TEBQA – Di pêşengtiya jinên ciwan de li Teqayê meşeke girseyî pêk hat.
Îro jinên ciwan li Tebqayê li dijî komploya 9’ê Cotmehê û dijminatiya PDK’ê meşek li darxist.
Çalakiya ku di pêşengtiya jinên Ciwan de pêk hat, Pêşiya Avahiya Jinên Zenûbiya dest pê kir. Di meşê de tevahiya saziyên sivîl û leşkerî jî cihên xwe girtin.
Meşê heta pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya li Tebqayê berdewam kir. Piştê meş gihîşte ber navendê vegeriya mîtîngê. Jinên Ciwan di meşê de Duruşmên “bimre Komplo” û “Bijî Serok Apo” ve avêtin.



