Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê ji bo Bavê Şêx peyama sersaxiyê weşand

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê ji bo lîderê olî yê Êzidiyan Bavê Şêx peyama sersaxiyê weşand û diyar kir, "Yekîtî daxwaza wî ya herî mezin bû. Bi yekîtiyê û avakirina sîstema xweseriya demokratîk dikare bersiv ji bîranîna wî re bê dayin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/10/2020 - 14:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK’ê ji bo Bavê Şêx peyama sersaxiyê weşand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ji ber wefata lîderê olî yê Êzidiyan Bavê Şêx daxuyaniyek da.

‘WINDAHÎ Û ÊŞEKE GIRAN E’

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

“Bi êş û xemgîniyeke mezin me bihîstin ku lîderê olî yê civaka me ya Êzidî Bavê Şêx koça dawî kiriye. Ev wefat tevî civaka me ya Êzidî ji bo Kurdên welatparêz ên ji her baweriyê, windahî û êşeke giran e. Ji ber wefata wî em sersaxiyê ji malbata Bavê Şêx, ji civaka xwe ya Êzidî re dixwazin. Em hevxemê wan in, sebrê ji wan re hêvî dikin. Em di wê baweriyê de ne ku civaka me ya Êzidî bi mezinkirina yekîtiya xwe û bi xurtkirina saziyên xwe yên demokratîk dikare bersivê bide bîranîna Bavê Şêx.

Mertebeya Bavê Şêx di dîroka berxwedana Êzidiyan de bûye yek ji çeperên herî girîng. Eger li gel fermanan jî civaka me ya Êzidî hebûna xwe didomîne, para vê saziyê gelekî girîng e ku hişmendî, îrade û welatparêzî daye gelê me. Eger Êzidî li gel hemû fermanan, zor û zehmetiyan hebûna xwe ya civakî domandine, di vir de gelekî deyndarê saziya Bavê Şêx û nûnerên vê saziyê ne. Bêguman saziyên ku baweriay Êzidiyan afirandine û nûnerên wan saziyan, Êzidiyatî û Êzidî gihandine vê serdemê. Bavê Şêx hewl dida vê kevneşopiya baweriyê di vê serdemê de temsîl bike. Ev yek di heman demê de çand, hişmendî û sekneke xweparastinê ye. Em di wê baweriyê de ne ku civaka me ya Êzidî wê bi vê hişmendiyê bersivê bidin bîranîna Bavê Şêx, hêzên xwe yên xweparastinê û saziyên xwe yên xwerêveberiyê mezin bikin, xurt bikin.

‘DAXWAZA WÎ YA HERÎ MEZIN YEKÎTÎ BÛ’

Tişta ku Bavê Şêx herî zêde dixwest, yekîtiya Êzidiyan bû. Ji Êzidiyan re gotiye; rêxistinbûna xwe xurt bikin, li dijî qirker û hevkarên wan, xwe biparêzin. Weke ku tê zanîn Bavê Şêx timî ji civaka Êzidî dixwest ku li xaka xwe vegere, di nava xwişk û biratiyê de bijîn û ji bo vê jî hêza xwe ya manewî bi kar anî, bang kir. Daxwaza wî ya herî mezin ew bû ku Êzidî di rewşeke azad û demokratîk de hebûna xwe bidomînin.

Jiyana demokratîk û xweser ku armanca Êzidiyan e îro li Şengalê gav bi gav pêk tê, berxwedana ji bo vê yekê dewam dike. Ev berxwedan di heman demê de li gorî taybetmendiyên civaka demokratîk û azad a civaka me ya Êzidî hewldana xwenûkirinê ye. Weke ku tê zanîn Bavê Şêx qebûl kir ku jinên Êzidî yên di fermana dawî de dîl hatin girtin ji nû ve tevlî civakê bibin, ku ev yek di Êzidiyatiyê de nûbûneke mezin bû. Ev nêzîkatiya hevgir û nûparêzî ya Bavê Şêx di rojên herî zehmet de bû destek û moraleke mezin ji bo Êzidiyan. Ji bo çareseriya pirsgirêkan bû piştgiriyeke mezin. Ev û nêzîkatiyên bi heman rengî, otorîteya Bavê Şêx a li nava Êzidiyan mezintir kir, hezkirin û hurmeta jê re zêdetir kir.

‘BI YEKÎTÎ Û XWESERIYÊ BERSIV JI BÎRANÎNA WÎ RE DIKARE BÊ DAYIN’

Civaka me ya Êzidî piştî fermana dawî bi lez gavên ji bo xwenûkirinê avêt. Di vê çarçoveyê de hêzên xweparastinê û saziyên demokratîk bi rêxistin kirin. Di meşandina vî karî de piştgiriya manewî ya Bavê Şêx bû alîkar. Bi taybetî rê û rêbazên ku piştî fermana dawî ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da wê neyên jibîrkirin. Bavê Şêx bi van taybetmendiyên xwe ne tenê ji bo Êzidiyan ji bo tevahiya Kurdan bûye kesayetekî girîng. Têkiliyên ku dixwest bi baweriyan hemûyan re deyne, qîmetê wî zêde kir, dostên nû li Êzidiyan zêde kir. Hewldana wî ya tevgir û çêker, di nava Êzidiyan de ew kir lîderekî baweriyê ku her tim bê bîranîn. Wefata wî di serî de ji bo civaka Êzidî ji bo tevahiya gelê me bûye windahiyeke mezin.

Bi navê tevgerê, em êş û xemgîniya xwe ya ji ber wefata Bavê Şêx careke din diyar dikin û destnîşan dikin ku em êşa civaka xwe ya Êzidî parve dikin. Ji ber wefata wî em sersaxiyê ji malbata wî ya dilşewat û tevahiya civaka xwe ya Êzidî re dixwazin. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku Bavê Şêx wê berpirsyariya wî hilde ser milê xwe û civaka Êzidî wê bi yekîtiya xwe û avakirina sîstema xwe ya xweseriya demokratîk bersivê bidin bîranîna wî.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Desthilatdariya AKP-MHP’ê dest danî ser Şaredariya Qersê

Nivîsa Pêş

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê supermarketek û febrîqeyek şewitandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê supermarketek û febrîqeyek şewitandin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê supermarketek û febrîqeyek şewitandin

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.