Enter your email Address

Salı, Aralık 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Bi saya 400 şehîdan

Daxuyaniya YBŞ’ê bi vî rengî ye: “Em wek hêzên YBŞ û YJŞ, di salvegera fermanê de bi pêşengiya şehîdên me yên mezin Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Nûjîn Amed, Berxwedan, Zerdeşt, Nazê berxwedaniya xwe mezin bikin û Şengala Xweser ava bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
05/08/2021 - 0:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Bi saya 400 şehîdan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – “Di vê berxwedana 7 salan de em bi têkoşîn û hewldana 400 şehîdên xwe hatin vê rojê û me bi saya wan destkeftiyên mezin bidest xistin.”

Fermandariya Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) têkildarî salvegera qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê pêk anî, daxuyaniyek da û banga ‘Şengala Xweser’ kir.

Fermandariya YBŞ’ê bi boneya salvegera 7’an a Fermana Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YBŞ’ê bi vî rengî ye: “Em wek hêzên YBŞ û YJŞ, di salvegera fermanê de bi pêşengiya şehîdên me yên mezin Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Nûjîn Amed, Berxwedan, Zerdeşt, Nazê berxwedaniya xwe mezin bikin û Şengala Xweser ava bikin.

‘Me baweriya xwe bi KDP’ê anîbû’

Di fermana 73’emîn de gelê me baweriya xwe bi KDP’ê anîbû, KDP pişta xwe da gelê me û gelê me bi fermanê re rû bi rû ma. Ev nîşan dide ku hêzek, tevgerek û gelekî ku xwe bi hêza xwe ve girê nede wê her tim bi komkujiyan re rû bi rû bimîne. Gelê me ji fermana 73’an û komkujiyên ku li ser wê hatine kirin dersên mezin derxistiye û bi pêşxistina rêxistinbûna xwe û xwe spartina hêza xwe ya cewherî di çarçoveya Paradîgmaya Neteweya Demokratîk de li herêmê rol dileyîze.

Bi hezaran malbatên me vegeriyan Şengalê

Di ser fermana 73’an re 7 sal derbas bûn. Hêzên me YBŞ û YJŞ’ê him di azadkirina Şengalê de him jî di parastin û aşitiyê de roleke mezin lîstin. Di van 7 salên derbasbûyî de, ji ber aramî û ewlehiya Şengalê, vegera gelê me çebûye û hîn jî berdewam e. Heya niha, bi hezaran malbatên me vegeriyane Şengalê, welatê xwe. Ev di dîroka Êzîdiyan de cara yekem e. Ji ber ku di fermanên berê de, derfeta gelê me ya vegera ser xaka xwe nebû û piştî her fermanê, gelê me neçar ma ku ji axa xwe koç bike. Lê belê, piştî fermana 73’an, bi berxwedana mezin a hêzên me yên YBŞ û YJŞ û gelê me, ev dîroka maqûl a gelê me qediya û ev di vegera gelê me de bû wesîle.

Heta dilopa xwîna xwe ya dawî

Di vê berxwedana 7 salan de em bi têkoşîn û hewldana 400 şehîdên xwe hatin vê rojê û me bi saya wan destkeftiyên mezin bidest xistin.

Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê, planker û pêkanînerê fermana 73’emîn bû.

Niha dixwazin bi êrîşên ku îro dîsa dikin, fermana 73’emîn bigihînin encamê. Wekî din, dewleta Tirk a faşîst û hêza hevkariya wê ya li herêmê KDP, dixwazin bi peymana Hewler-Bexdayê van êrîşên fermanê bidomînin û bigihînin encamê. Bi peymana Bexda-Hewlerê ya di 9’ê Cotmeha 2020-an de hatibû pêk anîn, xeyalên kesên ku dixwestin fermana 73’yan encam bikin derketin holê. Di 9’ê Cotmehê de kesên ku di fermana 73’emîn de rol lîstin, ji bo ku ev fermana 73’emîn bidin berdewam kirin, êrîşan li ser kedên şehîdan û gelê me didomînin. Lê belê, çawa ku me bi berxwedana mezin a hêzên YBŞ û YJŞ û gelê xwe li dijî fermana 73’yan a 3’yê Tebaxa 2014’an bêencam hişt û Şengal azad kir û aramî ava kir, îro jî em ê bi pêşengiya berxwederên bi rûmet a şehîdên me li dijî van êrîşên fermanê bisekinin û ev êrîşan vala derbixin. Ji ber ku di vê berxwedana 7 salan de em bi têkoşîn û hewldana 400 şehîdên xwe hatin vê rojê û destkeftiyên mezin hatin bidestxistin.Em radigihînin ku emê heta dilopa xwîna xwe ya dawî axa ku me berdel dayî biparêzin.

Divê dewleta Tirk bidarizînin

Em ji raya giştî ya cîhanê re dibêjin; em weke gelekî qedîm çawa ku li ser xakên xwe, bi çand û baweriya xwe bi hezaran sal jiyan kiriye ji vir û şûn ve jî emê jiyana xwe berdewam bikin. Ji ber vê sedemê, tê zanîn ku dewleta Tirk a faşîst ku bi hezaran sal e li dijî çand, dîrok û baweriya gelê me êrîşên qirkirinê dimeşîne, destek daye çeteyên DAÎŞ’ê. Ji bo vê jî hemû raya giştî ya cîhanê û gelên cîhanê, dewleta Tirk a ku piştgirî, planker û alîgirê lojîstîkê ya çeteyên DAÎŞ’ê ya ku sûcê mirovahiyê kiriye divê di Dadgeha Navnetewî de dadgeh bike. Ji bo vê, em bang li hemû gelên demokrat, rêxistinên mafên mirovan û dewletên Ewrûpayê dikin ku di vê mijarê de bikevin tevgerê. Em dibêjin ku divê êdî dewleta Tirk ji ber siyaseta dij-mirovahiyê di herêmê de dimeşîne bê darizandin.”

Şehîdên fermanê bi bîr anîn
Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) yên ji pêkhateyên Ereban pêk tê, doh li Deriyê Şilo a Şengalê bi merasîmekê şehîdên fermanê bi bîr anî. Fermandarê YBŞ’ê Xelîl Ereb got ku êdî şervanên Ereb û Êzidî di heman çeperan de dijî DAIŞ’ê şer dikin. Fermandar Xelîl Ereb wiha peyivî: “Di roja reş a fermanê de PDK’ê me tenê hêla. PDK’ê, bi hevkariya DAIŞ’ê re wekî di tepsiya zer de keç û xortên Êzîdxanê teslîmî DAIŞ’ê kir. Ji bo vê jî em ti caran rê nadin ku hêzên mîna PDK’ê berê xwe bidin Şengalê. Her wiha em spasiya Partiya Karkerên Kurdistanê dikin.’’

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Ji neynika Kemal Pîr ve mêzekirina rastiyê

Nivîsa Pêş

Meclîsa Ciwanan a Şirnexê: Nîjadperestî ne ramaneke îdeolojîk e, nexweşiyeke psîkolojîk e

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Meclîsa Ciwanan a Şirnexê: Nîjadperestî ne ramaneke îdeolojîk e, nexweşiyeke psîkolojîk e

Meclîsa Ciwanan a Şirnexê: Nîjadperestî ne ramaneke îdeolojîk e, nexweşiyeke psîkolojîk e

Dosya – Ruyê dagirkeriya Tirk: Talan û dizî – Efrin 3

Dosya - Ruyê dagirkeriya Tirk: Talan û dizî - Efrin 3

Manşet

  • Li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de Gel Li Ser Pê ye
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Hesekê û Reqqa Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan
  • Êrîşên Li Ser Helebê Berdewam Dike
  • Rêxistinên Ciwanan MESEM’ê Protesto Kir
  • Bi pêşengtiya ciwanan li Kobanê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hesekê û Reqqa Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berfîn Nûrhaq Li Şengalê Hat Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.