Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dagirkerî, bûyer û daxuyaniyên balkêş û sosret

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
23/06/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Dagirkerî, bûyer û daxuyaniyên balkêş û sosret
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Ercan Sezgîn nivîsand 
Dewleta tirk 24’ê Nîsanê vir de êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Metîna, Zap û Avaşînê didomîne. Li hember vê yekê jî gerîla yên PKK’ê berxwedanek bêhempa dimeşînin. Ev nêzî 2 meh in dewleta tirk encamên ku hedef dikir bi dest nexist. Ji bilî vê yeke di aliyê leşkerî de derbên giran dixwe û xitimiye. Di hundir de jî îfşakirina têkiliyên dewlet, çete û mafyayê, rejîma AKP-MHP’ê aniye ber qedandine. Hemû dinya dizane ku ji ber têkoşîna azadiya gelê kurd û berxwedana gelê kurd, ketiye, riziye û xitimiye. Tam di vê xitimandina siyasî û leşkerî de, dixwaze di nav hêzên kurd de şerek çêbibe û bi vî rengî xwe ji vî xitmandinê xilas bike.

Ji 24’ê Nîsanê vir ve li başûrê Kurdistanê li hember dagirkeriya tirk bûyer û daxuyaniyên ecêb û sosret diqewimin. Di 25’ê nîsanê de serokwezire başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku pirskireka dewleta tirk bi kurdan re tune ye, pirsgirek PKK ye. Piştî êrîşên dagirkeriyê ev daxuyanî pir ecêb û sosret bû. Ev daxuyanî di raya giştî ya kurd de rastî reaksiyonek mezin hat.

Di 25’ê nîsanê de, gelê Silêmanî xwest li dij dagirkerî çalakî pêk bîne. Lê asayîşa Silêmaniyê çalakvanan hemû binçav kirin. Rayedarên YNK’ê nikar bûn vê yekê ji gel re îzah bikin. Digotin me ji jêr talîmat girtiye, ji ber ku tu kurd nikare vê yekê îzah bike. Ev bûyer jî wek bûyerek ecêb û sosret bû.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Başûrê Kurdistanê Cotyar Adil her heftê derdiket pêş rojnamegeran û derheqê şerên di navbera PKK û dewleta tirk de daxuyaniyan didin. Di daxuyanan de her tim digot bila PKK ji axa me derkeve. Daxuyaniya xwe ya beriya 5 rojan ji cara yekem got ku dewleta tirk statuya başûrê Kurdistanê hedef digire lê dîsa jî wek dagirkerî bi nav nekir. Lê pêve dîsa zêde kir û got ji ber ku PKK li vir e dewleta tirk êrîş dike. Demekê dirêj e ji aliyê rayedarên başûrê Kurdistan ve daxuyaniyê bi vî rengî tên dayîn. Lê ev daxuyaniyê bi vî rengî di nav raya giştî ya kurd de nayê pejirandin. Zarokek kurd dahî dizane ku dewleta tirk dixwaze Kurdistanê bi seranser dagir bike. Mesele ne PKK ye, bi tevahî statu û destkeftiyên Kurdistanê ye.

Yek ji rêveberiyên berê yê PDK’ê Edhem Barzanî li dij dagirkeriya tirk û bêdengiya rêveberiya başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê, daxuyaniyên girîng dan û ji her du rêveberiyan re name şand ku li dij dagirtiye dewleta tirk bibin xwedî helwest. Daxuyanî û helwesta Edhem Barzanî heta niha li başûrê Kurdistanê li hember dagirkirina dewleta tirk, helwesta herî tund û dijwar bû. Piştî daxuyaniyan Edhem Barzanî got ez li Kurdistanek di bin dagirkeriya tirk de najîm û başûrê Kurdistanê terk kir.

Di 1’ê Hezîranê de parlamenter Revîn Hirorî daxuyand ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê dar û beran dibire û difiroşe. Çawa ku Efrîn dagir kir û dest danî ser zeytûnên Efrînê û bir firot, niha li başûrê Kurdistanê jî cihê ku dagirkiriye dar û beran dibire û difiroşe. Ev yek di raya giştî ya Kurdistanê de bû xwedî bertekek mezin. Lê rayedarên Başûr helwestek dijwar nîşanê vê yekê neda. Heta hîn îdîa hebûn dewlata tirk wan deveran bi pereyan standiye. Ev bûyer rojevek pir girîng girt.

Piştî ve yekê bûyera herî bi talûke û xeter qewimî, 5’ê hezîranê hîn pêşmergên ku wan wek hêzên taybet tên bi nav kirin, xwestin herin hîn deverên Metînayê. Lê di rêde maşîneyeke pêşmergeyan rastî êrîşek ne diyar hat û 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de dewleta tirk êrîşê Mexmûrê kir. Bûyer didin xuyakirin ku ev herdu êrîş bi aweyekî koordîne ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin. Piştî ku bûyer çêbû sibehê çapemeniyê başûrê Kurdistan ên nêzî PDK’ê, bûyer wek êrîşek dewleta tirk nîşan da lê ber nîvro ve ev helwest hate guhertin. Piştî daxuyaniya Serbest Lezgîn ku got PKK êrîş kiriye, bi giştî nûçe hatin guhertin, berê bertekan dane PKK’ê. Lê rayedarên HPG’ê vê yekê red kirin û gotin ne me êrîşê maşîneya pêşmergeyan kiriye û gotin ku ew dixwazin şandeyek were vê bûyerê lêkolîn bike. Piştî vê daxuyaniyê şandeyek ji parlamentoya başûrê Kurdistanê û Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn kir û rapora xwe pêşkêşê parlamentoya Iraq û Başûr kirin. Bi awayek fermî rapor hêj nehatiye aşkerakirin. Lê hîn daxuyaniyên endamê şandeyên di vî warî de hene. Dibêjin ku maşîneya ku hatiye teqandin nîşanê wan nedane. Hîn derdor ên başûrê Kurdistanê û bi taybet dewleta tirk ji vî bûyer pir kêfxweş bûn. Hîn derdor jî xwest vê yekê ji bo êrîşên li ser PKK û şerê di navbera kurdan de bikin zemînek. Piştî bûyerê Mensûr Barzanî got ku bila parlamentoya Başûr bicive û li dij PKK’ê yek helwest nîşan bide. Lê ev yek di nav sazî û partiyên din ên başûrê Kurdistanê de nehat pejirandin. YNK û Goran di paya bilind de daxuyanî dan ku ew li dij şerê navxweyî ne. Hin fermandarên pêşmergeyan ên paya bilind jî gotin ku ew li hember PKK’ê şer nakin. A niha ev alozî û tahlukrya ku şerek di navbera kurdan de derkeve berdewamr. Ji ber ku sewqiyata leşkerî berdewam e. Ev bûyer ji bûyerek ecêb û sosret bû.

Şandeyek aştî û biratî ku înîsiyatifek sivîl û demokratîk bû, xwest li hember dagirkirina tirk û ji bo navbera kurdan de şer derkenekeve li Hewlêrê daxuyanî bide û biçe cihê ku şer lê heye. Lê vê şandeya navneteweyî pêşî dewleta alman asten kir, paşê jî PDK nehişt ku li Hewlêrê daxuyanî were dayîn. Beriya daxuyaniyê çend rojan wezîrê karê navxweyî vê yekê wek mijarek ewlehiyê girt dest û gotin em destûr nadin ku ewlehiya Hewlêrê were xerakirin. Lê ev bûyer ne pirsgirêka ewlehiyê bû. Helwestek neteweyî, demokratîk û aştiyane bû. Ev bûyer wek bûyerek ecêb û sosret cihê xwe girt.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Fermandarê Rûken

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz li Wanê meşiyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz li Wanê meşiyan

Ciwanên Welatparêz li Wanê meşiyan

Ji bo bîranîna Şehîd Sema Yuce pankart!

Ji bo bîranîna Şehîd Sema Yuce pankart!

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.