Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

KCK zelale: Polîtîkaya me ya şerê li dijî komên siyasî û leşkerî yên Kurdan tune

"Gerîla û Tevgera Azadiyê ya Kurdan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan dide û ew ê nîşan jî bidin. Ev berxwedan bi awayekî fedaiyane tê domandin û jin û ciwanên Kurd li hemberî dagirkeran li ber xwe didin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/06/2021 - 17:10
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçan bi hev ve girêdayî ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê wisa ye:

“Li Metîna, Avaşîn û Zapê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerekî giran heye, di navbera hêzên leşkerî yên PDK’ê û gerîla de jî aloziyek heye ku dibe bibe sedema şer.  Fermandarê Giştî yê HPG’ê Mûrat Karayilan jî diyar kiribû hêzên leşkerî yên PDK’ê dixwaze li gelek qadan dora gerîlayan bigire û rewş hatiye asta ku şer çêbibe. Ji bo ku pêşî li şerekî wisa were girtin, bang li gel, rewşenbîr, hunermend û hêzên siyasî yên Kurdan kiribû ku bila berpirsyariya xwe bi cih bînin.

EM BAWER IN WÊ HUNERMENDÊN KURD KARIBIN ROLA XWE YA DÎROKÎ BI CIH BÎNIN

Hunermend û ronakbîrên ku wijdanê gelê Kurd in li Ewropayê bersiva vê bangê dane. Wan diyar kirine ku heke di navbera hêzên taybet ên PDK’ê û gerîla de şerek çêbibe wê ev tişt xisareke mezin bide doza azadiyê ya gelê kurd. Bang kirine ku divê PDK dora qadên gerîlayan negire. Hestên hunermendên Kurd, hest û daxwazên hemû gelê Kurd e. Ji ber vê bihîstyariya wan em hunermendên Kurd pîroz dikin û em bawer in ji bo pêşîlêgirtina vî şerê ku wê bi kêrî dewleta Tirk were, wê rola xwe ya dîrokî bi cih bînin.

Berpirsyariyeke neteweyî ye ku dengê hunermend û ronakbîrên Kurd ji aliyê hemû kesan ve were bihîstin. Di vê çarçoveyê de wê gel û hêzên siyasî yên Kurd berpirsyariya xwe bi cih bînin û ji banga Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan re bibin bersiv.  Ji bo pêşîlêgirtina şerekî ku wê xizmeta dewleta Tirk a dagirker bike, di nav raya giştî ya Kurdan de  bihîstyariyeke mezin pêk hatiye.

POLÎTÎKAYA ME YA ŞERÊ LI DIJÎ HÊZÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ YÊN KURDAN TUNE

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel li ser navê tevgera me, helwesta me diyar kiriye.  Polîtîkaya me ya şerê li dijî komên siyasî û leşkerî yên Kurdan tune. Berevajî wê PDK ji salekê zêdetir e tê ser me, ji ber berpirsyariya me ya li hemberî doza azadiyê ya gelê Kurd, em dûrî şeran sekinîn. Ligel helwesta PDK’ê ya zemînê ji êrîşên dagirker ên dewleta Tirk re amade dike, em bi sebr û berpirsyar tevgeriyan, me hewl da em nebin parçeyekî lîstika dewleta Tirk. Me xwest em bi rêya hevdîtinan, zemîna şer ji holê rakin û me hewl da. Lê di vê pêvajoyê de dema ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk zêde bûye, PDK’ê hêzên xwe li qadên gerîlayan zêde kiriye û ev jî bûye sedem dibe ku di dîroka Kurdan de tiştekî neyînî pêk were. Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel her dem ji hêzên gerîla re gotine bi sebr bin, nekevin şer jî helwesta PDK’ê ev e ku şerek pêk were û şer berfireh bibe. Axaftinên fermandarên PDK’ê yên ku wekî di nav şerekî li dijî gerîlayan de ne û weşanên PDK’ê yên ku dixwaze şer sor bike, tê wateya vî tiştî. Divê gelê me û raya giştî bizanibe ku, heta kêlîka dawîn wê tevgera me dûrî şerekî wisa be. Lê heke di rewşeke wisa de şer pêk were, PDK berpirsyarê vî tiştî ye.

Wezîrê Karê Navxweyî yê PDK’ê ji kesên xwestine ji Ewropa werin Başûrê Kurdistanê, li qadên şer bibin mertalên zindî û şerê li hemberî hêzên leşkerî yên PDK’ê asteng bike jî, bi navê provokasyonê ev kes sûcdar kiriye. Vê provokasyona wan û polîtîkaya xwe ya şer bi propagandayên vî awayî dixwazin veşêrin.  Jixwe li dijî PKK û gerîlayan wekî ku henekê xwe bi hişê gel bikin, her roj propagandayan dikin. Vê helwesta PDK’ê jî cîddîyeta rewşê nîşan dide. Vê helwesta PDK’ê banga Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî girîngtir dike.

Di demeke nêzik de dema ku Ethem Barzanî yê di nav rêveberiya PDK’ê de ye polîtîkaya PDK’ê û têkiliyên wê yên bi dewleta Tirk re rexne kir û ji PDK’ê veqetiyaye, dema ku berpirsyarên YNK’ê diyar kirine ew ê di nav şerê navxweyî yê di navbera Kurdan de cih negirin, helwesta Hîzbû Şûî, bihîstariya hunermend û rewşenbîrên Kurd, daxuyaniyên gelek sazî û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê tê wateya ku şerê di navbera hêzên leşkerî yên PDK’ê û gerîla wekî xetereyeke nêzik tê dîtin. Ji ber xetere nêzik e, daxuyaniyên wisa tê wateya mînakên tevgerên berpirsyar.

DIVÊ PDK DEV JI HELWESTA XWE BERDE  YA KU XIZMETÊ JI DAGIRKERAN RE DIKE

Gerîla û Tevgera Azadiyê ya Kurdan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan dide û ew ê nîşan jî bidin. Ev berxwedan bi awayekî fedaiyane tê domandin û jin û ciwanên Kurd li hemberî dagirkeran li ber xwe didin. Ji bo vê jî ji bo pêşiya dorpêça PDK’ê ya li hemberî qadên gerîlayan were girtin, ev tişt ji bo Kurdan berpirsyariyeke dîrokî ye. Em naxwazin di vî şerî de yê li dijî dagirkeran roleke neyînî ya PDK’ê hebe. Heke PDK di vî şerî de yê ku em li dijî dagirkeran dikin, nebe alîkar jî bila nekeve nav helwesta ku wê qels dike. A niha gelek yekîneyên gerîlayan ên ku divê li dijî dagirkeran şer bikin li hemberî hêzên leşkerî yên PDK’ê tevdîr stendine û ev jî bandoreke neyînî li berxwedanê dike. Hêzên leşkerî yên girêdayî PDK’ê ketine nav qadên gerîlayan, têkiliya di navbera hêzên gerîla de dibirin û xizmetê ji hêzên dagirker re dikin. Divê PDK dev ji vê helwesta xwe berde. Ji ber ku dema li dijî dagirkeran şerek tê kirin nabe ku helwesta partiye Kurdan û hêza wê ya leşkerî wisa be.

DIVÊ GELÊ KURD LÎSTIKÊN DEWLETA TIRK PÛÇ BIKE

Divê gel û rewşenbîrên Kurd, hêzên siyasî vê rewşa cîddî bibînin û ji bo PDK’e bidin sekinandin divê têkevin nav hewldanan. Di vê pêvajoya neyînî de divê giraniya xwe eşkere bikin û lîstikên dewleta Tirk pûç bikin. Ji bo Kurdan peywira herî lezgîn ev e. Divê piştgiriya berxwedana ciwanên Kurd were kirin, li hemberî vê helwestê bin ku wê bandoreke neyînî li berxwedana wan a qehremanî were kirin. Em bawer in wê gelê Kurd li her qadê rabin pêyan û ji bo ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi ser bixin wê rola xwe bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Tîrêjên Rojê du febrîka û 5 wesayit şewitandin

Nivîsa Pêş

Gerîla dîsa lê da: 9 dagirker hatin bê bandor kirin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji HPG’ê çalakî: Li Dersimê kontrayek hate cezakirin

Gerîla dîsa lê da: 9 dagirker hatin bê bandor kirin!

LEZGÎN -Denîz Kaya:”Ji 1’ê Adarê ve hemû girtî dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger”

Denîz Kaya: Roj roja piştgiriya berxwedêran e!

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.