Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Gelê Rojavayê Kurdistan ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser piyan e

Piştî bealvbûna agahiyên şewata li gireva Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, bi hezaran şêniyên Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û banga eşkerekirina rewşa Ocalan kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/02/2020 - 20:37
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Gelê Rojavayê Kurdistan ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser piyan e
ParvekeTweet

ROJAVA – Ji bo li hemberî şewata li Îmralî û agahiyek piştrast û pêbawer bê girtin welatiyê Rojavayê Kurdistanê herikîn qadan û banga çûna parêzeran a Îmraliyê kir.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi tevlêbûna bi sedan şêniyan meşek hate lidarxistin.

Meş ji qada Şehîd Xebat a navedana bajarê destpê kir. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û tecrîda li ser Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenad bajêr veguherî mîtîngê. Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso axivî û anî ziman ku agahiyên der barê şewata li girava Îmraliyê de cihê fikran e.

Eyşe Hiso got: “Ji baweriya me ku rêbertî jiyana azad e. Divê em amade bin, li ser lingan bin û li qadan bin û li hemberî komployan mertal bin.”

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina Ocalan bi dawî bû. Li qada Şehîd Xebat çalakî berdewam e.

ÇIL AXA

Li navçeya Çil Axa jî bi heman armancê bi sedan kes daketin qadan û piştgiriya xwe bi Ocalan re anîn ziman.

Meş li kolanên sereke yên navçeyê geriyan. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina komplo û tecîrda li ser Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda bajêr çalakî hate kirin. Endamê Meclisa PYD‘ê Abdulselam Ebas axivî û banga mezinkirina têkoşînê heta agahiyek zelal li ser rewşa tenduristiya Ocalan bigirin kir.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê bi beşdarbûna bi sedan kesî meşek ji ber navenda Kongreya Star a rojhilatê navçeyê destpê kir.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kiribûn û li sûka navendî ya navçeyê geriya û li çarxerêya Azad veguherî mîtîngê. Meşvanan fikarên xwe derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan anîn ziman.

DÊRIK

Bi sedanê şêniyên bajarê Dêrikê, gundên Berav û Koçerat li qada Şehîdan kom bûn. Şêniyêan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û al û sembolên Kurdî hilda bûn.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin qîrkirin. Meş li kolanên bajêr geriya û li qada Şehîd Beyrem rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li vir deqeyek rêz hate girtin. Bi navê Kongreya Star Hediya Abdullah got: “Şewata li gireva Îmraliyê ne tesaduf e, lê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan. Araman jê îradeya gelê Kurd bişkîne yê ku ramanê Ocalan esas ji xwe re girtiye.”

Abdullah destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya Rêber Ocalan û eşkerekirina rewşa wî berdewam e û got, çalakî berdewam e heta rewşa tenduristî ya rêbertiyê were eşkerekirin. Her wiha bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bike û rewşa Ocalan eşkere bike.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navaçeya Amûdê meşek li dar xistin û xwestin rewşa Ocalan were eşkerekirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Meş ji qada Şehîd Cîhad ber bi Qada Jina Azad ve destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe”, “Divê rewşa Ocalan dimildest rewşa Ocalan were eşkerekirin” û “Hilweşe faşîzm” hatin qîrkirin.

Meş li qada Jina Azad rawestiya. Hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê axivî, banga eşkerekirina rewşa tenduristiya Ocalan kir û got: “Em ranawestin, em ê bi şev û bi roj çalakiyan lidar bixin ta rewşa Ocalan nas bikin. Ev kiryar ji aliyê dewleta Tirk ve tiştekî ne nû ye. Rêber Ocalan roja me ye, tu kes nikara roja me tarî bike. Em bang li civaka navdewletî dikin ku erka xwe ya mirovî bi cih bînin.”

Rêveberê Têkiliyên Giştî yê PYD‘ê Xelîl Hesn jî got: “Bila cîhan zanibe ku azadiya Ocalan karê me ye yekem e, em ê li qadan bin heta rêbertî azad bibe. Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku bi lez destwerdanê bike û gelê birîndar rehet bike û rewşa Ocalan ragihîne.”

TIL BIRAK

Çalakiyên ji bo eşkerekirina rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a piştî agahiyên derbarê şewata li gireva Îmraliyê didomin.

Li navçeya Til Birakê, meclisa navçeyê û Kongreya Star li ser mijarê daxuyanî li ber çarxerêya Şehîdan dan.

Daxuyaniya Kongreya Star ji aliyê endama rêveber Henan Suleyman ve hate xwendin. Suleyman got: ” Li vir ji navçeya Til Birakê em banga Rêbertî ya dibêje ‘Heqîet eşq e, eşq jiyan e û welat jiyan e, yê ji welat hez nake ne layiqî vê jiyanê ye’ dibersivînin. Em li vir kom bûne ji bo ku kiryara sûcdar a ku bû sedema şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan tê de girtî ye şermezar bikin. Ev bûyer di nava gel de cihê fikaran e. Em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û civaka navdewletî dikin ku mudaxele bike û selametiya rêberê azadî û mirovahiyê eşkere bike.”

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê herikîn Qada Jina Azad ji bo ku binpêkirinên dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di girtîgeha Imraliyê de şermezar bikin. Her wiha bang li dewleta Tirk kirin ku çaranûsa Ocalan piştî şewta li nêzî girtîgehê eşkere bike.

Bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl û endamên partiyên siyasî yên herêmê ji Qada Jina Azad ber bi Qada Egîd ve meşiyan. Şêniyan pankartên bi nivîsên ‘Bê serok jiyan nabe’, divê bi lez raporek girêdayî rewşa Serok Apo bê pêşkêşkirin hildan û sloganên banga azadiya Ocalan û bidawîkirina tecrîdê berz kirin.

Meş li qada Egîd rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Paşê Bozan Xelîl hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Firatê axivî û got: “Bûyera li Imraliyê rû daye, dewleta Tirk bi zanabûn kiriye. Bi rêya hedefgirtina Serok armanc dike ku projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Srûiyê bibin bixe.” Xelîl bang li rêxisitnên hiqûqî û civaka navneteweyî kir ku rewşa Ocalan eşkere bikin û got: “Heya rewşa Serok eşkere nebe em rehet nasekinin.”

Parêzerên Rêber Ocalan bang li dozgeriyê kirin ku serdana miwekilê xwe bikin da ku li ser rewşa tenduristiya wî agahî bigirin. Lê dewleta Tirk guh neda daxwazên wan. Hevdîtina dawîn di 7`ê Tebaxa 2019`an de di navbera parêzer û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de pêk hat.

Mesa Kobanê bi berzkirina sloganên banga azadiya Rêber Ocalan û rakirina tecrîdê bi dawî bû.

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya ya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li ber Navenda Ciwanan a Dibêsiyê kom bûn û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bilidin kirin û ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan.

Li ber sînorên Tirkiyê meş veguherî çalakiyek protestoyî. Di çalakiyê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Edalet Umer axivî û got: “Ji ber şewatê metirsî û gumanên me girêdayî jiyana Rêber Apo hene.” Edalet Umer wiha domand: “Îro em ser sînor in ji bo ku li ser rewşa Rêber Ocalan agahî bigirin kom bûne. Em ê çalakiya xwe heya eşkerekirina rewşa Serok Apo berdewam bikin.”

Di dawiyê de şêniyan dirûşmên dilsoziya bi Ocalan berz kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kurd li Ewropayê ji bo Rêberê Gelan Ocalan dadikevin qadan

Nivîsa Pêş

Ciwanên Qamişlo ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşa meşaleya li darxistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Qamişlo ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşa meşaleya li darxistin

Ciwanên Qamişlo ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşa meşaleya li darxistin

Ciwanên Kerkûk: Ji bo parastina Rêber Apo em ê xwe feda bikin

Ciwanên Kerkûk: Ji bo parastina Rêber Apo em ê xwe feda bikin

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.