Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Riza Zerabên 2’yemîn û 3’yemîn derdikevin!

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
26/06/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Riza Zerabên 2’yemîn û 3’yemîn derdikevin!
ParvekeTweet

NAVENDA NûÇEYAN – 

Ahmet Aktaş Nivîsand 

Eger ev siyaseta qirêj û qirker wisa dewam bike, R.Erdogan û Bahçelî, dê gelek Riza Zeraban biafirînin.

Li hember felsefe û têkoşîna rewa û demokratî ya gelê Kurdistanê, çendî tengav dibe, ewqas lawaz dikevin. Êdî ji neçarî, li hundir û derve, xwe davêjin hembêza reîs û bazirganên mafya. Lewma çi kesên çete, kujer, esrarkêş û eroînkeş/esrar û eroînfiroş hebin li dora xwe kom dikin. Bêgûman ji bo van xwedî bikin, têr bikin (ger têrxwarina wan hebe, ji ber ku her wext birçiyên xerabiyê ne), dest diavêje hemû şêwaz û metodên dijî mirovahiyê.

Jixwe li ber çavan e, zêde pêdiviyê bi danezanê jî nake ku hemû vê qirêj û gemara xwe, bi giranî li ser gelê Kurdistanê didin meşandin. Helbet şaxê vê siyaseta lewitî heta derve jî diçe.

Tê zanîn ku demek dirêj, bi saya zêr ên Riza Zarab, AKP pirsgrêkên aboriya xwe hinekî çareser dikir. Lê ji ber ku pejkên vê qirêjiyê gihişt DYA’yê, dest dan ser vî kesî. Niha weke mirovê wan kar dike, gelek gemarên dewletê û heta malbata R.Erdogan jî aşkera kir.

Hêj ser vê sixtekarî û qirêjiya van nehatibû girtin, vê carê 2 Zerabên din, ji 2 aliyê din ên vê bazirganiya qirêj derketin ser dikê; Sedat Peker û Sezgîn Baran Korkmaz.

S.Peker, li ser giştî lîsk û fêlbaziyên dewletê mikûr tê, lê bêhtir li ser aliyê karê mafyayî, bazirganiya narkotî û kiryarên kujeriyê agahiyan parve dike bi raya giştî re. S.B.Kormaz jî, ji aliyê malî û milkan ve, bi giranî jî paqijkirina pereyên reş ve tije agahdariye.

Lewma, tê gotin ku DYA, bi lez ew ji dewleta Awusturyayê xwestiye da ku radestî wan bike. Her wiha gûman heye ku dest avêtibin S.Peker jî, ji bo wî jî bikişînin cem xwe.

Weke tê zanîn, ev alozî û zelzeleya nava dewleta AKP-MHP’ê, encamê li hember têkoşîna Tevgera Azadiyê û berxwedana gelê Kurdistanê lawazketina wê ye. Lewma hema kengî tengav dibe, yan jî li cihekî şikestinê dixwe, êrîşî ser herêmek Kurdistanê dike an jî weke mînaka şehîdkirina Denîz Poyraz, êrîşên xwe yên li ser HDP’ê û sazî û rêxistinên kurdistanî dijwartir dike.

Dixwazin bi afirandina tirsê, moral û curetê gel bişkîne, bawerî û hêviya gel lawaz bike. Lê wisa diyar dibe ku van êrîşên wan, êdî nema weke berê bandora nebaş li ser gel bike, berovajî, gel hîn xurtir beşdarî têkoşîn û tevgerê dibe.

Ji aliyê din ve, êdî ew behtir bi hev dikevin. Nakokiya herî mezin, di navbera koalisyona AKP-MHP’de derket holê û roj bi roj mezintir dibe. Pevçûna navbera Peker û Çakici, berhema aloziya navbera her du partiyan e. Ev organîzasyonên wan ên mafyayî û çetewarî, her aliyek ji van xwe dispêre partiyekê ji wan.

Ji bo pêşiyê li van pevçûn û aloziyan bigirin an jî bincil bikin, bi vir ve û wir ve baz didin. Weke yanesîbê/piyangoyê mijara parastina Firotgeha Kabila Afganistanê, ji wan re derkete holê, hema mîna ‘korê rohnî bi ber çav bikeve’ xwe avêt pêş. Ji ber ku ev mijar ji bo DYA û NATO’yê jî girîng e û R.Erdogan ji bo vê hewcedariya wan, gelek bi kêr tê. Dibînin ku çeteyên wî yên kujer-ji ber ku niha şer li tu cihî nîne- di destî wî de bêkar mane û ew ê karibe bi pereyekî kêm wan kirê bikin! Lê dîsa jî DYA, bersiva bendewariya R.Erdogan nedayê, ev kar jî, di bin fermandiraya NATO û çavdereya Almanya de radestî wî kir.

Bêgûman vê rewşa wan a lawaz û rezîl, hem ji hundir ve hem jî ji derve ve, aşkera tê dîtin. Ew ê nikaribîn bi van êrîşên giran ên li ser Kurdistanê û bikaranîna van kujer/qatilên xwe ve AKP-MHP êdî nikaribin temenê desthilatiya xwe gelek dirêj bikin. Ji ber ku êdî li hember îrade û berxwedana bi rûmet a gelê Kurdistanê, nema dikarin xwe ragirin û jixwe di nava xwe de jî êdî dirizin û gav bi gav hildiweşin!

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji PênÛsa Gerîla – Sorxwîn Her Di Bîra Me De Ye

Nivîsa Pêş

Berxwedana Zindana di roja 212’an de ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Berxwedana Zindana di roja 212’an de ye

Berxwedana Zindana di roja 212'an de ye

Polîsên dagirker ên Tirk Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê binçav kirin

Dewleta faşîst li Qoserê 2 Kurd revand!

Manşet

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrîn 2 Ciwanên Kurd qetil kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.