Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – HPG: 22 dagirker hatin cezakirin, 3 helîkopter hatin derbkirin

Di çalakiyên di çarçoveya pêngavê hatine kirin de, yek ji wan payebilind 22 dagirker hatin cezakirin, yek Skorsky û 2 helîkopterên êrişê hatin derbkirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
29/05/2022 - 12:08
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
LEZGÎN – HPG: 22 dagirker hatin cezakirin, 3 helîkopter hatin derbkirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş de hatin lidarxistin, ev agahî parve kir:

“Hêzên me li qadên berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî yên herêma Zapê, li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş kirin. Bi ruhê pêngava şoreşgerî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Di çalakiyên tîmên nîvtevgerî de ku bi ruhê fedaî yê Apoyî hatin lidarxistin, yek jê payebilind 22 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, derb li helîkoptereke bi tîpa Skorky û 2 helîkopterên êrişê hate xistin û cîhazeke jammer hate îmhakirin. Fermandara YJA Starê ya leheng hevrêya me Nalîn Firat ku pêşengî ji çalakiyên li qada berxwedanê ya Girê FM re kir û bi ruhê fedaî bi ser dijmin ve çû û derbên giran lê da, şehîd bû.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş wiha ne:

25’ê Gulanê hêzên me dest li helîkopteran werdan ên dixwestin bikevin qada berxwedanê ya Girê FM. Di vê destwerdanê de derb li 2 helîkopterên êrişê hate xistin. Saet di 00:00 de jî hêzên me li helîkoptereke bi tîpa Skorsky xistin ku dixwest dagirkeran li Girê FM deyne. Helîkoptera ku derba giran xwar, nekarî dagirkeran deyne û neçar ma ji qadê biçe.

26’ê Gulanê saet di 01:30’î de li dagirkerên li qada berxwedanê ya Girê FM hate xistin. Di vê çalakiyê de ku bi çekên ferdî û sûîqestê hate kirin 6 dagirker hatin cezakirin. Heman şevê li dijî dagirkerên dixwestin li qadê bi cih bibin, bi şêweyê sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

27’ê Gulanê saet di 17:00 de bi sûîqestê li dagirkerên li qada berxwedanê ya li Girê FM hate xistin. Di encamê de dagirkerê ku cîhaza jammer pê re bû hate cezakirin û cîhaza jammer jî hate îmhakirin.

27’ê Gulanê saet di 01:00 de li qada berxwedanê ya Girê FM, bi çalakiyeke koordîneyî ya gerîla derb li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya koordîneyî de ku bi rêbaza sûîqestê û çekên ferdî hate kirin yek jê payebilind 12 dagirker hatin cezakirin. Fermandara YJA Starê ya pêşeng hevrêyê me Nalîn Firfat ku bi ruhê êrişê yê bilind, bi wêrekiya mezin û fedaî bi ser dijmin ve çû û 12 dagirker ceza kir, di vê çalakiyê de şehîd bû.

FERMANDARA FEDAÎ Û WÊREK A YJA STARÊ

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Nalîn Firat a şehîd bû wiha ne:

 

Nasnav: Nalîn Firat
Nav paşnav: Maşallah Kaynak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hafîze-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Gulana 2022 / Zap

 

Hevrêya me Nalîn Firat li bajarê serhildan û berxwedanê ya Botanê li Cizîrê ji dayik bû. Li nava eşîra Harûnî û bi çanda welatparêziyê ya malbata xwe mezin bû. Siyaseta qirkirinê ya li ser gel û kiryarên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk dît, fêhm kir û mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet bi berpirsyariya dîrokî tevgeriya.

Destnîşan kir ku ji bo li Kurdistanê bibe ciwaneke Kurd a azad û bi rûmet divê têbikoşe. Li ser vê bingehê 3 salan karên ciwanan ên şoreşger kir. Bi kesayetiya xwe bi coş û çalak pêşengî ji ciwanan re kir. Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên sala 2015’an ku li ser bingeha konsepta qirkirina Kurdan meşand, tevlî nava refên gerîla bû. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi têkoşîna çekdarî dikare tolê ji dijminê qirker mêtinger hilîne û bi vî rengî jiyaneke azad dikare bê afirandin. Li herêma Metînayê dest bi gerîlatiyê kir û li Girê Hakkarî pratîk kir. Ji bo êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê rawestîne û faşîzma paşverû beralî bike berê xwe da Şengalê. Li vê derê tevlî gelek çalakiyan bû, cihê xwe di nava pêngavan de girt û bi wêrekiya xwe ya mezin bal kişand. Hevrêya me Nalîn gelek çek di pêvajoya şer de bi kar anî, bi vî rengî bû hosta û tecrûbeyên mezin wergirt. Piştî ku li Şengalê wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî, parastina çiyayê Şengalê yê pîroz û xelkê Şengalê radestî ewladên leheng ên civaka Êzidî YBŞ û YJŞ’ê kir û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li herêmên Garê, Metîna û Zapê karê pratîkî kir û biryar da ku bi rengê fedaî tevlî bibe. Li ser vê bingehê derbasî nava Hêzên Taybet bû û ji xwe re kir esas ku weke şopdara Zîlanan tevlî pêvajoyê bibe. Bi kesayetiya xwe ya dînamîk û bi moral ti carî bêçare nema, bi jîrbûna xwe û afirîneriya xwe ya pratîkî jî di nava jiyan û şer de bi rol rabû û bû fermandareke me ya dihate hezkirin. Weke fedaiyekê di nava her şert û mercî de rola xwe bi cih anî, wezîfeyên xwe pêk anî û sala 2022’an li dijî êrişên dijmin bi ruhê pêngavî bersiva pêwîst da. Li qada berxwedanê ya Girê FM pêşengî ji çalakiya lehengî re kir ku derbên xurt li dagirkeran hate xistin û di dema vî şerî de şehîd bû. Ji ber ku em xwedî lehengekek mîna hevrêya me Nalîn bûn, xwedî fermandareke bi vî rengî ya wêrek û fedaî ya YJA Starê bûn, em hevrêyên wê gelekî serbilind in. Em ê sekn, tevlîbûn, wêrekî û ruhê êrişê yê mezin ê fermandara xwe ya fedaî ji xwe re bikin mînak û soz didin ku armancên wê teqez pêk bînin. Em di wê baweriyê de ne ku di serî de ciwanên Botanê hemû jin û ciwanên Kurdistanê wê têkoşîna hevrêya me Nalîn ji xwe re bikin mînak û li ser vê bingehê tevlî pêvajoyê bibin. Di serî de malbata hêja ya welatparêz a hevrêya me, gelê Botanê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dêrsimê 20 xwendekarên ku hatibûn binçav kirin, ji wan 6 hatin berdan

Nivîsa Pêş

Li Enqereyê polîsan êrîş kirin, 7 kes hatin destgîrkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Enqereyê polîsan êrîş kirin, 7 kes hatin destgîrkirin

Li Enqereyê polîsan êrîş kirin, 7 kes hatin destgîrkirin

TCŞ û TêkoJIN, ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kirin

TCŞ û TêkoJIN, ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kirin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.