Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Greva Birçîbûnê di roja 47’an de didome

Ji aliyê din li Îzmirê dayika 70 salî Hazal Sûncak a ku tevahiya jiyana xwe bi koçberî, zext, girtin û binçavkirinan derbas kir, ji bo çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/01/2021 - 11:04
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Greva Birçîbûnê di roja 47’an de didome
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 44’emîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 10’an dewr girtî bû, di roja 46’an de ye.

Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: “Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”

Ji aliyê din li Îzmirê dayika 70 salî Hazal Sûncak a ku tevahiya jiyana xwe bi koçberî, zext, girtin û binçavkirinan derbas kir, ji bo çalakiya greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir. Sûncak, diyar kir ku kurê wê yê nexweş jî di greva birçîbûnê deye û got: “Em ê vê bêdengbûnê qebûl nekin.”
Gelê kurd ji avabûna Komarê ve li dijî zext, girtin, kuştin, binçavkirin, şewata gundan û koçberiya bi darê zorê, li her qadê li ber xwe didin. Yek ji malbatên kurd ên her tim rastî hemû awayên zextên dewletê hatine malbata Sûncak e. Malbata Sûncak a li gundê Tînate ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dijiya, ji ber zextên dewletê û pirsgirêkên xizaniyê neçar dimîne ku berî 57 salan koçî navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê bike.
Malbata ku hewl dide li Kadîfekale jiyana xwe dewam bike, di mehên zivîstanê de, diket ser rêya gundê xwe û dixwest biçe gundê xwe yê bi zorê terk kirî. Di salên 1990’an de, ji ber zêdebûna zextên dewletê gundê malbata Sûncak tê şewitandin û cerdevanî li gundiyan tê ferzkirin. Malbat ji wê rojê şûn de, nikare biçe gundê xwe. Li gel ku rêyên gund li malbata Sûncak tên girtin jî, dîsa zextên li ser ferdên malbatê bi dawî nabin.
Malbat, bi avabûna Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) re di sala 1994’an de beşdarî xebatên partiya siyasî dibe û bi vê re zextên li ser malbatê zêdetir dibin. Malbata carek din dibe bi êrîş, serdegirtina  malê, binçavkirin û girtinê re rûbirû dimîne. Ya ku herî zêde para xwe ji êrîş û zextan digire Hazal Sûncak a 70 sali ye. Sûncak, 57 salên ku her tim rastî êrîş û zextan hatin vegotin.
Sûncak, diyar kir ku tevahiya jiyana wan dibin zilmê de derbas bû û wiha axivî: “Her tim zilm û zordarî me hat kirin. Mîna tayê porê min, bi ser mala min de girtine. Çi dema ku liv û tevgerek li Kadîfekale çêbe, bi hinceta ‘di mala we de terorîst hene, derbarê we de îxbar heye’ bi ser mala me de digirtin.”
Sûncak, bal ser serpêhatiya xwe û wiha got: “Di encama serdegirtina malê de, ez di sala 1997’an hatim binçavkirin û girtin. Ez 3 salan di girtîgehê de mam. Tu carî li dijî malbata min zext bi dawî nebûn. Zextên li ser me tu carî ne guhertin. Her tim eynî ne. Me jî her tim li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam kir.”
Sûncak, da zanîn ku kurê wê Yilmaz Sûncak ji ber zextên li dijî malbatê di sala 1989’an de tevlî PKK’ê dibe û wiha rêz kir: “Kurê min piştî 4 salan hat binçavkirin. 50 rojan îşkeceyên herî giran lê kirin. Dûre girtin û cezayê muebeta giran lê birîn. Di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) navê kurê min heye. Nexwiyên wî yên giran hene. Niha li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de, di greva bîrçîbûnê de ye. Peçenşêra tîroîtê bi kurê min heye. Dîsa nexweşiyên KOAH û şekir pê re hene. Êdî çavên wî baş nabîne. Ji ber ku di girtîgehê de nayê dermankirin, her ku diçe rewşa wî girantir dibe.”
Hazal Sûncak, ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, banga hestiyariyê li raya giştî kir û ev peyam da: “Em weke dayîkên zarokên wan di girtîgehan de ne, aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin. Ji bo vê em têkoşîna xwe dewam bikin. Em li pişt têkoşîna zarokên xwe ne. Divê tavilê tecrîd rabe. Zarokên me, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Em ê vê bêdengiyê qebûl nekin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan Mersînê li dijî tecrîtê xebatên nivîsandinê kirin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Zarokên Agir ji bo Licê şewitand

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Înîsyatîfa Zarokên Agir li Bursa û Stenbolê çalakî pêk anî

LEZGÎN - Zarokên Agir ji bo Licê şewitand

Hêza we têra ciwanan nake: www.nuceciwan66.com di weşanê de ye

Hêza we têra ciwanan nake: www.nuceciwan66.com di weşanê de ye

Manşet

  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.