Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Starta Newrozê: Bi giyanê yekîtiya neteweyî ber bi Newrozê ve!

Kurdan li Amedê starta Newrozê dan. Bang hate kirin ku Kurd bi giyana yekîtiya netewî tevlî Newrozê bibin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/03/2020 - 12:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Starta Newrozê: Bi giyanê yekîtiya neteweyî ber bi Newrozê ve!
ParvekeTweet

AMED – Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navçeya Sûrê, bi civîneke çapameniye starta pîrozbahiyê Newrozê hat dayîn. Di civînê de banga tevlîbûna Cejna Newrozê hate kirin.

Li Amedê bi beşdariya hevserok, hevberdevk û nunerên partî û tevgerên Kurd starta pîrozbahiya Newroza 2020’an bi civînek çapemeniyê hat dayîn. Civîn bi beşdariya Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, nûnerên Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek, Nûnerê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakûr) Bora Balîn û parlamenterên HDP’ê beşdarî civîna starta Newrozê bûn. Civîn li Otêla Demîr a navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat û pankartên “Bi Rûhê Newrozê Yekîtiya Neteweyî” û “Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê” hatin daliqandin. Di civinê de metneke hevpar ku hatibû amadekirin bi Kurdî û tirkî hat xwendin. Metna Kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û metna tirkî jî ji aliyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hat xwendin.

Metna hevpar a ji aliyê Kamaç ve hat xwendin wiha ye:

“Erdnîgariya Kurdistanê, li gel şerê bi hezaran salan, qetlîam û koçberkirinê bi saya hilberîna axa xwe ya bi bereket malovanî ji gelan, baweriyan û çandan re kiriye. Gelê Kurd ê qedîm bi hezaran sal in ku li ser vê erdnîgariyê dijî, bi serdeman e ku bi gelên cîran re di nava aşitiyê de jiyaye, destwerdanî tu ziman û çandan nekiriye, çav berî axa kesî nedaye, bi rûmetdarî jiyana xwe berdewam kiriye.

Li hêlekê vê axa dîrok zilm û qetlîam, li hêla din jî daîma kevneşopiya berxwedanê pêş ketiye. Gelê Kurd li hemberî zaliman di warê berxwedanê de bûye hêza pêşeng, bi salan e li hemberî Dehaqên zalim, Kawayên berxwedêr afirandiye (derxistiye).

Gelê Kurd bi hezaran salan e ji bo mezinkirina berxwedanê her sal di 21’ê adarê de vê rojê wekî cejna ji nûve zayînê, nûjenbûn, berxwedan û hêviyê pîroz dike. Agirê Newrozê ji bo Kurdan bûye sembola, berxwedan û paqijiyê.

Gelê Kurd dê îsal jî li hemberî zilm, pêkûtî, înkarkirin, îmhakirin û girtinan ji bo bibe dengê aşitî, biratî, azadî û wekheviyê dê dakeve kolan û qadan. Ji bo jiyaneke çawa? Û daxwazên xwe yên rewa bîne zimên û biryarbûna xwe ya têkoşînê nîşanî hemû raya giştî ya cîhanê bide dê bi tevlîbûna mîlyonên ku dîlanê digirin dê agirê Newrozê geş bikin. Kurd wê careke din li hemberî yekperestiya ku li gelan tê ferzkirin, Ji Amedê heta Mahabadê, ji Hewlêrê heta Kobanê bi gelên cîran re biqêre ku wekhevî, azadî û pirdengî ne bê îmkan e.
Em îsal jî di bin siya şer, xizanî û bêçareseriyê de Newrozê pîroz dikin. Bi ruhê Newroza ku li hemberî zilma dîrokî û redkirina newekheviyê vejiyaye, îro jî li dijî şer, bêedaletî û polîtîkayên înkarkirinê gotina me heye.

Di Newroza ku wê bi mîlyonan kes dakevin qadan de;
Em ê nîşan bidin ku daxwazên siyasî yên gelê Kurd ne mijara bazariyê ya hêzên şer e. Ji bo avakirina jiyana di nava aşitiyek bi rûmet, wekhev û azad em dê hemû qadên jiyanê bi rêxistin bikin. Em dê jiyana axatî û koletiyê ya ku li ser me tê ferzkirin teqez qebûl nekin. Bi vê munasebetê em ê banga piştevaniyê li tevahî Raya Giştî ya Navnetewî û dostên xwe bikin,

Ji bo aşitiya Rojhilata Navîn em dê bang li tevahî gelên cîhanê bikin ku li hemberî şerên hegomon ên tê kûrkirin dengê xwe bilind bikin.
Em ê ji bo neheqî û bêhiqûqiyên li hemberî girtiyên dîl hatine girtin, brêz Abdullah Ocalan ê ku 21 sale di bin tecrîda giran de ye, girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî azadiyê biqêrin.

Em ê jin, ciwan û kalepîr ji bo daxwazên jinan ên azadî û jiyana hevpar ku bi berxwedana xwe hêz dane me û berxwedanê nîşanî me dane biqêrin.

Li hemberî sermiyedarkirina av, çem, daristan û bajarên xwe, em dê li dijî hilweşandina dorhêl û texrîbatên li xwezaya ku ji qadên me yên jiyanê pêk tên bêjin raweste.
Em ê daxwaza xwe ya; cîhana ku tê de mirov ji birçîna întixar nakin, ji bo hûnandina jiyana wekhev û mirovî ku tê de mêtingerî tunebe biqêrin.

Em ê di serî de daxwaza rakirina astengiyên li pêş siyaseta demokratîk, rêveberiyek wekhev, azad û adilane biqirin.

Wê Newroza 2020’an bibe platforma ku, gelê Kurd tê de bi coş û kelecanek mezin daxwazên xwe yên siyasî biqêre. Em di serî de gelê xwe, hemû dostên xwe, rêxistinên saziyên sivîl, jin, ciwan û rêxistinên xweza û dorhêlparêzan dawetî pîrozbahiya Newroza 2020’an dikin.

Ji hemû deman bêhtir em nêzî azadiyê ne!
Û bawerî, biryarbûn û hêviya me ji ya hemû deman bi hêztir e!
Bi ruhê yekîtiya Netewî û ber bi aşitiyek bi rûmet ve
Em ê bi serkevin, Teqez em dê bi serkevin…

BIJÎ NEWROZ
JI BO AZADÎ, YEKRÊZÎ, YEKITÎ, EDALET Û DEMOKRASIYÊ WERIN NEWROZÊ”

Piştî xwendina metna hevpar, nûnerên partî û tevgeran derbarê wate û girîngiya Newrozê de diaxivin…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Gelê Kurd bi Serhildanan Hebûna xwe da qebûlkirin”

Nivîsa Pêş

Êşkence li girtiyan kirin, ew kirin hicreyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Êşkence li girtiyan kirin, ew kirin hicreyan

Êşkence li girtiyan kirin, ew kirin hicreyan

Bi zorê dest li Gokçek û Bolek werdan

Bi zorê dest li Gokçek û Bolek werdan

Manşet

  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.