Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Peyama PKK’ê ya ji bo ‘Hefteya Lehengiyê’

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê peyamek weşand, ku Kurd di navbera 21 û 28'ê Adarê de pîroz dikin û berxwedêran bi bîr tînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/03/2020 - 11:45
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK: Bi lezgînî pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi sernavê “Ji Mazlûm heta Mahsûm pira berxwedanê ya azadîparêz” peyamek weşand û bang kir, ku her kes li dijî mêtingeriyê li dora şehîdên berxwedanê kom bibin, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bi dawî bikin û demokrasî û azadiyê bi dest bixin.

Peyama PKK’ê ya li ser Hefteya Lehengiyê wiha ye:

“Rastiya lehengiyê beriya her tiştî dîroka jinûve vejîna gelekî ye. Di nava gelek gelên cîhanê de kêliyên wiha dîrokî hene. Eger gelek hîn nû derdikeve ser dika dîrokê û xwedî pêşengan e, her wiha eger gelek li ber tinebûnê ye û metirsiya qirkirinê li ser heye, dema ku hinek radibe û li dijî vê sekna berjêr disekine, eger wî gelê li ber koletiyê dixin ser rêya azadiyê, hingî li wir qehremaniyeke heye.

Li xaka Kurdistanê di nava du sed salên dawî de bi taybetî di nava sed salên dawî de zexteke Qirkirina Çandî heye. Li dijî Kurd û Kurdistanê rojane qirkirina çandî tê kirin. Darvekirina Qazî Mûhammed, Peymana Cezayîrê, Helebçe, Enfal, komkujiyên Gazî, Qamişlo û Efrînê tenê çend ji van êşên dîroka me ye.

Lewma meha Adarê ji bo Kurdan bûye meha komkujiyan, lê di heman demê de ji bo Kurdan meha destpêka biharê ye, meha berxwedanê ye, meha hişyariya li jiyan û vejînê ye.

Ya ku ev berxwedan bi rengekî lehengiyê gihand asta herî bilind, dilsoziya bi bîranîna Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz-Egîd e ku Mazlûm Dogan li zindana Amedê bi sê derbikên niftikê Newroz pêşwazî kir û Mahsûm Korkmaz di 28’ê Adara 1986’an de li Gabarê şehîd bû.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku şopdarên sembola têkoşîna me ya azadiyê Egîdan e, hem dilsozê vê bîranînê ne, hem jî ji bo armancên Egîdan pêk bînin, têkoşîna azadiyê ya mezin herî zêde di Hefteya Lehengiyê ya 21-28’ê Adarê de meşandin. Ji xwe Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî, Semayan di vê mehê de bedena xwe dan ber agir ku bûn navê jinûve afirandina gelekî bi agir û li ber qirkeriyê rabûn. Gelê me li dijî rejîma Baas, bi Derwazeyê Raperîn re dest bi berxwedanê kir û di nava vê mehê de berxwedana xwe pêl bi pêl li tevahiya başûr belav kir. Bi vî rengî nîşan da ku wê serî li ber mêtingeriyê netewîne. Çiyageran di vê mehê de berxwedana xwe gihandin asta herî bilind.

Lewma meha Adarê ji bo Kurdan hem ew meh e ku zilm gihîştiye asta herî bilind, hem jî berxwedana li dijî vê zilmê bi îradeya awarte ya mirovan re, bi her biharê re di asta bêhempa de hate meşandin.

Hevrêyên me Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz, ew kesayet in ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî xweser û taybet in. Bi kesayetiya xwe di nava têkoşîna azadiyê de pêngav dan destpêkirin. Mînakên bijarte û herî mezin ên kesayetên nû yên mirovan e.

Mazlûm Dogan li zindana Amedê di nava şert û mercên herî giran de, di rewşekê de ku têkiliya xwe bi partiyê û berxwedêrên li zindanan nebû, bi rengekî heybet li ber hovîtiya dûrî mirovahiyê ya dewleta TC’ê rabû. Çalakiya wî ku di nava bêderfetiyê de nîşan da, pîrozkirina cejna Newrozê bi sê derbikên niftikê bi tena serê xwe, şehadeta wî ji bo têkoşîna me ya azadiyê bû mîladek. Bi şehadeta xwe re hem rêya berxwedanê ji nû ve nîşanî hevrêyên li zindanan da hem jî nehişt ku dijmin êdî jiyana mirovan weke amûrekê bi kar bîne. Dirûşma ‘Berxwedan jiyane’ di nava van şert û mercên giran de hem bû gotina biryardariya li berxwedanê, hem jî weke îradeya ji pola bû meşaleyeke Kurdistanê.

Bîranîna Egîd, vegotina têkoşîna wî; bîranîna yek ji lehengên pêşeng ên têkoşîna me ya demokrasî û azadiya civakî û neteweyî ye, fêhmkirina vê destanê ye. Fêhmkirina milîtanekî ye ku xeyalên azadiyê yên gelekî di kesayetiya xwe de li hev civandiye. Ji ber vê yekê fêhmkirin û bîranîna Egîd tê wateya bîranîna pêşengekî gel, milîtanekî dildarê gel ku li refên herî pêş ji bo têkoşîna azadiyê meşiya. Ew ê her tim sembola serdema lehengiyê ya têkoşîna me ya berxwedana neteweyî be û bi timî bi vî rengî bê bîranîn!

Dema ku milîtaniya PKK’ê tê gotin, tişta ku destpêkê tê bîra mirovan; milîtaniya afirandina derfetan di nava bêderfetiyê de ye. Ew milîtanî ye ku rastiyeke nepêkan pêkan dike. Lewma bi nava vê milîtaniyê de nabe nîne. Asta ruhê azadiyê ye. Ya ku ev yek di nava PKK’ê de neqişand, îradeya Mazlûm Dogan e, hevrêtî, hezkirin, dilsozî, hesasiyet, hostatiya taktîkê, kûrbûna îdeolojîk û teorîk û sekna gerîla ya bi dîsîplîn a Egîd-Mahsûm Korkmaz e. Ev yek, cewhera berxwedanê ya ji Mazlûm heta Mahsûm, kîmyaya xeta azadiyê ya kesayetên tehma azadiyê kiriye.

Ya girîng ew e ku di dem û cihê ku faşîzm herî zêde êriş dike, kî herî zêde xwedî li vê sekna azadîparêziyê ya nû, li vê kîmya nû xwedî derdikeve. Lewma, di demekê de ku em ‘Hefteyeke Lehengiyê’ ya nû li pey xwe dihêlin, ji her demê bêhtir girîng e ku pirsên; ya divê bê şopandin çi ye, tiştên divê bên kirin çi ne, dilsoziya rast a bi têkoşînê re divê çawa be? bên pirsîn.

Li ser vê bingehê em bang li gelê me, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, ciwanan û her kesên bi hesreta demokrasiyê ne dikin; li dijî vê rejîma zordar rabin -nexweşiya kapîtalîzmê jî ji bo xwe bi kar tîne- ku faşîzma herî dijwar li her kesî dike, xwe bigihînin ruhê Mahîran ê li Kizildereyê şehîd bû û li ser bingeha biratiya gelan, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê ya ji Mazlûman Heta Egîdan bi dilsoziya bi şehîdan re li dijî faşîzm û mêtingeriyê li dora şehîdên berxwedanê kom bibin, faşîzmê hilweşînin, dawî li tecrîdê bînin û demokrasî û azadiyê bi dest bixin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta tirk a dagirker gundên Sîdekanê topbaran dike

Nivîsa Pêş

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê: ‘Şoreşa PKK’ê şoreşeke çandî ye’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê: ‘Şoreşa PKK’ê şoreşeke çandî ye’

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê: 'Şoreşa PKK'ê şoreşeke çandî ye'

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.