Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû: Divê PDK hişyariyan li ber çavan bigre

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu destnîşan kir ku di vî şerê cîhanê yê sêyemîn de Kurd ancax bi yekîtiyê dikarin biser bikevin, lewre divê pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin. Karasû got: “Çareseriya rast, çareseriya ku gel daniye holê ye. Divê alozî zêdetir neyê dirêjkirin, PDK van hişyariyan li ber çavan bigire û dawî li vê aloziyê bîne.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/05/2020 - 17:50
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû: Divê PDK hişyariyan li ber çavan bigre
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu şevê din tevlî bernameya bi navê “Ulkeden (Ji Welat) a televizyona Medya Haber bû û bersiv da pirsên têkildarî geşedanên li herêmê.

Mustafa Karasu li ser pirsekê têkildarî bûyera Zînî Wertê û rewşa dawî jî nirxandin kirin.

Karasu bi pirsa “Bûyera Zînî Wertê (Estêrokan) çawa derket?” dest bi nirxandina têkildarî mijarê kir û ev tişt anîn ziman: “Helbet bi siyaseta dewleta Tirk re derket. Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna azadiyê ya Kurd teng bike, dorpêç bike û bi fetisîne. Wateya hatina Zînî Wertê jî hewldana fetisandina PKK’ê ye. Ji ber vê yekê, nêzîkatiya li Zînî Wertê nêzîkatiyeke xizmetê ji siyaseta dewleta Tirk re dike ye.Ti peywendiyeke viya bi berjewendî û siyaseta PDK’ê re nîn e. Her wiha ti peywendiya wê bi gelê Başûrê Kurdistanê, statûya wê, azadiya wê re nîne. Ti peywendiya wê bi Başûrê Kurdistanê re nîn e.”

‘KORONAVÎRÛS DIKARE JI HER DERÊ  DERBAS BIBE, LÊ NIKARE JI HERÊMÊN GÊRÎLLA DERBAS BIBE’

Karasu, bal kişand ku ti peywendiya bûyera Zînî Wertê bi wê bi vîrûsa koronayê re jî nîn e û wiha dom kir: “Vîrûsa koronayê dikare di herderê re derbas bibe, lê nikare ji herêmên me, ango ji herêmên gerîla derbas bibe. Li her derê DAIŞ tê êrîş dike, lê li herêmên ku gerîla lê hene, nikare êrîşî gel bike. Bila biçin ji gelê Qendîlê bi pirsin; gelê ku herî azad û demokratîk dijî li qada Qendîlê ye. Ti desthilatiyeke otorîter li ser wan nîne. Eger yek şaş nêzî gel bibe, PKK bi ser de diçe, hesap jê dixwaze. Qadên ku dewletê nas nakin û civakeke azad avakirine, qadên gerîla ne. Gerîla li ser gel zextê nake, otorîte ava nake, axatiyê nake. Gel giliya gerîla nake, lê dibe bi tirs nêzî pêşmergeyên PDK û YNK’ê bibin. Dizane eger gerîlayekî PKK’ê şaş nêzî wan bibe wê fermandarên wan hesabê jê bixwazin. Ji ber vê yeke ez wate nadim ka çima pêşmergeyên PDK’ê hatine vir.”

‘MA DÊ KURD BI ŞERÊ LI DIJÎ HEVDÛ QEZENÇ BIKIN?’

Mustafa Karasu, bibîr xist ku bi destpêkirina aloziya li Zînî Wertê re bang kiriye ku her hêzek vegere cihê xwe, pêwîste di navbera Kurdan de pirsgirêk dernekevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me got, bila herkes vegere cihê xwe. Çima şer di navbera aliyên Kurd de were derxistin. Kurd dikarin ji vî şerê cîhanê yê sêyemîn, ji bo bidestxistina statûyê sûd werbigirin. Niha çima bihev bikevin ango bihevre şer bikin? Di demên wisa de divê Kurd bibin yek. Di dema şerê cîhanî yê sêyemîn de herkes li Rojhilata Navîn dixwaze parek ji xwere bigire û cihê xwe bihêz bike. Başe di vê rewşê de ma wê Kurd bi hevketinê û şerê li dijî hev re bi awayeke bi hêz ji vê pêvajoyê derkevin? Ma tiştek wisa dibe? Ev tiştekî gelek şaşe.”

‘PÊWÎSTE PDK ALOZIYÊ DIRÊJ NEKE’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Karasu da zanîn ku hêzên PDK’ê yên hatine Zînî Wertê hîn jî li cihê xwe mane, lê divê biçin, alozî zêde neyê dirêjkirin û wiha axivî: “Ez ji bo gelê Kurd û bi taybet jî ji bo PDK’ê dibêjim; evqas dirêjkirina aloziyekê xirabe. Evqas dirêjkirina aloziyekê rast nîne. Eger tu aloziyekê dirêj bikî, wê li cihekî pirsgirêk rû bide. Ji ber vê yekê, divê bêyî ku aloziyê dirêjtir bikin, dawî lê bînin. Divê raya giştî jî di vê mijarê de hişyar be. Rewşeke asayîbûnê nîne, divê ev rewş bi dawî bibe. Divê raya giştî ya Kurd li ser vêya raweste. Divê PDK jî dest ji vê israrê berde. Divê neke xirûr. Başe dibêje, ji bo vîrûsa koronayê hatine wir, niha korona xilas bûye, vegerin. Mane digotin ji ber koronayê hatine û ji raya giştî re jî wisa gotin? Yên coxrafyayê nizanin, li ser televîzyonan dibêjin, Zînî Wertê li sînorê Îranê ye. Ji bo ji sînorê Îranê derbasê Zînî Wertê bibin, divê çend seytere derbas bikin. Yan jî wê di çend qadên gerîla û li gel yekîneyan re derbas bibin. Tiştek wisa nîne û Zînî Wertê sînor jî nîne. Weke fermî her ji berê ve weke qadeke YNK’ê tê zanîn. Raste qadeke dibin serweriya me de ye, lê ji berê ve gundên herêmê weke îdarî karên xwe li gel YNK’ê pêk tînin. Di vê mijarê de em jî asteng nakin. Di miijarên îdarî de em astengî ji bo kesê çênakin, berovajiyê wê hêsankariyê çêdikin. Gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û raya giştî evqas daxwaz dikin PDK ji wir derkeve. Bila hema pirsgirêkek me jî raya giştî ango gel çareser bike. Ma divê em her pirsgirêkên xwe bi xwîn û şer çareser bikin? Ma ev raste? Eger Kurd ketibin navberê, mirovên aqilmend, rewşenbîr,hunermend ketibin navberê û dixwazin pirsgirêkê çarerser bikin, bila bi gotina wan bikin. Ma niha ev nêrînên gel li ber çavan nayên girtin? Başe; kengê pirsgirêkek derket, em bihev bikevin û çareseriyê wisa pêş bixin? Ma çareseriyek wisa dibe? Çareseriya rast, çareseriya ku gel daniye holê ye. Carek din dibêjim, divê alozî zêdetir neyê dirêjkirin. divê PDK van hişyariyan li ber çavan bigire û dawî li vê aloziyê bîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Dewleta Tirk û Rûsya çeteyên li Sûriyê ber bi Lîbyayê ve dişînin”

Nivîsa Pêş

Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin

Temaşevan dikarin belgefîlma Siya Avê di înternetê de temaşe bikin

Polîsên Tirk di faşîzmê de bi israrin!

Polîsên Tirk di faşîzmê de bi israrin!

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.