Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG’ê Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/11/2020 - 15:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
NPG’ê Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel peyamek weşand û Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.

Peyama fermandariyê wiha ye:

“Li eyaleta we, di dema operasyona berfireh de ku 2’ê Cotmehê di encama xiyanetekê de dest pê kir û heta 27’ê Cotmehê dewam kir, berxwedana ku hêzên we yên eyaletê nîşan dan, serketineke girîng e. Rûpelekî nû li dîroka têkoşînê ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê zêde bû ku bi lehengiyan dagirtî ye.

Beriya her tiştîem hevalan hemûyan û hêza we ya fermandariyê silav dikin ku di vê pêvajoya operasyonê de bi îradeyeke xurt bersiva pêwîst da dijmin û bi xurtkirina berxwedanê xeta xiyanetê perîşan kir.

Dewleta Tirk a qirker mêtinger ku li pêşberî gerîla bi rengekî dîrokî têk diçe, salên dawî xwe dispêre teknîk û îstîxbaratê û bi vî rengî hewl dide vê têkçûna xwe binixumîne. Aliyekî din ê vê hewldanê jî şerê psîkolojîk ê taybet e. Weke encama vê hewldanê jî timî ‘tasfiyeya gerîla’ tîne ziman û ji bo vê yekê pêk bîne, çi jê tê dike. Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi xeta serdema nû ya gerîla, bi taktîkên afirîner, bi liv û tevgera xwe û rêbaza çalakiyan daxwaza dewleta Tirk a dagirker di ber de dihêlin.

Hêzên we yên eyaletê, li dijî operasyona berfireh a ku mehekê dewam kir, bi berxwedana xwe ya li Glîdaxê û performansa ku nîşan dan, êrişên dijmin ên ji hewa û bejahî v hemû pûç kirin. Hêzên dijmin ku hîn di rojên destpêkê yên operasyonê de ketin nava panîkê, li hev dan. Teknîk û îstîxbarata wan a ku gelekî propaganda wê dikin, li pêşberî rêbaza dema nû ya gerîla bêencam ma, lewma vê carî çekên kîmyewî bi kar anî û di encamê de cenazeyên xwe şewitand, lê dîsa jî nekarî encama dixwest bi dest bixe. Medya Tirk a derewîn û sextekar îdîa kir ku di vê operasyonê de 9 windahiyên me hene, lê belê di van çalakiyan de windahiyekî me jî çênebû ku ev yek serketina şênber a vê berxwedanê ye.

Cenazeyên dijmin ên hatin cezakirin li gel ewqas êrişan jî bi saetan di kontrola gerîla de man, çek û malzemeyên leşkerî ji ser wan hatin rakirin û vê yekê jî dagirker neçar hişt ku li windahiyên xwe mikur bên. Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî profesyonelî û rêbaza lêdanê ya xurt a Gerîlayên Azadiyê xitimî û bêçare ma, di dema operasyonê de neçar ma ku 3 caran hêzên xwe biguherîne. Ev berxwedana ku bi îradeya milîtanî ya Apoyî, bi hêrsa tolhildanê ya hevrêyên me yên şehîd û baweriya bi serketinê hate kirin, xeyalên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a faşîst li çiyayên Serhedê têk bir, bevila dijmin bi erdê re kişand û derseke dîrokî da dagirkeran.

Em fermandar û hevrêyên şervan hemûyan ên tevlî vê pêvajoya berxwedanê bûne pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê rêbaz û taktîkên Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi rengekî afirîner xurt bikin, bi vî rengî mohra xwe deynin binê serketinên mezin. Di serî de fermandariya we û di şexsê fermandariya we de Hêzên Eyaleta Serhedê hemûyan silav dikin, bi hestên şoreşgerî serketinê ji we re hêvî dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HPG’ê 3 caran bi taktîka sabotajê li dagirkeran xist

Nivîsa Pêş

“Çekên PDK ji Tirkiye digire wê bibin bela”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
“Çekên PDK ji Tirkiye digire wê bibin bela”

"Çekên PDK ji Tirkiye digire wê bibin bela"

ROJEVA 01’Ê MIJDARA 2020’AN

ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2020’AN

Manşet

  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.