Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG: Helîkopterek hate xistin, 12 dagirker hatin cezakirin

Di encama van çalakiyan de helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin, droneyeke hate îmhakirin, 12 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û sîstemeke kamera ya mobesseyê hate îmhakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
29/05/2022 - 16:31
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG: Helîkopterek hate xistin, 12 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê, çalakiyên xwe yên bi ruhê fedaî yê Apoyî dewam dikin. Bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina salvegera 18’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê çalakiyên xurt hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin, droneyeke hate îmhakirin, 12 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û sîstemeke kamera ya mobesseyê hate îmhakirin. Her wiha hêzên me yên YJA Starê bi ruhekî mezin ê êrişê çûn ser cenazeyên dagirkeran, 2 çekên MPT, 2 rext, debanceyek û 2 şarjorên van debanceyan, telefonek, 2 qetên telefonê, 2 fener, 4 mayinên ji teqînê re amade, kamerayek li serî tê bicihkirin, çenteyekî leşkerî û malzemeyên jiyanî desteser kirin.”

Agahiyên berfireh ên çalakiyan wiha ne:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ;

28’ê Gulanê saet di navbera 08:00-14:40’î de li dijî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê bibarînin, 3 caran bi çekên ferdî, 2 caran bi çekên giran û 2 caran jî bi rêbaza sabotajê hêzên me çalakî lidar xistin. Di encama vê destwerdana xurt de dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

27’ê Gulanê saet di 08:00, 14:00 û 18:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkoptereke bi tîpa Skorsky xwest hêzên xwe li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Leşker deyne. Hêzên me yên YJA Starê derbên giran li helîkopterê dan û helîkoptera derb xwar hewl da xwe bigihîne qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê û kete nava Çemê Zê, li wir îmha bû.

28’ê Gulanê saet di 16:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, hêzên me li dagirkerên li derdora çeperên şer dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerên mayî jî di nava panîkê de li qadê belav bûn.

28’ê Gulanê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara droneyek ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate xistin.

28’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, 3 dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ve biçin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kontrolkirin û piştre bi sabotajê li wan hate xistin. Di encamê de dagirkerê ku hate cezakirin ji zinar kete xwarê. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkerên din xistin. Hêzên me çûn ser cenazeyên van dagirkeran û 2 çekên MPT, 2 rext, debanceyek, 2 şarjorên van debanceyan, telefonek, 2 qertên telefonê, 2 fener, 4 mayinên li ber teqînê, kamerayek datînin ser serî, çenteyekî leşkerî û malzemeyên jiyanî desteser kirin. Heman rojê saet di 16:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin xwe nêzî çeperên şer bikin, hêzên me bi çalakiyeke koordîneyî ji 3 baskan ve lê dan. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn. Dagirkerên ku piştî çalakiyê bi çekên giran bombe li qadê barandin, xwestin ji nû ve bi pêş ve biçin. Hêzên me careke din li dagirkrean dan û di encama vê çalakiya duyemîn a bi taktîka sabotajê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyên xurt ên hêzên me de ku bi ruhê êrişê yê bilind ê Apoyî hate lidarxistin 9 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha 2 çekên MPT, 2 rext, debanceyek û 2 şarjorên van debanceyan, telefonek, 2 qertên telefonê, 2 fener, 4 mayinên li ber teqînê, kamerayeke datîne ser serî, çenteyekî leşkerî û malzemeyên jiyanî hatin desteserkirin.

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

28’ê Gulanê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên li Şehîd Zemanî di nava liv û tevgerê de bûn, hêzên me bi çekên ferdî çalakî kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

25’ê Gulanê saet di 22:30’î de li Girê Koordîne sîstemeke kamera ya mobesse ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.

ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kirin;

28’ê Gulanê li herêma Zapê li qadên Şehîd Şahîn, Şehîd Berxwedan, Girê Şehîd Hewrê, Girê Cehennemê û Şikefta Birîndara 34 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombardûman hate kirin.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ Û BEJAHÎ

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin kirin:

28’ê Gulanê li herêma Zapê qadên Şehîd Şahîn, Kurojahro, Şehîd Harûn, Şehîd Tolhildan, Girê Cehennemê, Çiyareş, Şikefta Birîndara, Çemço, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê û Karker bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor bi obusan bi sedan carî û 27 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28’ê Gulanê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

28’ê Gulanê saet di 11:00 de li herêma Avaşînê Qada Berxwedanê ya Werxelê 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Rojhilatê Kurdistanê jineke 60 salî hate qetilkirin

Nivîsa Pêş

TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û xiyanetê, werin cenga azadiyê” li bajarê Dortmûndê starta Meşa Dirêj da

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û xiyanetê, werin cenga azadiyê” li bajarê Dortmûndê starta Meşa Dirêj da

TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û xiyanetê, werin cenga azadiyê” li bajarê Dortmûndê starta Meşa Dirêj da

Milîsên HBDH’ê li dijî çeteyên AKP’yî çalakî li darxistin

Milîsên HBDH’ê li dijî çeteyên AKP’yî çalakî li darxistin

Manşet

  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.