Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên ku li Cûdî Şehîd bûbûn eşkere kir

HPG'ê ragihand ku gerîlaya YJA Starê Rûken Cûdî û gerîlayên HPG'ê Îhsan Nûrî Agirî û Çiya Harûn di 18'ê Cotmehê de li çiyayê Cûdî di dema operasyona artêşa Tirk de, di şer de şehîd bûn û ew bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/10/2020 - 14:14
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 Gerîlayên ku li Cûdî Şehîd bûbûn eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Di 17 û 18’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Difinê ya çiyayê Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiribû û di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şerekî giran qewimî bû. Di vê operasyona dagirkeriyê de ku du rojan dewam kir, hevrêyên me Rûken, Îhsan û Çiya bi lehengî şer kirin, derbên giran li dagirkeran xistin û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Rûken Cûdî
Nav paşnav: Emîne Başak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Hacî
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Cotmeha 2020 / Cûdî
Nasnav: Îhsan Nûrî Agirî
Nav paşnav: Mehmet Nûrî HÛsîdûr
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Bîrsen-Remzî
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Cotmeha 2020 / Cûdî
Nasnav: Çiya Harûn
Nav paşnav: Sadik Yurek
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Cotmeha 2020 / Cûdî

RÛKEN CÛDÎ

Hevrêya me Rûken li nava malbateke welatparêz a li warê welatparêziyê yê Kurdistanê li Botanê ji dayik bû. Ji ber vê nasnameya malbata xwe hevrêya me Rûken hîn di zarokatiyê de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û piştî ku demekê li qada karên legal xebitî, berê xwe da nava refên gerîla. Ji dema ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û pê ve bi baldarî û daxwazeke mezin hewl da jiyana gerîla nas bike; her ku jiyana gerîla, têkiliyên hevrêtiyê yên li nava gerîla û felsefeya Rêbertî nas kir hîn bi xurtî û bi eşqeke mezin bi gerîla û feslefeya jiyanê ya Rêber Apo ve hate girêdan. Hevrêya me Rûken ev dilsozî û sekna jina azad a ku xwe ji nû ve diafirand, bi îdeolojiya Rêber Apo xwedî kir. Bi vî rengî bû nîşaneya şênber a guherîn û veguherîna mezin a jinan bi Tevgera Azadiyê li Kurdistanê bi dest xistine. Hevrêya me Rûken li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr, girîngiya Artêşbûna Jinê baş fêhm kir û bû fermandareke biryardar a YJA Starê. Bû hevrê û şopdareke xurt a Bêrîtan, Azîme û Zîlanan. Hevrêya me Rûken ku haya xwe ji zor û zehmetiyên pêvajoya heyî hebû, bi vê têgihiştinê erk û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih dianî. Li qada Cûdî ku bi hesreteke mezin lê vegeriya, her kêliya xwe bi berpirsyarî derbas kir ku hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd bibe. Bi biryardarî û cidiyeteke mezin tevlî her karî dibû û serketin weke yekane pîvan danî pêşiya xwe. Li ser vê bingehê tevlî her çalakiya li dijî artêşa Tirk a dagirker bû. Hevrêya me Rûken bi vê taybetmendiya xwe, bi sade, xwezayî û hevaltiya xwe, cihê xwe di dil û mejiyê hevrêyên xwe de girt.

ÎHSAN NÛRÎ

Hevrêyê me Îhsan Nûrî li nava malbateke welatparêz a li Agiriyê ji dayik bû, zû bi polîtîkayên qirker nijadperest ên dewleta Tirk a mêtinger qirker ên li dijî gelê Kurd hesiya û li dijî vê yekê kete nava lêgerînekê. Hevrêyê me Îhsan felsefeya Rêber Apo nas kir û berpirsyariyên xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de dît. Li ser vê bingehê sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Li çiyayên azad di her kêliyên perwerdeyê de xwe ji nû ve diafirand û di xeta milîtaniya fedayî de şareza dibû. Hevrêyê me Îhsan Nûrî her wezîfeya ku pê radibû bi cidiyet û hesasiyeteke mezin bi cih dianî, bi vî rengî di rêya fermandariya pêşeng de bi biryardarî meşiya. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe giran kir, di şerê dijî dagirkeran de cihê xwe li refên herî pêş girt û bi têgihiştina pêşengiyê û kedeke mezin tevgeriya. Hevrêyê me Îhsan Nûrî ku li eniya berxwedanê bi pêşengî û bi taybetmendiya xwe ya gelêrî, bi kedkariya xwe dihate naskirin, li Botanê tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dewleta Tirk a mêtinger xist û her tim bi rêbaza fedayî ya Apoyî tevgeriya.

ÇIYA HARÛN

Hevrêyê me Çiya li nava malbateke welatparêz a Sêrtê ji dayik bû, polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî welatparêziya Botanê û hewldanên ji bo tunekirina dilsoziya Botaniyan a bi xaka xwe re dît û li dijî zîhniyet faşîst ji bo cihê xwe di nava berxwedana rûmetê de bigire tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Çiya ku bi kedkarî û fedakariya xwe dihate naskirin kevneşopiya berxwedêrî û welatparêziya xwe bi rêbaza milîtaniya Apoyî re kir yek û veguherî îradeyeke xurt. Her wezîfe û berpirsyariya xwe bi serketineke mezin bi cih anî. Bi kesayetiya xwe ya fedayî Û kedkariya xwe şopeke mezin li Botanê hişt.

Van hevrêyên me bi sekn, têkoşîn û şehadeta xwe li Cûdî destana lehengiyê nivîsandin. Di serî de malbatên hêja yên van şehîdên me yên leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya şehîdan bi ser bixînin.”

 

1 Ji 16
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tevgera Ciwanên Şoreşger: “Pêwîste SOHR lêborînê ji Tevgera me bixwaze”

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Ji Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî

LEZGÎN - Ji Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî

KJK: Em li ser rêya dayikên berxwedêr in

"Amadekariya PDK'ê ya ji bo operasyona li qadên Gerîla gelekî metirsîdar e"

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.