Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şerîk: Bi bîranîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî ew e ku Şoreşa Rojava bê xurtkirin

"Divê em ji şehadeta Qazî Mihemed û hevrêyên wî encaman derxînin. Çawa ku têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê gelan azad bike, li Kurdistanê jî encamên ku ji şehadeta pêşengên damezrandina Komara Kurd a Mahabadê bêne derxistin wê destketiyên girîng bi xwe re bîne."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
01/04/2022 - 9:51
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Şerîk: PKK misogeriya paşeroja Kurdistanê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk ji ber salvegera şehadeta Qazî Mihemed û hevrêyên wî û Mahîr Çayan û hevrêyên wî nirxandin kir.

Cemal Şerîk bi bîr xist ku beriya 50 salî li Kizildereyê Mahîr Çayan û hevrêyên wî şehîd bûn û di şexsê wan de şehîdên şoreşê hemû bi rêzdarî bi bîr anî.

Şerîk anî ziman ku Mahîr Çayan û hevrêyên wî hem bi têkoşîna xwe hem jî bi şehadeta xwe temsîla têkoşîna şoreşê di şexsê xwe de kirin, di heman demê de bûn destpêka têkoşîna dema bê ya şoreşgerî.

Şerîk got, “Nabe ku mirov ji bo Kizildereyê bêje, dawî bû. Na, ew destpêk e. Bi gava Rêber Apo re Kizildere bû destpêk.”

Bi dewamî Cemal Şerîk ev nirxandin kir, “Mahîr Çayan û hevrêyên wî bi têkoşînê bersiv dan dema 12’ê Adarê, rêya têkoşînê ya li dijî dîktatoriya faşîst leşkerî nîşan dan, rastiya dijmin bi rengekî şênber raxist pêş çavan, rastiya dewletê bi çalakiya xwe nîşan dan. Bi pratîka xwe nîşan dan ku heta li dijî dewlet û desthilatdariyê têkoşîn neyê meşandin, encam bi dest nakeve. Çalakiya wan tê vê wateyê.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku Mahîr Çayan û hevrêyên wî rêya têkoşîna yekbûyî destnîşan kirin û got, “Eger li dijî darbeya leşkerî ya faşîst têkoşîneke bi vî rengî ya yekbûyî karîbûya bihata meşandin, îro em ê di nava şert û mercên gelekî cuda de bûna. Tirkiye û Kurdistan wê niha di pêvajoyeke gelekî cuda de bûna. Wê demê têkoşîna yekbûyî nekarî bê afirandin, ev yek jî bi kêrî darbeya faşîst leşkerî hat.”

Şerîk anî ziman ku pêngavên şoreşgerî, têkoşîna gerîla, têgihiştina civakî, destketiyên siyasî yênt evgera Apoyî îro li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tevgerên şoreşger destketiyên mezin afirandiye û wiha dewam kir, “Ev destketî dikare bi têkoşîneke yekbûyî hîn bêhtir bi pêş ve bê birin. Şert û mercên vê yekê hene. Esaswergirtina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya 12’ê Adarê wê têkoşînê bi pêş ve bibe. Ev yek wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye. Bersiva herî bi wate ya ji bo bîranîna Mahîr Çayan û hevrêyên wî re bê dayin ev e.”

‘DIVÊ EM ENCAMÊ JI ŞEHADETA QAZÎ MIHEMED DERXÎNIN’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi bîr xist ku 31’ê Adarê ji bo gelê Kurdistanê dîrokeke gelekî girîng e û got, “Di 31’ê Adara 1947’an de Serokkomarê Kurdistanê, Serokkomarê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevrêyên wî hatin darvekirin. Wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê em ji şehadeta Qazî Mihemed û hevrêyên wî encaman derxînin. Çawa ku têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê gelan azad bike, li Kurdistanê jî encamên ku ji şehadeta pêşengên damezrandina Komara Kurd a Mahabadê bêne derxistin wê destketiyên girîng bi xwe re bîne.

Çi ne ev encam? Komara Kurdistanê wê demê çawa ava bû, çawa hilweşiya? Encama ku em jê derxînin jî ew e ku xwe bispêre hêza xwe û azadiya xwe tenê bi vî rengî misoger bikin. Şert û mercên herêmî û navneteweyî dibe ku derfetan pêşkêş bikin, lê belê girîng e ku encamên rast jê bêne derxistin. Ev jî bi wî rengî dibe ku mirov xwe bike îrade û xwe bispêre hêza xwe. Di nava şert û mercên wê demê de komar ava bû, lê belê bi destwerdana ji derve hem komar hate hilweşandin hem jî pêşengên wê hatin qetilkirin. Wê demê divê mirov şert û mercan binirxînin û xwe bispêrin hêza xwe. Eger bibe hêza îradî hem zemînê xwegihandina armancê çêdibe, hem jî em ê karibin bikin ku hêzên navneteweyî jî helwesta xwe diyar bike. Eger ev nebe, destketî di nava kîjan şert û mercî de çêbû be, bi bidawîbûna wan şert û mercan re wê destketî jî biqedin.”

Cemal Şerîk got, “Em di sala 10’an a Şoreşa Rojava de ne. Destketiyên sala 10’emîn wê bibe nîşaneya şênber a vê yekê. Lewma dilsoziya bi bîranîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî ew e ku Şoreşa Rojava bê xurtkirin. Bi vê wesîleyê Qazî Mihemed û hevrêyên wî careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Nûda Karker û Xelîl Dax – Ziman û çalakiya çiyayên welat

Nivîsa Pêş

Dewleta faşîst cenazeyê şehîd radestê malbatê nake û malbatê tehdît dike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dewleta faşîst cenazeyê şehîd radestê malbatê nake û malbatê tehdît dike

Dewleta faşîst cenazeyê şehîd radestê malbatê nake û malbatê tehdît dike

Ji Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwez daxuyaniya xebata Hastagê

Ji Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwez daxuyaniya xebata Hastagê

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Şengalê Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Hogir Nûhat Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.