Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG’ê nasnameya 2 şehîden 2015’an ragihand

"Malbatên hêja yên hevrê Dîren û Mazlûm ên ku di pêngavên şoreşger ên li dijî faşîzmê de cih stendine di serî de em ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê peywir û berpirsyarên ku şehîdan dewrî me kirine, bînin cih."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/12/2021 - 10:44
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîden 2015’an ragihand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a mêtinger ji bo qirkirina gelê me, di çarçoveya ‘Plana Têkbirinê’ de ya ku sala 2015’an xiste meriyetê, nava salê êrişên berfireh li dijî gelê me yê sivîl û hêzên me yên gerîla kir. Gelê me li dijî van êrişan, li her qadê xwedî li îradeya xwe derket, li ber xwe da û hêzên me yên gerîla jî derbên herî giran ên dîrokî li dagirkeran dan. Ji hevrêyên me yên ku pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kirin hevrêyên me Derîn û Mazlûm di nava vî şerê giran de dema ku bi erka xwe radibûn şehîd ketin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Derîn Newal Zerdeşt
Nav paşnav: Yadîgar Demîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hîdayet-Arîf
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2015 / Colemêrg
Nasnav: Mazlûm Serhat
Nav paşnav: Mazlûm Dogan Kizil
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Aysel-Nesîm
Dem û cihê şehadetê: 16’ê Cotmeha 2015 / Wan

DERÎN NEWAL ZERDEŞT

Hevrêya me Derîn sala 1989’an li bajarê berxwedanê yê Kurdistanê li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Amed ku di dîroka Kurdistanê de malovanî ji gelek berxwedanan re kiriye û bi welatparêziya xwe tê naskirin, çawa ku di dîrokê de destan nivîsandibe, bi Berxwedana Sûrê re destaneke nû nivîsand û ev çanda berxwedanê dewam kir. Hevrêya me Derîn ku bi çanda berxwedanê ya Amedê mezin bû û kesayetiya xwe ji nava vê çandê afirand, ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker re kir ku li ser gelê Kurd tê meşandin. Bi taybetî li Amedê hîn di zarokatiya xwe de şahidî ji gelek kuştinê kiryar nediyar re kir. Ev komkujiyên li Kurdistanê û gelê Kurd hatin kirin qebûl nekir û kete nava lêgerîne. Di dema xwendina zanîngehê de pê hesiya ku dibistanên sîstemê ji bo zarokên Kurd ji bilî asîmîlasyonê nayê ti wateyê. Hevrêya me Dîren li ser vê yekê kete nava gelek lêgerînan û di encama van lêgerînan de biryar da ku tevlî nava refên PKK’ê bibe û jiyaneke azad wê li nava PKK’ê de pêk were. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Di demeke kurt de hînî çiyayên Kurdistanê bû; li gelek qadên mîna Qendîl, Komalên Ciwan, Saziya Ziman û Garê kar kir. Piştî demekê bû milîtaneke jin a şareza. Hevrêya me Derîn ku li ser xeta jinê ya azad meşiya, her wezîfeya rêxistinê bi rengekî serketî bi cih anî û ev yek jî bi pratîka xwe nîşan da. Di nava şert û mercên herî giran de ti carî bêmoral nebû û timî bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Bi sekna xwe ya Apoyî dilsoziya bi Rêbertî, welêt û gelê xwe re nîşan da. Di nava rêxistinê de xwe timî perwerde kir, tecrûbeyên wergirtî li her kêliya jiyanê kir malê partiyê, hevrêyan û gel. Li dijî êrişên qirkirinê yên dijmin, tevlî gelek pêngavên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû û wezîfeyên xwe hemû bi rengekî serketî bi cih anî. Di pêvajoya van pêngavan de bi fedakarî û samîmiyeta xwe ya hevrêtiyê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê.

MAZLÛM SERHAT

Hevrê Mazlûm ê ku li Kaxizmana Qersê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye, di salên 90’î de ji ber zextên ekonomîk û civakî yên ku dewleta faşîst a dagirker li ser gelê me dike, ew jî neçar mane koçî metrepolên Tirkiyeyê bikin.  Hevrê Mazlûm li metrepolên Tirkiyeyê jî polîtîkayên qirkirin, îmha û asîmîlasyonê yên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dike ji nêz ve dîtiye. Hevrê Mazlûm feraseta welatparêz ji nav malê dîtiye geş kiriye û ketiye nav lêgerîna têkoşînê. Hevrê Mazlûm li hemberî zexta dewleta Tirk a ku ciwanan dike leşker ji neçarî çûye leşkeriyê û dema ku wî dijminatiya li hemberî gelê Kurd dîtiye di sala 2014’an de ji leşkeriyê firar kiriye û tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Hevrê Mazlûm ji roja destpêkê ve pirsgirêka adaptasyonê derbas kiriye , bi tevlêbûna bi biryar û fedakariyê di nav hevalên xwe de hatiye hezkirin. Hevrê Mazlûm xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de bi pêş xistiye û bi perwerdehiyên ku stendiye, pisporî ji xwe re kiriye armanc û ji bo bibe gerîlayekî profesyonel gelekî têkoşiyaye. Di perwerdehiyan de bala xwe daye ser fêmkirina felsefeya Apoyî û pêkanîna wê, lêhûrbûnên xwe bi hevalên xwe re par ve kiriye  û geşedan ji xwe re kiriye esas. Hevrê Mazlûm peywirên xwe bi serkeftî bi cih aniye û di sala 2015’an de berê xwe daye Bakur û li vir hewl daye ji pêvajoyê re bibe bersiv. Hevrê Mazlûm bi kesayetiya xwe ya mutewazî û bi fedakariya xwe ya di nav xebatên şoreşê de bûye milîtanekî mînak û ew ê her dem di têkoşîna me de bijî.

Malbatên hêja yên hevrê Dîren û Mazlûm ên ku di pêngavên şoreşger ên li dijî faşîzmê de cih stendine di serî de em ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê peywir û berpirsyarên ku şehîdan dewrî me kirine, bînin cih.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Faşîzma Îranê didome – 2 Ciwanên Kurd revandin

Nivîsa Pêş

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – Bi qandî ez bi ser dikevim gel bi ser dikeve -3-

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin

HPG’ê nasnameya 4 şehîdên Heftanînê parvekir

Gerîlayên HPG û YJA Starê 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamelyayek hatin îmhakirin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.