Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê 15’ê Nîsanê de dest bi êrişê dike

Tê gotin, artêşa Tirk wê bi hevkariya PDK'ê di 15'ê Nîsanê de dest bi êrişa li ser gerîlayên HPG'ê bike. Çavkaniyekî xwecihî ji ANF'ê re ragihand, piştî provokasyonên PDK'ê wê artêşa Tirk li herêma Kanîmasî dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
27/03/2022 - 10:10
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê 15’ê Nîsanê de dest bi êrişê dike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Ev demeke, hem medya Başûrê Kurdistanê hem jî çavkaniyên herêmî radigihînin ku artêşa Tirk bi beşdariya PDK’ê wê di demeke nêz de li dijî qadên gerîla dest bi êrişeke nû ya ji bo dagirkirinê bike. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê jî doh bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî hin agahiyên gihîştine ber destê wan, PDK amadekariyê dike ku hin çalakiyên provokatîf bike.

Çavkaniyekî xwecihî agahî da ANF’ê û piştrast kir ku rêveberiya PDK’ê û dewleta Tirk planeke hevpar amade kirine. Li gorî agahiyên vî çavkanî ku di nava hêzên PDK’ê de ye, di 15’ê Nîsana 2022’ê de li herêma Kanîmasî ya wîlayeta Duhokê, artêşa Tirk wê li dijî nuqteyên gerîlayên HPG’ê dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

‘JI BO ÊRIŞÊ WÊ SÊ PDK’Î YÊN PAYEBILIND BÊNE KUŞTIN’

Li gorî çavkanî, amadekarî hatiye kirin ku leşkerên Tirk karibin ji bo sê rojan bikevin vê qadê û bi dewamî hate gotin, “Di encama teqînekê de wê 3 efserên berpirsyar bêne kuştin. Ji van 3 kesan yek jê efserê parastinê ye ku li maseya PKK’ê dixebite, efserê duyemîn jî ji hêzên Zêrevan berpirsyar e.”

Çavkanî diyar kir ku ji bo vê provokasyonê, tîmek ji 15 kesan ku ji hêzên Zêrevan (Yekîneyên taybet ên PDK’ê) û Pêşmergeyên Roj pêk tê, li baregeha Binesalawê hatiye bicihkirin û got, “Tîmek bi rêya GPS’ê li heman cihî, tîmeke din jî bi berpirsyariya yekî ji îstîxbarata artêşa Tirk hatiye avakirin. Tîma duyemîn bi kincên sivîl ên şîrketa bi navê Lewen Asayîş tevdigere.”

Çavkanî destnîşan kir ku yekîneya hêzên Zêravan a ku ji bo êrişê hatiye amadekirin, di bin fermandariya Lorkan Mûtah ê ji Mûsilê de ye. Çavkanî îdîa kir ji bo zemîn ji êrişê re bê amadekirin ev plan hatiye danîn:

1- Kuştina hin pêşmergeyên PDK’ê

2- Teqandina lûleya petrolê ya ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê

3- Li wê herêmê teqandina wesayitekê ku sivîl tê de ne.

Bi vê yekê tê xwestin ku êrişa dagirkeriyê di nava gel û raya giştî de bê rewakirin, mafdar bê nîşandan.

‘ODEYA OPERASYONÊ WÊ BI PDK’Ê RE BÊ AVAKIRIN’

Li gorî heman çavkanî, dewleta Tirk ji bo êrişê ev amadekarî kiriye:

1- Qada şer û derdora wê ji hewayê ve bê kontrolkirin.

2- Ji hêzên PDK’ê re hin cûreyên teqemenî û cebilxaneyê bêne dayin.

3- Piştgiriya ji bo hêzên bejahî (tank û wesayitên din ên zirxî).

4- Ji bo agahî ji hêzên bejahî û hewayî re bê dayin, bi beşdariya PDK û yekîtiya artêşa Tirk li cihekî nêzî qada şer odeya operasyonê bê avakirin.

Heman çavkanî diyar kir ku yekîneyek ji hêzên Zêrevan û du yekîneyên ji Hêzên Tevgera Taybet a Gulan a kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzanî li sînorê Fişxabûrê hatine amadekirin û ev agahî parve kir: “Fermandarê hêzên Zêrevan Azîz Veysî bi fermandariya Lîwa komando ya Zêrvan, beşa îstîxbaratê ya Zêrevan, efserê operasyonê yê Zêrevan re civînek lidar xist. Ji bo diyarkirina nuqteyên ku operasyon lê bê kirin ferman hate dayin ku ‘li ser GPS’ê nexşeyê amade bikin’.

Çavkaniyê xwecihî diyar kir ku di qonaxa duyemîn a plana PDK-dewleta Tirk de tê xwestin ku ji bo birîna têkiliya navbera hêzên gerîla yên li herêmê, rêya bingehîn a Kanîmasî bê qutkirin. Çavkanî herî dawî ev îdîa kir: “Piştî ku rêya Kanîmasî kontrol kir, wê ji bo bidestxistina çiyayên Metînayê bikevin nava liv û tevgerê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Ji Mazlûman Heta Mahsûnan Destana Lehengiyê”

Nivîsa Pêş

HPG’ê 3 gerîlayên li Herekolê şehîd bûn bi bîr anî

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê 3 gerîlayên li Herekolê şehîd bûn bi bîr anî

HPG’ê 3 gerîlayên li Herekolê şehîd bûn bi bîr anî

Bûyer dîsa tecawiz e, kiryar dîsa cerdevanê ku xizmetkarê dewletê ye, AKP dîsa parêzger e

Bûyer dîsa tecawiz e, kiryar dîsa cerdevanê ku xizmetkarê dewletê ye, AKP dîsa parêzger e

Manşet

  • Bi Pêşengiya Ciwanên Dem Li Wanê Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava
  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.