NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de nasnameyên 8 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan ragihandin. QSD’ê Pêngava Gurzê Gelan piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê dabû destpêkirin.
QSD’ê ddi daxuyniya xwe de ev agahî dan:
“Bi belgeyên ku hêzên me dest danîn ser, di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di 20’ê meha borî de li ser girtîgeha Hesekê, hate piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker di mehên derbasbûyî de û di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser zindana El-Sînaa de, bi awayekî eşkere piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê. di heman demê de bi êrişê re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe li ser herêmên nû, bi rêya balafirên şer û balafirên keşfê êrişên bejahî û hewayî li ser gelek herêmên wekî Eyn Îsa, Zirgan, Dêrik û Dirbêsiyê pêk anîn û hîn jî dikin.
Berxwedana lehengên me di hemleya Gurzê Gelan de ku hêzên me, li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin û şikandina êrişa li ser zindanê û derbasbûna wê bo qonaxa paqijkirina taxan û herêmên ku çeteyan xwe lê veşartibûn, her wiha bersivdayîna hewldanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû van hewldanên bêhêvî li ser zinarên berxwedana şervanên me yên qehreman hatin şikandin û bi serkeftina hêzên me bi encam bû. Ji ber ku şervanên me nîşaneyên herî bilind ên fedakariyê nîşan dan û hin ji wan gihîştin asta şehadetê.
Berfirehkirina hemleya Gurzên Gelan ji bo şopandina bermahiyên DAIŞ’ê li Reqa, Şedadê û Dêrezorê, ji bo ji holê rakirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ye.
DAIŞ’ê ji bo rêxistina xwe vejîne, bêtir komkujî li dijî sivîlan bike, saziyên sivîl û leşkerî bike hedef, kete nava hewldanên xeternak ji bo têkbirina îstiqrar û aramiya herêmê. Lê belê berxwedana şervanên me li eniyên cuda û qadên cuda, planên rêxistina terorîst a DAIŞ û alîgirên wê têk bir û bi dehan ji wan çeteyan hatin girtin û kuştin.
Piştgiriya gelê me ji hêzên me re û bi fedakariya şehîdên me, li hember çeteyan serkeftin bi dest xistin û xewn û xeyalên wan di vegerandina tarîtiyê de pûç kirin.
Hêzên me di hemleya Gurzê Gelan de ji bo parastina destkeftiyên şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek encamên girîng bi xwîn û xwêdanê bi dest xistine, kur û keçên xwe yên herî baş pêşkêşî gelê xwe kirin û şehîd dan.
Îro em koma 8 şervanên ku di hemleya Gurzê Gelan û li herêmên din de, piştî ku bi lehengîyeke bêhempa li dijî çeteyan şer kirin û girêdana xwe bi nirxên şoreşê û şehîdan re îspat kirin, xwîn û canê xwe feda kirin, em şehadeta wan radigihînin. Em soza xwe ji wan û hemû şehîdên xwe re nû dikin ku heta serkeftin, azadî û rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî, em ê li ser rêya wan û şopa wan berdewam bin.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û tevahiya raya giştî re dixwazin û soz didin ku em ê dilsozê xwîna wan bin û heta bigihêjin daxwaz û armancên wan ên ku ji bo wê şehîd bûne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:











