Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Bi Şoreşa Rojava re ne tenê rengê Rojava û Sûriyê, ya tevahiya Rojhilata Navîn guheriye

Ev şoreş çawa di serî de şoreşa gelên Kurd, Ereb,Sûryanî û hemû gelên Rojhilata Navîn be, ji hemû deverên cîhanê jin û xortên ciwan hatine tevlî vê şoreşê bûne, şehîd bûne, bûne xazî.  Ev enternasyonalîst xeta civakxwaz, demokratîk û azadîxwaz a Şoreşa Rojava afirandine. Haveynê şoreşê ev şehîdên enternasyonalîst in.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
17/07/2021 - 10:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir Şoreşa Rojava ev 9 sal in şoreşa tevahiya mirovahiyê ye û got, ‘’Pêşengiya têkoşîna dijî DAÎŞ a li dijî mirovahiyê kiriye û bi vî rengî xizmeteke mezin daye tevahiya mirovahiyê. Ya ku DAÎŞ serberjêr kirî Şoreşa Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ne. Tevahiya mirovahiyê gelek tiştan deyndarî Şoreşa Rojava ne. Ji vî alî ve şoreşeke wiha ye ku divê tevahiya mirovahiyê lê xwedî derbikeve. Bê şik û guman mirovahî xwedî li vê şoreşê derketiye jî. Lê heq dike mirov zêdetir lê xwedî derbikeve.’’

Hevseroktiya Konseya Rêveber KCK’ê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: ‘’Di salvegera 9’an a Şoreşa Rojava de em hemû şervanên ku ji bo vê şoreşê bi ser bixin û biparêzin şehîd bûne, hemû fermandaran bi hurmet û minet bi bîr tînin; di têkoşîna ji niha û pê de serkeftinê ji bo xaziyên şoreşê dixwazin.

Binê Şoreşa Rojava Rêber Apo daniye, ku 20 salan li Rojhilata Navîn, Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê maye û ji nêz ve bi gel re têkildar bûye. Bi hezaran jin û mêrên Rojavayî ji hêla Rêber Apo ve hatine perwerdekirin, bûne fermandar û şervanên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Bi çarçweya îdeolojiya Rêber Apo, nêzîkatiya wî ya rêxistinî û jiyanê têkoşiyane û şehîd bûne. Ev şoreş ji hêla Rêber Apo, şehîdên me, ji hêla gelê Rojavayê Kurdistanê ve ku heta hetayê dilsozê Rêber Apo ye, hatiye afirandin. Ev şoreşa ku Rêber Apo bine wê daniye, her wiha dibe şoreşa pêşî ya berbiçav bûyî ya paradigmaya civaka demokratîk, ekolojik, azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo. Ev şoreş li Rojhilata Navîn ku hişmendiya desthilatxwaz, dewletxwaz, destpotîk, zilamserwer lê serwer e, bûye wehayeke demokrasiyê. Bûye şoreşa ku ne tenê gelên Rojhilata Navîn tevahî gelên cEihanê berê xwe daye, hemû mirovahî kelecanî kiriye. Ji bo Rojhilata NavVîn û mirovahiyê, hêviya ji bo jiyana nû ya azad û demokratîk geş kiriye.

JI HER ALIYÊ CÎHANÊ MIROV TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛNE

Ev şoreş çawa di serî de şoreşa gelên Kurd, Ereb,Sûryanî û hemû gelên Rojhilata Navîn be, ji hemû deverên cîhanê jin û xortên ciwan hatine tevlî vê şoreşê bûne, şehîd bûne, bûne xazî.  Ev enternasyonalîst xeta civakxwaz, demokratîk û azadîxwaz a Şoreşa Rojava afirandine. Haveynê şoreşê ev şehîdên enternasyonalîst in.

Neteweya Demokratîk, civaka demokratîk, azadiya jinê, xwîşk û biratiya gelan, pergala Konfederaliya Demokratîk a der û dûrî desthilat û dewletê bûne nirxên sereke yên vê şoreşê. Jinan mohra xwe li ser pergala demokratîk a civakxwaz danîne. Ji vî alî ve Şoreşa Rojava di serî de bûye şoreşa jinan. Niha jî stûnên sereke yên şoreşê dayik û jin in. Li dijî her cure êrîşê di paratina xeta Rêbertî de li eniyên pêş cih girtine. Îro jî yên ku pêşengiyê li Şoreşa Rojava dikin jinên Kurd, Ereb, Sûryan in. Jinên ji gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê bûne xwedî wê rûmetê ku şoreşa pêşî ya jinan pêk anîne.  Em hemû dayik û jinên ku li ê şoreşê xwedî derketine bi coşiya xwe ya azadî û demokrasiyê slav dikin.

Şoreşa Rojava di nav 9 salan de bûye şoreşa mirovahiyê. Pêşengiya têkoşîna dijî DAÎŞ’ê ya dijî mirovahiyê kiriye û bi vî rengî xizmeteke mezin daye tevahiya mirovahiyê. Ya ku DAÎŞ sereberjêr kirî Şoreşa Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ne. Tevahiya mirovahiyê gelek tiştan deyndarî Şoreşa Rojava ne. Ji vî alî ve şoreşeke wiha ye ku heq dike tevahiya mirovahiyê lê xwedî derbikeve. Bê şik û guman mirovahî li vê şoreşê xwedî derktiye. Lê heq dike miorv zêdetir lê xwedî derbikev. Êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li ser Rojava êrîş û komkujiyên li ser tevahiya mirovahiyê ne. Ji ber ku ev şoreş ya tevahiya mirovahiyê ye. Ji 10 hezaran zêdetir şervanên mêr û jin di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûne. Wan ji bo tevahiya mirovahiyê xwîna xwe rijandine. Lê di rewşeke wiha de ku gel li vê şoreşê xwedî derketine  û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketine; DYE, Fransa, Elmanya û gelek dewletên ku ji DAÎŞ’ê ziyan gihaştiye ser wan li bara vê dagirkeriyê bêdeng mane, an jî bi helwesta xwe ev pejirandine û teşwîq kirine. Bi vî rengî bûne xwedî helwesta herî bêexlaq a dîroka mirovahiyê.

DAÎŞ Û HEVKARÊ WÊ YÊ MEZIN TC, GEFÊ LI ŞOREŞA ROJAVA Û PERGALA BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIXWIN

Hê jî, DAÎŞ û hevkarê herî mezin ê DAÎŞ’ê û gelek hêza gefê li Şoreşa Rojava û pergala demokratîk a Bakur-Rohilatê Sûriyê dixwin. Ji vî alî ve parastina vê şoreşê peywirke bi lezgînî ye. Di serî de gelên Bakur-Rojilatê Sûriyê hemû mirovahî divê parastinê li vê şoreşê bikin. Divê mirov zanibe pêvajoya parastina şoreşê ye, hemû qadên jiyanê divê li gorî parastina vê şoreşê rêxistiniya we werê kirin û avakirin. Ti hêz nikare bi wî gelî ku ji bo parastina şoreşê rêxistiniya wê hatiye kirin. Careke dî ji bo ku weke dagirkeriyên ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî neyên jiyîn teqez divê mirov bigihije rastiya şerê şerker.

Şoreş û têkoşînên azadiyê rast û şaşiyan, dost û dijminan, welatparêz û xayinan zelal dikin. Gelê Rojava di nav vê şoreşa mezin de fedakariyên mezin jî, xayintî jî dîtine. Ji ber vê jî her demê li dijî xayintiyê helwesta herî zelal daniye. Niha jî li ber gelê Kurdistane xwedî helwesteke mînak e. Bi helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber gelê Kurdistanê mînak e. Em vê helwesta wan bi hurmet slav dikin.

Girîng e ku li Rojhilata Navîn şoreşa demokratîk were jiyîn û bibe mînak. Li gel hemû êrîşan heke ev şoreş hatibe sala xwe ya dehan, ev bi karakterê azadîxwaz û demokratîk ê jinê re têkildar e. Her ku civaka demokratîk berbelav dibe û lê kûr dibe gel xurt ibe, şoreşe wiha dikare zora her zoriyê bibe. Hêza herî mezin a Şoreşa Rojava xisletê wê yê demokratîk e. Ev xisletê wê gel jî xurt dike. Gelê xurt jî li dijî her êrîşê berdêla xwe çi dibe bila bibe wê bisekine. Şoreşa Rojava, bi xisletê xwe yê azadîxwaziya jinê û civaka demokratîk, weke şoreşeke ku sosyalîzma berbiçav bûyî ji bo hemû gelên çewisandî dibe ronkahî.

ŞOREŞA ROJAVA RENGÊ ROHILATA NAVÎN GUHERAND

Bi Şoreşa Rojava re ne tenê rengê Rojava û Sûriyê, ya tevahiya Rojhilata Navîn guheriye. Hemû civakan bi rengekî radîkal diguherîne. Tesîrên vê deh salên li pêşiya me wê xweştir xuya bike. Gelê Kurdistanê çawa ku li hemû qadan veguherînên mezin dijî, wê Rojhilata Navîn jî biguherîne; Rojhilata Navîn ne pir dûr wê bibe xwedî karakterekî demokratîk.

Em gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku ji Rojhilata Navîn re dibe model bi hurmet slav dikin, em sond dixwin ku xeta Rêber Apo li her deverê bi cih bînin. Dema wê ye ku ‘’Yek Du Rojavayên Zêdetir’’ werin avakirin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tevgera Ciwanên Şoreşger encamnameya kongreya 3. parvekir

Nivîsa Pêş

Ciwanên Silêmanî li dijî dagirkeriya Tirk tevgerê de ne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Silêmanî li dijî dagirkeriya Tirk tevgerê de ne

Ciwanên Silêmanî li dijî dagirkeriya Tirk tevgerê de ne

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan

Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdan

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.