Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ciwanên Minbicê: Bi rihê berxwedana gerîla misoger emê bi serbikevin

Ciwanên Minbicê derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK'ê, yên li ser çiyayên Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
16/05/2022 - 21:23
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

MINBIC – Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê, yên hem li ser çiyayên Kurdistanê û hem jî li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, berteka ciwanan zêde bûye û li hember wê ciwanên her pêkhateyê di nava çalakiyan de ne û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de digirin.

Li ser vê esasê ciwanên Minbicê derbarê van êrîşan de nêrînên xwe anîn ser ziman û dan diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ewe ku ewlehî û xwaseriya herêmê xirab bike, û bi van tevahî êrîşan dixwaze zeîftiyên xwe veşêre û gotin; “Ev êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û malbata Barzanî ya xayîn re, li ser herêmê dike, dixwaze ewlehî û xwaseriya herêmê xirab bike, dixwaze gelê azadîxwaz qir bike. Em jî weke ciwanên şoreşger heya dawiyê li kêleka gerîla disekinin û emê li ber êrîşên ku rû didin bê deng nemînin. Emê heya nefesa xwe ya dawiyê jî di berxwedana xwe de israr bikin.”

“Emê li hember êrîşan tu carî bê deng nemînin”

‘Navê min Ebdulrihan Elcemîlê ye, ji bajarê Minbicê me, ez cihê xwe di rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê de digrim. Êrîşên dagirkeriyê yên ku ser gerîla tên meşandin, armanca wan şikadina îrade û manewiyatên me ye. Ev êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û malbata Barzanî ya xayîn re, li ser herêmê dike, dixwaze ewlehî û xwaseriya herêmê xirab bike, dixwaze gelê azadîxwaz qir bike. Em jî weke ciwanên şoreşger heya dawiyê li kêleka gerîla disekinin û emê li ber êrîşên ku rû didin bê deng nemînin. Emê heya nefesa xwe ya dawiyê jî di berxwedana xwe de israr bikin.’

“Berxwedana gerîla ji bo me mînak e”

‘Navê min Hisên Bekirî, ez cihê xwe di endamtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê de digrim. Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger berxwedana gerîla ji xwe re mînak digrin, emê bi vê berxwedanê faşîzmê hilweşînin. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbic û gundewarên wê ji bo berxwedana gerîla rêzeçalakiyên cuda li darbixin. Ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî jî xebatên me yên taybet hene. Di bajarê Minbicê û gundawarên wê de, emê semîneran derbarê vê mijarê de bidin û rihê berxwedanê ya gel û gerîla ve derbixin pêş. Em jî weke ciwanên şoreşger berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ku tu carî teslîm nabe her berxwe dide ji xwe re mînak digrin. Di van demê de dawiyê de ser bajarê Minbicê êrîşên dagirkeriyê hatin kirin. Em jî weke ciwanên şoreşger li hemberî wê emê bi riya komînan xebatên parastina cewherî bi pêşbixînin, ji bo ku em bajarê xwe biparêzin. Em jî weke ciwanên şoreşger amade ne ku, cihê xwe di berxwedana eniyan de bigrin. Emê bi her rê û rêbazê çalakiyan li darbixin heya ku em bigihêjin armancên xwe. Heman demê de heya ku em fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li her derê belav bikin. Emê bi berxwedana gerîla misoger bi serbikevin.’

“Emê bi têkoşîna xwe zeîftiya dewleta Tirk derbixînin holê”

‘Navê min Hedîl Hac e, ez cihê xwe di rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbicê û gundewarên wê de digrim. Em weke ciwanên şoreşger van êrîşên dagirkeriyê yên li ser çiyayên Kurdistanê şermezar dikin. Ger ku li hember van êrîşên dagirkeriyên yên ku hem li çiyayê Kurdistanê û hem jî li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê tên kirin, ciwan bertekên xwe nîşan nedin û nebin xwedî helwest tu kesî din nikare vê bike. Em weke ciwan bi têkoşîna xwe emê piştgiriya gerîla bikin. Deweta Tirk ya dagirker ji ber ku li çiya encam negirt, berê xwe da Rojava û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Destpêkê jî êrîşên xwe ji ser bajarê Minbic û Kobanê de destpêkir. Dewleta Tirk bi van êrîşan zeîftiya xwe nîşan dide, ji ber ku êdî dizane nikare xwe xilas bike. Em jî weke ciwanên şoreşger emê her têkoşîn û çalakiyên xwe berdewam bikin. Emê ji her pêkhateyê yekîtiya xwe ava bikin. Em li hember êrîşên dewleta Tirk bê deng namînin. Emê bi têkoşîn, berxwedan û çalakiyên xwe ve zeîftiya dewleta Tirk jê re nîşan bidin.’

“Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze îradeya gelê azad bin pêbike”

‘Navê min Ednan Xelîf ji bajarê Minbicê me. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê, van êrîşên dagirkeriyê yên ser Zap, Metîna û Avaşînê ve şermezar dikin. Êrîşên ku dewleta Tirk pê dixwaze tola xwe ji îradeya gelê azad bigre. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan, ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê de, serweriya xwe avabike, û bi hinceta ku dibêje ezê van deran bi ewle bikim. Lê em jî dizanin ku armanca wî ya rastî çiye, ew dixwaze herêmên stratejîk bixe bindestê xwe de, ne ku li ewlehiya bajêr digire. Dixwaze serweriya xwe ser van herêman çêbike, da ku demografiyayê herêmê biguherîne. Armanca wî ji van herêmên ku dagirkiriye jî eve. Dixwaze Li Minbicê û herêmên dîtire jî ku li herêmên dagirkirî kirî li wan jî bike. Li herêmên ku niha dagirkirî de alên xwe li ser dibistanan rakiriye.’

 

NC/ Baran Mawa

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Ekrem Ustak li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke girseyî hate definkiririn

Nivîsa Pêş

Li Helebê jinên ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Helebê jinên ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Li Helebê jinên ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Ciwanên Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo wê 3’ê rojan di nava çalakiyan de bin

Ciwanên Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya ser Rêber Apo wê 3'ê rojan di nava çalakiyan de bin

Manşet

  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.