Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Nasnameya sê gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûne hate eşkere kirin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir û got “Ji bo bicihanîna xeyalên ev hevrêyên me yên qehreman ên ku her yek ji wan milîtanên mînak ên Apoyî bûn, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
07/06/2022 - 12:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Nasnameya sê gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûne hate eşkere kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd bûne, ev daxuyanî da:

“Di 11’ê Sibata 2022’an de li qada Heftanînê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de, hevrêyên me Ronî, Mazlûm û Qendîl şehîd bûn. Ji bo bicihanîna xeyalên ev hevrêyên me yên qehreman ên ku her yek ji wan milîtanên mînak ên Apoyî bûn, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Ronî, Mazlûm û Qendîl di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Ronî Arbaba

Nav û paşnav: Zanyar Huseynî

Cihê jidayikbûnê: Bane

Navê dê û bav: Nazdam – Rahman

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Sibata 2022’an / Heftanîn

 

  Nasnav: Mazlûm Qamişlo

Nav û paşnav: Raman Şêxmûs

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Navê dê û bav: Salhe – Şêxmûs

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Sibata 2022’an / Heftanîn

 

  Nasnav: Qendîl Dilbirîn

Nav û paşnav: Şaban Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Navê dê û bav: Letîfa – Mûhammed

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Sibata 2022’an / Heftanîn

 

RONÎ ARBABA

Hevrêyê me Ronî li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Malbata hevrêyê me Ronî li Rojhilatê Kurdistanê malbateke welatparêz e. Wan bi qasî têkoşîna azadiya ya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê şopandine, têkoşînê gelê me yên li parçeyên din ên Kurdistanê jî şopandine, sînorên dijmin bêwate kirine. Fermandarê me yê mezin Simko Serhildan di serî de, hevrêyên me yên şehîd dema li her dera Kurdistanê gerîlatî kirine, vî tiştî bandoreke mezin li ser hevrêyê me Ronî kiriye. Wî jî xwestine Bakurê Kurdistanê di serî de li gelek qadên welatê me gerîlatiyê bike. Hevrê Ronî di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û piştî perwerdehiya pêşîn a gerîlatiyê derbasî qada Heftanînê bûye. Li qada Heftanînê bi kesayetiya xwe ya kedkar bal kişandiye û di her xebatê de bi tenê serkeftin ji bo xwe wekî pîvan diyar kiriye. Ji bo ku paradîgmaya ‘Demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze’ ya Rêbertî fêm bike û ketiye nav hewldan û têkoşîneke mezin. Dema ku partiya me PKK sînorên Kurdistanê derbas kiriye û veguheriye tevgereke enternasyonal, vî tiştî heyecana hevalê me Ronî zêdetir kiriye. Ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonael wî giranî daye ser perwerdehiyên leşkerî û ev perwerdehî bi serkeftî qedandiye. Hevrê Ronî di warê îdeolojîk û leşkerî de jî xwe bi pêş ve biriye û dîsa vegeriyaye qada Heftanînê. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Heftanînê kiriye, wî jî derbên giran li dijmin xistiye. Heval Ronî di nav tîmên gerîlayên gerok de cih girtiye û tarza şerê tîm a ku di perwerdehiyan de hîn bûye, bi awayekî serkeftî bi cih aniye. Ew tevlî gelek çalakiyên li hemberî dijmin bûye û bi cesareta xwe ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya moral û coş.

MAZLÛM QAMIŞLO

Hevrêyê me Mazlûm li Qamişloyê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat hay ji Kurdbûna xwe heye, ew girêdayî nirxên xwe yên civakî mezin bûye. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, wekî bi hezaran hevalên xwe tevlî nav refên şoreşê bûye û li hemberî çeteyan destkeftiyên gelê me parastine. Di dema şoreşê de wî firsend dîtiye ku Rêber Apo û tevgera me ji nêz ve nas bike û bawerî pê aniye ku bi felsefeya Rêbertiya me, ew dikare hesreta azadiyê ya gelê me pêk bîne. Heval Mazlûm di kûrkirina îdeolojiya Rêbertiya me de, ji xwe re wekî karekî sereke dîtiye û her dem hewl daye bibe kesayetekî di pîvanên Modernîteya Demokratîk de. Heval Mazlûm di sala 2017’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi moralekî mezin tevlî nav jiyana gerîla bûye. Bi kesayetiya xwe ya saf, dirust û fedakar, di nav hevalên xwe de hatiye hezkirin. Ji bo ku ji êrîşên dagirker ên dijmin re bibe bersiv û dijmin ji Kurdistanê biavêje, xwe di warê leşkerî de xurt kiriye. Ji bo ku taktîkên gerîlatiya serdema nû pêk bîne, wî xwe di her warî de perwerde kiriye û bûye gerîlayekî profesyonel û di sala 2020’an de derbasî qada Heftanînê bûye. Ew bi awayekî çalak tevlî çalakiyên li hemberî dijmin bûye û di van çalakiyan de de rola xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî pêk aniye.

QENDÎL DILBIRÎN

Hevrê Qendî li bajarê Reqayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û piştî ku DAÎŞ’ê dest danî ser Reqayê ew jî neçar ma tevî malbata xwe koç bike. Heval Qendîl biryar da ku li hemberî DAÎŞ’ê şer bike û li ser vî esasî tevlî xebatên ciwanan bûye. Ji bo ku bi sedan ciwanên Kurd û Ereb xwe rêxistin bikin, wî kedeke mezin daye. Heval Qendîl di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi awayekî xurt şer kiriye û piştî têkçûna çeteyan jî wî meşa xwe ya şoreşê domandiye. Piştî ku ji Kurdistan û her qada dinyayê bi hezaran kes ji bo parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî nav refên şoreşê bû, vî tiştî bandoreke mezin li ser wî çêkir. Wî jî biryar da xwe bide şoreşê û bibe şoreşgerekî profesyonel. Di sala 2018’an de piştî ku Efrîn hate dagirkirin, wî têkoşîna xwe xurttir kiriye û biryar daye tevlî nav refên gerîlayan bibe. Heval Qendîl di sala 2019’an de derbasî qada Heftanînê bûye û li vê qadê tevlî gelek çalakiyan bûye. Wî li vê qadê gelek tecrube stendiye. Bi saya vê tecrubeyê hewl daye bibe milîtanekî baş ê Rêbertî û li ser vî esaasî azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bîne. Hevrê Qendîl li qada Heftanînê di nav tîmên gerîlayên gerok de cih girtiye û heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên şoreşê maye û têkoşiyaye.

 

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Wanê 9 kes hatin girtin

Nivîsa Pêş

Serlêdan ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hate kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Serlêdan ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hate kirin

Serlêdan ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hate kirin

Amed Malazgirt: Wê dewleta Tirk li Zapê bişikê

Amed Malazgirt: Wê dewleta Tirk li Zapê bişikê

Manşet

  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”
  • Nasnameyên 2 Şehîdên YATˊê Hatin Ragihandin
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Hamburgê Bi Hezaran Kes Daketin Kolanan û Daxwaza Statuya Rojava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.