Tebaxê saet di 08:40’an de dagirkerên ku xwestin bi wesayîtên kepçeyê êrîşî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, bi çekên ferdî û giran hedef hatin girtin. Di encama mudaxeleya hêzên me de 1 wesayîteke kepçe hate derbkirin.

6’ê Tebaxê saet di 10:40’an de dagirkerên ku xwestin bi bombeyên nukleerî yên taktîkî êrîşî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, bi çekên giran hatin derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereş de;

6’ê Tebaxê saet 08.30’an qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Kanî Masî ya girêdayî navçeya Amediye ya Dihokê bû hedefa hêzên me û bi çekên giran lê hat xistin. Di encama lêdanên tîmên me yên bitevger de; 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek, 2 pergalên radar û 1 pergala kameraya mobesse hatin rûxandin.

6’ê Tebaxê saet di 10:30’an de, dagirkerekî ku xwest sîstema kameraya mobesse li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi cih bike, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye gulebarankirin û cezakirin.

6’ê Tebaxê saet 15:30’an 4 dagirkerên ku xwestin bi teqemeniyan êrîşî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikin, bi taktîkên sabotajê 2 caran hatin derbkirin. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Hêzên me bang li dagirkerê birîndar kirin ku teslîm bibe. Leşkerê birîndar ê ku li ser banga hêzên me got “min rizgar bikin” ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da. Hêzên me mudaxeleya dagirkerên ku gule reşandin kirin û 1 dagirker ceza kirin. Di pevçûnên dijwar ên li wir qewimîn de hêzên me dest danîn ser 20 kg teqemenî, 1 telefona destan, 3 şarjorên fîşekan ên çeka ferdî ya G-3, 2 bombeyên destan, 1 êlegê gulenebir, 1 mertalê parastinê û gelek kelûpelên jiyanî.

6’ê Tebaxê saet di 17:40’an de tîmên me yên bitevger bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîla ji 3 baskan ve li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê; çeperên dagirkeran hedef girtin û bi awayekî bibandor li wan xistin. Çepera li vir hat hedefgirtin hate rûxandin û 4 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê; bi taktîka sûîqestê li dagirkerna hate xistin û 1 dagirker hat cezakirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê; cebilxaneyên dagirkeran hedef girtin û 3 dagirkerên li derdora cebilxaneyê hatin cezakirin. Ev cebilxane ku demeke dirêj şewitî, teqiya û bi temamî hate îmhakirin.

7’ê Tebaxê saet di 05:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Sîpan û Şehîd Gelhat ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, xistin bin kontrolê. Li dijî dagirkerên di bin kontrolê de Operasyona Şoreşgerî hatiye destpêkirin û ji 6 baskan ve li wan hatiye xistin. Baskê yekem ê operasyonê; bi çekên ferdî û bombeyên destan 5 dagirker hedef girtin û cezakirin. Baskê duyemîn ê operasyona; bi çekên ferdî û bombeyî 4 dagirker ceza kirin. Baskê sêyemîn ê operasyonê; bi bombeyên destan 3 dagirker ceza kirin. Baskê çaremîn ê operasyonê; bi çekên ferdî 3 dagirker ceza kirin, 4 dagirker birîndar kirin. Baskê pêncemîn ê operasyonê; bi taktîka sûîqestê 6 dagirker ceza kirin, dagirkerek jî birîndar kirin. Baskê şeşemîn ê operasyonê; bi bombeyên destan li dagirkeran dan û li wir 2 dagirker cezakirin.

Bi vê çalakiyê re hemwext, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdoxan bi cih bûne, bi çekên navîn ên otomatîk hatine hedefgirtin û gulebaran kirin. Di encama wan lêdanan de jî 1 dagirker hate cezakirin, 1 çepera A4 û 1 çepera BKC hate derbkirin. Di heman demê de 1 kamera mobeseyê ya ji aliyê dagirkeran ve hatibû danîn hate hedefgirtin û rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 6’ê Tebaxê saet 15:30’î de dagirkerên li Girê Şehîd Şahan bûn hedefa hêzên me yên YJA Starê. Hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di daxuyaniya me ya 5’ê Tebaxê de; Me agahiya ku di 2’ê Tebaxê de dagirkerên ku di navbera Girê Maymun û Girê Sînekê yên Şirnaxê de di nava tevgerê de bûn ji aliyê tîmên me yên YJA Starê ve bi taktîka sabotajê hatine derbkirin û di encamê de; wesayît bi temamî hatiye rûxandin, 8 dagirkerên di wesayîtê de hatine cezakirin û 3 dagirker birîndar bûne parve kiribû. Di encama lêkolîn û agahiyên me yên nû de; Ev agahî şaş hat dîtin. Hate zelalkirin ku di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne. Em vê agahiyê şaş rast dikin û lêborîna xwe ji gelê xwe û raya giştî dixwazin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî pêk anî;

Di 6’ê Tebaxê de tûnelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 6’ê Tebaxê de tûnelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 24 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî, bombeyên dûmanê û yên destan hatin bombekirin.

Di 6’ê Tebaxê de tûnelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara 2 caran bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî hatin bombekirin. Hat tesbîtkirin ku di van teqemeniyan de madeyên kîmyewî yên dijwar hene.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, obus, tank, helîkopter û balafirên şer kirî;

Di 6’ê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 9 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 6’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê û Werxelê 18 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 6’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Çemço bi dehan caran bi çekên giran, obus û tankan hatin bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kesên ku li Amedê di mêtîngê de hatibûn girtin hatin berdan

Nivîsa Pêş

Komîteya Ciwanan û Wezîşê li Teqayê perwerdeyên pîşeyî vekirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Komîteya Ciwanan û Wezîşê li Teqayê perwerdeyên pîşeyî vekirin

Komîteya Ciwanan û Wezîşê li Teqayê perwerdeyên pîşeyî vekirin

Ji milîsên HBDH’ê ên Mahsum Korkmaz çalakî

Ji milîsên HBDH'ê ên Mahsum Korkmaz çalakî

Manşet

  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.