Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Agahî tên ku PDK’ê ji bo şer amadekariyan dike

Bi vê wesîleyê em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin. Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xerab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikinku divê PDK tevlî vê plana qirêj nebe.”

Edîtor: Nucan Serdoz
26/03/2022 - 10:58
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Agahî tên ku PDK’ê ji bo şer amadekariyan dike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – KCK’ê diyar kir agahî ji wan re hatiye ku wê bi beşdariya PDK’ê dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê êrişa dagirker bide destpêkirin û got “Divê PDK tevlî vê vê dagirkeriya qirêj nebe. Ji ber ku ev dagirkerî wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê plansaziya dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dike daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di Newrozê de Bakurê Kurdistanê di serî de li her parçeyên welatê me û li derveyî welat bi milyonan kes daketin qadên azadiyê. Gelê me girêdayîbûna xwe ya bi Rêber Apo diyar kirin û li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê jî peyamên berxwedan û têkoşînê dan. Newroza 2022’an diyar dike ku têkoşîna azadiyê ya ku 50 sal in didome, rastiya gel a berxwedêr, azadîxwaz û di her şertan de girêdayî nirxên xwe ava kiriye. Îro dema ku gelê me bi awayekî bi heybet Newrozê pêşwazî dike, ev tişt bandorê li ser dinyayê jî dike. Ji aliyê din ve jî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li hemberî têkoşîna bi heybet a gelê me tehamula wê tune, di rojên dawîn de derketiye holê ku biryar daye qetlîamên nû bike û tevgerên dagirker bide destpêkirin.

PDK BÛYE ASTENG KU TC TÊK BIÇE

Dewleta Tirk a faşîst ji sala 1982’an û vir ve li hemberî tevgera me operasyonên leşkerî dike, di bihara 2021’an de jî Garê di serî de li ser Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Li hemberî vê tevgera dagirker hêzên me yên gerîla bi berdêlên giran berxwedanek nîşan dan û heta dereceyeke mezin planên dijmin pûç kir. Gerîla li Garê, Werxelê, Mamreşo, Zendûra û Girê Sor qehremaniyeke mezin nîşan da. Şehîdên me heta kêlîka dawîn li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi qehremanî li ber xwe dan lê PDK’ê piştgirî dida dewleta Tirk. PDK’ê di vê serdemê de agahî dida dewleta Tirk û bi provokasyonên li hemberî qadên gerîlayan, li pêşiya têkçûna dewleta Tirk bûye astengiyeke mezin.

AGAHÎ TÊN KU PDK JI BO ŞER AMADEKARIYAN DIKE

Di sala nû ya têkoşînê de di nav çapemeniya Başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin ku wê dewleta Tirk dest bi tevgereke dagirker bike û ji bo vê bi PDK’ê re li hev kirine û plansaziyeke hevpar çêkirin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de PDK wê îsal yekser tevlî tevgera dagirker bibe û tê diyarkirin wê pêşmergeyan li hemberî gerîlayan têxin şer. Me bi wesîleyên cihê ev agahî li raya giştî belav kir. Lê ligel van tiştan jî tê nîqaşkirin ku PDK’ê dev ji tevlêbûna operasyona dagirker bernedaye û ji bo şer amadekariyan dike.

JI BO MEŞRÛ BIKE HINEK ÇALAKIYÊN PROVOKATÎF DIKE

Li gorî agahiyên di çapemeniyê de derdikeve û gihiştine me, ji bo PDK karibe bi awayekî çalak tevlî operasyona dagirker a dewleta Tirk bibe û vê tevlêbûnê meşrû bike, wê hinek çalakiyên provokatîf bike. Li gorî vî tiştî wekî planeke şerê taybet wê bi nûçeyên derew raya giştî ya Kurdan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê sor bike. Heke ev jî bi ser nekeve, wê pêşmerger hinek êrişên ku xisarê bide gelê Başûr bike û wê van êrişan têxin stûyê gerîlayan. Hinek malperên provokator ên girêdayî PDK’ê, ji niha ve ji bo zemîna van êrişan amade dike û dixwaze van tiştan meşrû bike. Di çapemeniyê jî derket holê ku qadên ku 20 sal in di bin kontrola gerîlayan de ye, di rojên dawîn de hêzên taybet ên PDK’ê bi çekên giran xwe li wir bi cih dilin. Ev gaveke gelekî xetere ye û xizmeta armanca dagirkeriya dewleta Tirk dike.

WÊ EV TIŞT JI BO GELÊ ME Û WELATÊ ME RÊ LI BER BOBELATAN VEKE

Em wekî berê dîsa bang dikin ku divê PDK tevlî vî şerê qirêj ê dagirker û planên faşîzma AKP û MHP’ê nebe. Heke PDK xwe bide kêleka hêzên dagirker ên dewleta Tirk û li hemberî gerîla şer bike wê ev tişt were wateya ku derbên giran li destkeftiyên demokratîk ên neteweyî yên gelê me û Kurdistanê were xistin. Heke PDK tevlî dewleta Tirk êrişî qadên gerîlayan bike ev tişt tê wateya êrişa li ser statuya Başûr û destkeftiyên wê. Divê PDK tevlî vê plana dagirker nebe. Ev plan wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.

Bi vê wesîleyê em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin. Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xerab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikinku divê PDK tevlî vê plana qirêj nebe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NPG: Şûrê misogerkirina azadiya rêhevalê me Egîd ji her demê xurtir e

Nivîsa Pêş

li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

Çalakiyên Hefteya Qehremaniyê – 3 dagirker hatin ceza kirin û 2 jî birîndar bûn

Çalakiyên Hefteya Qehremaniyê - 3 dagirker hatin ceza kirin û 2 jî birîndar bûn

Manşet

  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.