Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

RÊBER APO RE JIYAN BIKE, KURDISTANÊ AZAD BIKE

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/03/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
RÊBER APO RE JIYAN BIKE, KURDISTANÊ AZAD BIKE
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Wek tê zanebûn em di serdema 23. salvegera komploya navnetewî de ne. Armanca komploya navnetewî di kesayeta Rêber APO de Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tûne kirine. Bîst û sê sale Rêber APO warê fîzîkî ji me qûtkirine. Di nava girava Îmraliyê de bin tecrîteke giran de tê ragirtin. Di bin wê tecrît û îşkenceya giran de fîzîka normal mirovekî ne mûmkûne ewqas li berxwe bide. Lê Rêber APO bi bîr û baweriyeke mezin, bi vîneke pola li hemberî êrîşên komplogeran berxwedanek behempa ya dîrokî dide meşandin. Rêber APO tenê komplo vala dernexist, di heman deme de li hember komlogeran şoreşa `MODERNİTEYA DEMOKRATİK` pêşxist. Ev fikr û ramanên Rêber APO di roja me de ji bo hemû mirovatiyê li hember netewperestiya pergala kapîtalîst bû hêvî û vîna alternatîf û pergala xelas buyînê.

Hemû hêzên emperyalîst hember tevgera me ya azadiyê bûn yek di 9`ê Cotmeha 1998’an de û komploya navnetewî li hember Rêber APO pêşxistin. Di 15 ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên komploger Rêber APO dîl hat girtin. Rêber APO got `Dostên sexte, rêhevaltiya kêm bû sedema esareta min’. Roja ku komplo pêşket heya niha di serî de Rêber APO, tevgera me û gelê Kurdistanê li dijî komplogeran tekoşîneke bêhempa didin meşandin. Li hember komploya navnetewî bi şiyara `Hûn nikarin roja me tarî bikin’ dehan heval û welatparêzên Kurdîstanê çalakiyên fedaî kirin. Şehîdên komployê yê yekemîn Sema Yüce, Halît Oral heyanî Vîyan Soran’an li hember komployê her tim seknekî milîtanên APOYÎ yê fedaî pêşxistin. Li dora Rêber APO bûn xeleka agir û Rêber APO parastin. Em wan şehîdên xwe yên bi rûmet bi birtînin, ew soza serkeftinê ku me dabû Rêber APO û şehîdên xwe yên birûmet bi vê wesîlê dûbare dikin.

Li hember komployê di sêrî de tekoşîn û berxwedana Rêber APO, tevgera azadiyê û gelê Kurdistanê bi vîn û baweriyeke mezin didome. Gerîlayê Azadîya Kurdistanê wek fedaiyê Rêber APO li hember komplogeran taktîk û rêbazên tarzê serdemê şerekî dîrokî didin meşandin. Tekoşîna me ya sala 2020’an ya Lehengên APOYİ yê Siyanê, Zendûra, Mamreşo, Werxelê mînakên vê ne. Lê mixabin roja me de komplo hîn didome. Ev rewş eşkere dide xuyakirin ku me erkên xwe yê komplo binxistinê hîn bicîh neanîne. Eşkereye ku tekoşîna em didin meşandin tenê têrê nake ku em komployê bi temamî ji holê rabikin.

Em wek mîlîtanên APOYÎ; rast analîzkirin û dîtina kêmahî û xetayên xwe wê ji me re bibe çeka herî bibandor a li hember komplogeran. Rêber APO ji bo me rexneya `Rêhevaltiya kêm, kesayeta birîndar` kir. Bi eşkere xuyaye ku hetanî em di xwe de hevaltiya kêm û kesayeta birîndar xelas nekin komplo wê her bidome. Divê em vê heqîqetê rast fêm bikin. Bêgûman wek Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di pisporiya şerê serdemê de astekî me heye. Ev heqîqeteke û tiştekî pir başe. Li kêleka vê tekoşîn û sekna me ya bîrdozî û rêxistinî de lewaziyên pir cidî û berbiçav hene. Esas ya komployê li ser piya digire ew lewaziyên me ne. Rêber APO dahûrandinên xwe yên borî de ev pirsgirêka me, wek pirsgirêka partîbûyînê dinirxand. Ji bo wê jî Rêber APO got `Partîbûyînê di xwe de ava bikin serkeftinê mîsoger bikin.` Divê em ji bîrnekin ku rihê mîlîtanên APOYÎ partîbûyîn e. Bê partîbûyin di tekoşînê de serkeftin ne pêkan e. Di tekoşîna şoreşgerî de li cîhêkî de erzan windakirin hebe eşkereye ku wê derê partîbûyîn nîne. Hemû hêza me ya şoreşgerî di partîbûyînê de ye. Partîbûyin di cewherê xwe de rast tevlî xeta Rêber APO bûyine.

Di gelemperî de tevlîbûna me xeta Rêber APO li ser esasê hestiyariyê ye. Zêde aliyê bîrdozî û ilmî dernakeve pêş. Hêza çareseriyê dernakeve pêş. Di pratîkê de tarzêkî bêplan derdikeve pêş. Ew rewş me dibe felsefeya mirinê. Çawa ezê şer bikim, şehît bikevim tarzê me de hakîme. Di tarzê Rêber APO yê şer de `Çawa ezê tarzê zaferê ve şer ser bixim` hakîme. Di van milan de navbera me û Rêber APO de ferq heye. Rêber APO gotibû `Di navbera min û we de meqes vedibe’. Ew meqesa Rêber APO dibêje, di cewherê xwe de tevlînebûyîna me ya xeta Rêber APO ye. Xwe negîhandina uslûp, tarz û tempoya Rêber APO ye.

Divê wek milîtanê Rêber APO em vê heqîqetê qet û qet jibîr nekin. Kesayeta birîndar û rêhevaltiya kêm li pêşiya serkeftina şoreşa Kurdistanê astenge. Şoreşgertiya nîv, pêşiya tarzê zaferê girtiye. Ger xwe xapandina milîtan nebe, xwe ji şoreşgertiya nîv xelaskirin ewqasî jî ne zehmete. Wek Rêber APO gotiye “Tenê bila kêmekî aqil, wîjdan, û ar hebe.’’ Di bûyîna mîlîtane heqîqetê yê zaferê de xêncî me tu kes pêşîya me asteng nabe. Partiya me bi şiyara “Bîst û çar saet bi Rêber APO re jiyan kirin’’ wek erkê demê ji bo me diyar kir. Milîtanekî bîst û çar saet Rêber APO jiyan bike ewqas xetayê erzan windakirin û mirinê nake. Rêber APO jiyankirin, beriya her tiştî zanebûnekî exlaqî û polîtîk ji me dixwaze. Tevlîbûyîna me ya Rêber APO jiber ku zêdetirî xwe hestiyariye, di tarzê me yê tekoşîn û jiyanê de kêmasî derdikeve.

Emê ji ku derê de destpê bikin? Ger pirsekî wisa bê pirskirin, Rêber APO got “Bi hestê xwe polîtîk kirinê ve destpêbikin.’’ Hestên Rêber APO polîtîk û civakî ne. Rêber APO jiyankirin hest, fikir û ramanên Rêber APO di tekoşîn û jiyana xwe de dayîna jiyankirine. Rêber APO ji bo bê jiyankirin; rêxistin û milîtanê rêxistinê avakir. Ger milîtan di rastîya tekoşîna xwe de angorî rêgez û pîvanên Rêber APO jîyan neke, ev yek tê wateya înkarkirina Rêber APO. Her hevalek divê ku em bi cesaret xwe pirs bikin “Ez çiqasî Rêber APO jiyan dikim?’’ Ger em vê pirsê rast û bi cesaret bibersivînin tekoşîna me ya li hember komployê jî, yê sererast û bêhempa be. Angorî pîvanên şoreşgerî xwe bi cesaret lêpirsîn kirin karê mîlîtanên APOYİ ye.

Şiyara me ya serdemê ya milîtanên APOYİ ewe ku “Rêber APO di tarzê jiyan û tekoşîna xwe de jiyan bike, Kurdistanê azad bike.’’

Gelê Kurd û dostên gelê Kurd yên li Kurdistanê û dervayî Kurdistanê li hember komployê bênavber, di nava serhildan û çalakiyan de ne. Bi milyonan gelê serhildêr tim û tim li ser piyane û daxwaza azadiya Rêber APO dikin. Em serhildana gelê xwe ya bi rumet silav dikin.

Li hember komploya navnetewî ji gotinê zidetir sekna herî bi rûmet çalakbûyîn e. Wek hamleya partiya me ya “DEM DEMA AZADİYA RÊBER APO YE!’’ Emê bi ruhê hamleya partiya xwe ve di vê serdema dîrokî de li hember komplogeran tekoşîna azadiyê bilind bikin, faşîzmê têk bibin û Rêber APO azad bikin.

Sond û peymana me ye, heta ku azadiya Rêber APO, Kurd û Kurdistan misoger nebe jiyan li me heram e.

Bi hêviya Kurdistana azad, Rêbertiya azad…

Birîndar bûm dîrokê de îro

Destê rêhevaltiya kêm û dostên sexte de

Rastîya gelê xwe yê hêjar de

Heye min aliyek

Êş e, jan e, keder e.

Heye min aliyek

Baweri ye, eşq e, hêvî û vîn e.

Qesema gurê boze

Dixwazin ku koka min biqelînin.

Ka were ji dil da te re bibêjim

Vê eşq û mereqê

Ez zarokê xwedawenda Nînhursaq im.

Dîrok im ez, ar im, jîn im

Bûm afrînerê jiyana azad

Ya dayîka qedîm im

Ketime rêyekî wisa

Bê dawî û bê veger

Li ser min ceng û baze

Zendûra, Siyanê, Mamreşo, Werxelê de

Hember dagirkeran nava cenga giran de

Egîd im, Zîlan im

Gurzên tolhildanê

Dîroka kewnar diweşînim

Dixwazin tarî bikin Roja min kund û çeqel

Dihincirîne hinavên min

Kesayeta birîndar û rêhevaltiya kêm

Çawa ji te re bêjim cengawariya rêkê

Ew bedenên agir li xwe pêçandî

Mirov dibe agir

Dişewitî nava dilên kemilandî de

Ey xwedawenda agir û rojê

Min bê STAR neke!

Bide min ronahiyek wisa!

Bibim eşq,

Bibim bawerî

Bibim hêvî û vîn

Ew dilên bûyî kevir re

Ew çavên korbûyi re

Ew ramanên cemidandî re

Tirs û xofa mirinê

Nema diqewime

Li ser axa pîroz

Ser şopa mirovên AZAD

Sond û peymana min e

Rêhevaltîya dozê û

Meşa bêdawî

Yaşar Çiya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 2’Ê ADARA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Dizî û talana li başûrê Kurdistanê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dizî û talana li başûrê Kurdistanê

Dizî û talana li başûrê Kurdistanê

Yekîtiya Jinên Ciwan: Em şoreşa jinê biparêzin û mezin bikin

Yekîtiya Jinên Ciwan: Em şoreşa jinê biparêzin û mezin bikin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.