Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

“Salvegera 23’yemîn a roja reş!”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/02/2022 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
“Salvegera 23’yemîn a roja reş!”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Di Kurdistanê de çawa rojên girîng ên xweş û geş hene; weke Newroz, 15’ê Tebaxê û hwd. her wiha rojên reş û bextrêş jî hene yên vê serdema nû; weke 9’ê Cotmehê, 3’ê Tebaxa Fermana Êzîdhanê, Roja 15’ê Sibata 1999’an a plangeriya dîlgirtina Rêber Apo ye.

Bê guman rojên dilşewat ên qirkirina gelê Kurdistanê yên mîna Tertela Dêrsimê, Zîlanê, Agiriyê, Koçgîriyê, Helepçeyê, Enfalê, Şewata Sînemaya Amûdê, lidarvekirina Seyid Riza, Şêx Seid, Qazî Mihemed û hevalên xwe, Komkujiya Parîsê û hwd.gelek hene.

Li ser van rojan gelek axaftin hatin kirin û gelek nivîs hatin nivîsandin. Helbet ew ê hin jî werin gotin û werin nivîsandin. Lê ji vê girîngtir û watedardir ew e ku mirov ji van bûyerên mezin her yekê ji wan, li gorî wê demê mohra xwe li wê wextê dane, dê ji wan çawa dersan  derxe?

Mirov bala xwe bide rojên xweşî û şahiyan, ew jî bi saya serîhildan û berxwedanên lehengî ve, yên li dijî zilm û zordariya di rojên reş û xemgîn de derketine holê. Bi kurtasî di encama têkoşînek dijwar de, yan jî mirov dikare bêjê di encama tevgêra tolhildana gelên bindest de ew îradeya mezin a azad û xweser hatiye afirandin.

Lewma di vê mijara roja reş a 15’ê Sibatê de, vê carê dixwazim li ser vê xala tolhildanê, ji mêtingeran, dagirkeran, qirkeran û bi taybetî ji dewleta faşîsta a tirkan çend gotina bêjim.

Di destpêkê de weke tê gotin, her çendî li pêşî dewleta dagirker a tirkan xuya bike jî lê bê şik û guman ev plangeriyek/komployek navdewletî bû û hîn jî dewam dike. Ji DYA’yê heta Misir, Israil, Rûsya û hinek dewletên ewropayî ev plana xwedî armanca berfireh, bi hev re hûnandin.

Armanca sereke jî; di plansaziya dizayna sedsala 21’ê ya cîhanî de bibin xwedi para herî mezin.

Dikare were gotin, ma gelo çi peywendiyê vê mijarê bi plangeriya dîlgirtina Rêber APO re heye?

Erê peywendiyên wê gelek in. Ji ber ku van dewletên hegemonên cîhanê, asteng û kelemê herî mezin û xeter ê li peşiya plansaziya xwe ev Rêberî, ev bîrdozî û ev Tevgêr didît in! Ji bo sîstemên xwe weke alternatif/bedîl dît in!

Lewma ji bo vî kelemî ji pêşiya rêya xwe rakin, ev plangerî amade kirin û senaryoya wê dan destê dewleta tirk, da ku ew ji vê şanoyê re pêşkêşiyê bike.

Plan ewqas mezin bû ku agahiya Serokwezîrê tirk Ecevît jî jê tune bû! 6 meh derbas bûbû derket ber kamerayê TV’yê got; “wele heta niha jî ez nizanim çima ev APO teslîmî me kiri ne!”. Ji ber ku di nava dewletan de jî bi tenê çend kesên payebilind û yekser bi dewlet(ên) sereke yên hegemon ve girêdayî zanibûn, ev plangeriya rûreş a cîhanê! Êdî bi vê mînakê û gelek mînakên din, ev plan zelaltir dibû ku ev encamê amadekariyek çendî mezin û navdewletî ye.

Heke naverok û armancên sereke û her wiha plankarên vê plansaziya navdewletî bi zelalî neyê zanîn û neyê aşkerakirin, mezinbûn û xeteriya wê jî baş nayê naskirin û li dijî wê amadekariyên baş nikare were kirin. Ji van jî girîngtir, giraniya rûmet û mezinahiya bîrdozî û berxwedana Rêber APO jî baş nayê naskirin. Her wiha ew îradeya azad a xweragira demdirêj, bawerî û hêviya xurt a bi heval û gelê xwe ve girêdayî, baş nayê zanîn.

Dema ku bi giştî hat zanîn ev projeyeke navdewletî ye, wê demê êdî mirov dê baştir têbigihêje ku ev doz û têkoşîn jî dibe navnetewayî û cîhanî. Jixwe di vê derbarê de gelek gavên li pêş hatine avêtin û her bi pêşve jî diçe.

Îca ku ev têra xwe hatibe zanîn, divê li gorî pîvanê vê berxwedanê; di serî de mezinahiya berxwedan û ramyariya Rêber APO, heval û gelê serîhildêr û niştimanperwerên Kurdistanê yên şopdarên wî, xebat were meşandin. Da ku karibin bêjin “em layiqê Rêber û Şehîdên xwe ne”!

Dîsa jî kêm e. Divê mirov qîma xwe bi vêna tenê neyne. Heke di xebat û têkoşînê de xemsarî çêbibe û qada navneteweyî were jibîrkirin, doza gelê Kurdistanê nagihêje armanca xwe ya bingehîn û ew ê her bi xeterên mezin ve rûberû bimîne û di nava xof û xeteran de bijî.

Hêza dostên cîhanê yên navneteweyî; lingekî girîng e yê şoreşa gelê Kurdistanê û nabe ji nedîtî ve were dîtin. Erê hêza sereke û ya şoreş pişta xwe bispêrê; hêza gelê Kurdistanê ye, lê weke tê dîtin êdî ev doz, ne bi tenê neteweyî ye, êdî bûye navneteweyî. Mînaka herî berbiçav û şênber komploya navdewletî ya li ser Rêber APO pêkhati ye. Hemû kevneperestiya cîhanê û xiyaneta Kurdistanê nebûn yek? Lewma divê em jî hewl bidin, ji bo avakirina dostayî û piştgriya hev a nava gelên cîhanê.

Ji bo ku em tola plangeriya navdewletî bistînin û layiqî berxwedana qehremanî ya Rêberiyê û şehîdan bibin, divê em li gorî van pîvanên neteweyî û navneteweyî yên ku Rêberê me destnîşan kiriye bixebitin. Hingî em ê karibîn bi serbilindî bêjîn “em ê zindana Îmraliyê xera bikin, Rêberê xwe azad bikin, plangeriyê pûç derxin û Kurdistanek azad û xweser ava bikin”!

Ahmet Aktaş/Rojnameya Welat

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LI KURDISTANÊ HEZKIRIN HATIYE QETILKIRIN – 4

Nivîsa Pêş

TAYBET – Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya ciwanan ya azadiyê ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya ciwanan ya azadiyê ye

TAYBET - Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya ciwanan ya azadiyê ye

Ciwan li dijî komploya navnetewî li Qudurbega Qamişloyê meşiyan

Ciwan li dijî komploya navnetewî li Qudurbega Qamişloyê meşiyan

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.