Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK di di derheqê qetlîama Roboskî de daxuyanî da: Erka xwe çi dibe bila bibe berpirsyarên vê komkujiyê wê teqez bêne cezakirin

Dewleta Tirk dewleteke welê dijminê Kurdan e ku yên komkujiyan dikin mehkeme nake, lê yên ku komkujiya Roboskî şermezar kirin girtin û darizandin. Di dîroka dewleta Tirk de nêzîkatiya li yên komkujî anîn serê gelê Kurd her tim bi vî rengî bû.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
26/12/2021 - 14:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Mexdûrên komkujiya Roboskî: Dixwazin em bêdeng bimînin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Beriya niha bi 10 salan bi balafirên şer ên dewleta Tirk 33 ciwan û zarokên ji Roboskî bi bombardûmanê hatin qetilkirin. Em van ewladên gelê Kurd ên şehîd bûn bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re em ê Kurdistaneke Azad ava bikin ku careke din çiya, deşt, gund û bajarên wê neyên bombekirin.”

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

“10 sal in berpirsyarên vê komkujiyê nayên dîtin û nayên cezakirin. Ev yek nîşaneya berçav a nêzîkatiya li gelê Kurd e. Feraseta dewleta Tirk wiha ye; Kurd dikarin bêne kuştin, li her derê zilm dikare li Kurdan bê kirin, destdirêjî li jinên Kurd dikare bê kirin, bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê li Kurdan dikare bê kirin! Têkildarî sûcên li dijî Kurdan tê kirin polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin. Pêwendiya vê zîhniyet û polîtîkayê bi polîtîkaya qirkirina Kurdan re heye. Dixwazin ku bi vî rengî Kurdan bitepisînin û ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Ji gelê Kurd re tê gotin; ‘Heta ku hûn serî li ber Tirkbûnê netewînin wê tiştên bi vî rengî bê serê we’.

Balafirên ku bombe li 33 şêniyên Roboskî barandin ji cihekî ferman wergirtin. Sûcdarên herî mezin jî yên ku ev ferman dane. Ev ferman yekser ji aliyê Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin. Ji Tayyîp Erdogan ev pirs hatiye pirsîn ‘Konvoyeke qaçaxçiyan heye ku tê de terorîstek heye, em lê bidin yan na?’ Tayyîp Erdogan jî gotiye, lê bidin. Ji ber vê yekê sûcdarên komkujiya Roboskî nayên darizandin. Hewl tê dayin ku qetilkirina 33 zarok û ciwanan weke ziyaneke şer bê nîşandan û jibîrkirin. Bi vî rengî Recep Tayyîp Erdogan bi destên xwe yên bi xwîn bi serbestî digere. Bêguman Erdogan ji qetilkirina bi hezara mirovî berpirsyar e. Di dema berxwedanên xwerêveberiyê de yê ku fermana hilweşandina bajarên Kurdan dabû Tayyîp Erdogan bi xwe ye.

Dewleta Tirk dewleteke welê dijminê Kurdan e ku yên komkujiyan dikin mehkeme nake, lê yên ku komkujiya Roboskî şermezar kirin girtin û darizandin. Di dîroka dewleta Tirk de nêzîkatiya li yên komkujî anîn serê gelê Kurd her tim bi vî rengî bû. Yên ku li Dersimê, li Zîlanê qirkirin, komkujî kirin nehatin cezakirin, yên ku fermana van komkujiyan dan nehatin mehkûmkirin; yên ku ev komkujî û qirkirin anîn ziman bi cihêkariyê hatin sûcdarkirin, darizandin û zindanîkirin.

Roboskî jî mîna komkujiyên Dersim û Zîlanê komkujiyeke ku rastiya dewleta Tirk bi rengekî şênber radixe pêş çavan. Dîmenê cenazeyên ku li ser pişta hêstiran li pey hev anîn gund wê ti carî ji bîra mirovan neçin; wê nikaribin vê komkujiyê bidin jibîrkirin. Erka xwe çi dibe bila bibe berpirsyarên vê komkujiyê wê teqez bêne cezakirin. Gelê Kurd jî, hêzên demokrasiyê jî divê li gel berxwedana bi rûmet a xelkê Roboskî bin, têkoşîna wan xurt bikin û kujeran derxînin pêşberî dadgehên gel.

Dayikên malbatên şehîdan 10 sal in têkoşîneke bi mînak dimeşînin. Divê gelê me û hêzên demokrasiyê piştgiriyê bidin vê têkoşîna dayikên şehîdan. Doza wan doza gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Heta ku kujer û berpirsyarên komkujiya Roboskî neyên dairzandin ne Kurdistan dikare azad bibe, ne jî Tirkiye dikare demokratîk bibe. Di serî de darizandina sûcdarên hemû komkujiyan bi taybetî komkujiya Roboskî, parçeyekî bingehîn ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê heta sûcdar bên darizandin ev têkoşîn bênavber bê dewamkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nobeda malbata Şenyaşaran di roja 293’an de ye

Nivîsa Pêş

Kongre bi coş û heyecan didome – Salon têra ciwanan nake!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Kongre bi coş û heyecan didome – Salon têra ciwanan nake!

Kongre bi coş û heyecan didome - Salon têra ciwanan nake!

Li dijî êrişên dagirkeriya Dewleta Tirk ciwanên Reqayê daxuyanî dan

Li dijî êrişên dagirkeriya Dewleta Tirk ciwanên Reqayê daxuyanî dan

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.