Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – Dijmin nefesa dawî jiyan dike – Dîsa 20 dagirker hatin ceza kirin

Çalakiyên gerîlayên azadiyê bênavber didome. Di çalakiyan de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, çeperek û dronek hate îmhakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/04/2022 - 15:46
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
LEZGÎN – Dijmin nefesa dawî jiyan dike – Dîsa 20 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da diyar kirin ku, “Berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bênavber dewam dike. Hêzên me bi taktîkên gerîla yên serdema nû li qada şer bi bandor û afirîner şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin.”

Dewleta Tirk a faşîst ku li hemberî gerîlayên me yên ku bi ruhê Apoyî û fedayî her derê Kurdistanê vegerandî warê berxwedanê û li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke bê hempa didin meşandin. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk ya dagirker bi bi çekên Kîmyawî êrîşî gerîla dike. Tevî hemû hewldanên artêşa dagirker jî dîsa nikarin berxwedana gerîla ya bê hempa bişikînin. Li hember wê jî berxwedana gerîla ya bê hempa bi lêdana derbên giran li dijmin dewam dike.

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 23’ê Nîsanê hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dan. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 13.30 û 14.20’an de Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hatiye bomberdûmankirin. Dagirkeran saet di 15.20’an de dîsa bi teqemeniyan hewl dan êriş bikin. Hêzên me dora dagirkeran girtin û ji nêz ve li wan dan. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku di çalakiyên hêzên me de derbên giran xwarin êvarî dora Qada Berxwedanê bomberdûman kirine.

Di 26’ê Nîsanê de dagirkeran hewl dane darên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bibirin. Hêzên me li dagirkeran dan. Dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Di heman rojê de êvarî jî dema dagirkeran hewl dane dora çeperên Qada Berxwedanê bigirin bûne hedefa hêzên me.

LI HERÊMA ZAPÊ

Di 23’ê Nîsanê de saet di 03.00’an de dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve biçin. Hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran dan û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 25’ê Nîsanê de di dahnê nîvro de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Amargî ve biçin, hêzên me dora wan girtin, bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan dan. Di vê çalakiya YJA Starê de 3 dagirker hatin cezakirin û di heman demê de droneke li ser qadê digeriya jî hate xistin.

Di 25’ê Nîsanê de saet di 18.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 25’ê Nîsanê de saet di 18.00’an de dagirkerên ku xwestin li dora çeperên şer ên Girê Rûbar bi cih bibin, hêzên me bi çekên giran li wan dan. Di vê çalakiyê de bi xurtî li hedefan hate xistin. Di heman rojê de saet di 21.00-21.30’an de jî dema helîkopterên Skorsky xwestin leşkeran deynin qadê, hêzên me li helîkopteran dan û helîkopter neçar man vekişin.

Di 25’ê Nîsanê de saet di 16.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên dora Girê Mamreş a Qada Berxwedanê ya Kurojahro dan. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Di 25’ê Nîsanê de saet di 17.20’an de dagirkeran hewl dan li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiya hêzên me dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Di 26’ê Nîsanê de saet di 10.30 û 13.20’an de çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn û çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî 9 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bomberdûmankirin.

Di 26’ê Nîsanê de saet di 12.00’an de hêzên me ji du aliyan ve li dagirkerên dora çeperên şer ên Kevirêkun dan. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin. Di heman rojê de saet di 15.40’an de dagirker dema bi pêş ve diçûn, hêzên me bi sûîkastê li wan dan û dagirkerek hate cezakirin.

26’ê Nîsanê saet di 16:35’an de li qada berxwedanê ya Kurojahro li derdora Girê Şehîd Harûn hêzên me ji du baskan ve li çeper û hêzên dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

26’ê Nîsanê danê nîvro li derdora çeperên şer ên li Girê Ortê, Girê Şehîd Amargî û Girê Şemdîn, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di her sê çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

26’ê Nîsanê saet di 10.30 û 13:20’î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li derdora Girê Mamreş, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama herdu çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek birîndar bû.

26’ê Nîsanê serê sibehê li Girê Şehîd Cûdî, artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî bi çekên kîmyewî bombardûman li çeperên şer kir. Di navbera dagirkeran û hêzên me de yên hewl didin bi pêş ve biçin şerekî giran diqewime.

26’ê Nîsanê saet di navbera 10:30 û 11:00 de Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

26’ê Nîsanê saet di 09:00 û 10:30’î de li Hirorê dagirkerên li Qempa Mîlîtan bûn hedefa çalakiya hêzên me ya bi çekên giran. Di çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarikrin hate xistin.

BOMBARDÛMAN DEWAM DIKE

26’ê Nîsanê li herêma Metînayê, qada Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

23’ê Nîsanê li herêma Xakurkê qada Girê Şekîf 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

25’ê Nîsanê saet di navbera 13:00-15:00 de qada Werxelê ya herêma Avaşînê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

25’ê Nîsanê qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

26’ê Nîsanê saet di navbera 07:30-21:30 de qadên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê yên herêma Zapê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 27’ê Nîsanê qada Girê Cûdî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

26’ê Nîsanê saet di navbera 14:30-21:00 de li herêma Xakurkê qadên Girê Şehîd Hakî û derdora Çemê Lolanê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Awazê Çiya klîpekî nû ku berxwedana gerîla vedibêje parve kir

Nivîsa Pêş

Kewser Elî: Divê hemû ciwan û jinên ciwan ve cihê xwe li kêleka gerîla di şerê azadiyê de bigirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kewser Elî: Divê hemû ciwan û jinên ciwan ve cihê xwe li kêleka gerîla di şerê azadiyê de bigirin

Kewser Elî: Divê hemû ciwan û jinên ciwan ve cihê xwe li kêleka gerîla di şerê azadiyê de bigirin

13’yemîn Festîvala Hasan Kiziler a Ciwanan dê di 15’ê Gulanê de were li darxistin

13’yemîn Festîvala Hasan Kiziler a Ciwanan dê di 15'ê Gulanê de were li darxistin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Perspektîfa ku Rêber Apo ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.