Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – Artêşa faşîstan belav bû – 37 leşker dîsa hatin ceza kirin!

"Li ser bingeha Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de di çalakiyên hêzên me yên gerîla de ku bi performanseke bilind a şer hate lidarxistin bi giştî 37 dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
21/04/2022 - 12:12
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
LEZGÎN – Artêşa Tirk xwest ku li Şeladizê de êrîş bike lê HPG’ê pêşiya êrişê lê da: 2 dagirker dîsa…
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Li dijî êrişa dagirkeriyê ya berfireh a dewleta Tirk a li ser herêmên Avaşîn û Zapê, çalakiyên xurt ên hêzên me bênavber dewam dikin. Hêzên me yên gerîla di nava şerê çar rojên dawî de ji çekên giran heta bi taktîka sabotajê, ji sûîqestê heta bi serdegirtinê gelek taktîkên şer di nava hev de xistin meriyetê. Bi taybetî bi rêbaza şerê tîm ê gerîla li qadê belav bû û gelek caran pêşî li hewldana artêşa Tirk girtin ku dixwest dagirkeran li qadê deyne. Di şerê gerîla yê serdema nû de ev yek asteke girîng nîşan dide.

Li ser bingeha Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de di çalakiyên hêzên me yên gerîla de ku bi performanseke bilind a şer hate lidarxistin bi giştî 37 dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla wiha ne:

“LI HERÊMA ZAPÊ;

20’ê Nîsanê saet di 12:20’î de li Qada Berxwedanê ya Çiyareş, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran ku dixwestin ber bi Girê Rûbar ve biçin û bi çalakiya koordîneyî ya gerîla lê dan. Tîmên me yên gerîla yên bi tevger ên profesyonel, bi rêbaza lêdana baz di demeke kurt de dagirker tarûmar kirin. Di encama vê çalakiyê de ku ji nêz ve li dagirkeran hate xistin 13 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Hêzên me çûn ser cenazeyên 7 dagirkeran û bêyî ku windahiyekê bidin çalakî bi rengekî serketî temam kirin.

17’ê Nîsanê saet di 13:00 de dagirkeran hewl dan bi helîkopteran xwe li Qada Berxwedanê ya Çiyareş deynin, lê hêzên me bi xurtî lê dan. Bi destwerdana hêzên me re herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

17’ê Nîsanê bi şev dagirkeran xwestin bi helîkopteran xwe li qada Girê Cehennemê deyne û hêzên me dest li dagirkeran werdan. Di encama destwerdana xurt a hêzên me de dagirker neçar man xwe vekişînin.

18’ê Nîsanê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Çiyareş hêzên me bi rêbaza êriş û sûîqestê li çepereke ku 6 dagirker tê de bûn, xistin. Di vê çalakiya hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekeke BKC hatin îmhakirin. Heman rojê di çalakiyên hêzên me de 3 dagirkerên din hatin cezakirin.

19’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet di 21:40’î de û 20’ê Nîsanê saet di 04:20’î de bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran du caran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

19’ê Nîsanê saet di 13:00 û 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Çiyareş 2 caran bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

18’ê Nîsanê saet di 14:40 û 17:45’an de dagirkeran berê xwe dan Qada Berxwedanê ya Çiyareş, hêzên me jî du caran bi sabotajê li dagirkeran dan. Di encama van çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin. Êvara heman rojê careke din bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiyê de jî dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

19’ê Nîsanê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Werxelê hêzên me ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Di encama çalakiyê de dagirker neçar ma bi astekê xwe vekişînin.

19’ê Nîsanê li herêma Zapê qadên Şehîd Şahîn, Şikefta Birîndara, Çiyareş, Girê Rûbar, Şehîd Dunya, Girê Cehennem û Girê Rûbar ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi dehan carî bi obusan û bi balafirên şer jî 26 caran hatin bombekirin.

19 û 20’ê Nîsanê li herêma Zapê Girê Bihar, Girê FM û derdora gundê Sergelê 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 19’ê Nîsanê û 20’ê Nîsanê de li herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Girê Hakkarî û Golka ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û bi balafirên şer jî 13 caran hatin bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên Zapê şehîd bûn parvekir

Nivîsa Pêş

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdana parêzeran

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan serlêdana parêzeran

YPJ nasnameya 3 şervanên di êrişa dewleta Tirk ya li Kobanê de şehîd bibûn parvekir

YPJ nasnameya 3 şervanên di êrişa dewleta Tirk ya li Kobanê de şehîd bibûn parvekir

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.