Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Her wiha Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî li aqûbeta windayan pirsî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/02/2020 - 15:19
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Her wiha Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî li aqûbeta windayan pirsî.

Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê li aqûbeta windayan pirsîn. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 574’emîn de li ber avahiya komeleyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan û mafnas beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

‘VEGERIN SER POLÎTÎKAYÊN AŞTIYANE’

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku heta winda bên dîtin û kujer werin darizandin û edalet pêk were dê çalakiya xwe dewam bikin. Zeytûn anî ziman ku ji ber pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane nayên çareserkirin her tim şer û alozî heye û her cûre xemsarî pêk tê. Zeytûn destnîşan kir ku divê edaleta civakî wekhev were belavkirin û îqtîdar demildest dest ji polîtîkayên şer berde û vegere polîtîkayên pêkanîna aştiyê.
Piştî axaftina Zeytûn, endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Aydenîz jî çîroka windakirina Ahmet Tekîn ê di sala 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê di binçavan de hat windakirin xwend.

Mafnas û xizmên windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî kirin.

ÊLIH

Rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 480’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin dîtin” li avahiya komeleyê li dar xistin. Beşdarên çalakiyê wêneyên xizmên xwe hildan.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê parêzer Mesût Aydin daxuyanî xwend û berfirehkirina rayeya notirvanan rexne kir û got: “Berfirehkirina rayeya notirvanan tê wê sedemê ku pêşî li hin bêtirîn sûckirinê tê vekirin.”

Aydin çîroka Mehmet Acar ê di sibata 1994’an de li gundê Dîrseklî ya Cizîra Şirnexê di binçavan de hat windakirin xwend û li aqûbeta wî pirsî.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî rêveberên Şaxa ÎHD’ê, rêveberên partiyên siyasî û gelek kesan li aqûbeta windayan pirsîn. Daxuyaniyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli xwend. Canli çîroka windakirina mamoste Maksût Tepelî ku beriya 36 salan li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeya Stenbolê hat windakirin xwend û li aqûbeta wî pirsî.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

SOHR: Rêya M5 di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye

Nivîsa Pêş

Yekîneya Tolhildanê li Kuçukçekmeceyê çalakî li dar xist

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîneya Tolhildanê li Kuçukçekmeceyê çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê li Kuçukçekmeceyê çalakî li dar xist

HBDH’ê li dijî leşkergeha TSK’ê çalakî li dar xist

HBDH’ê li dijî leşkergeha TSK’ê çalakî li dar xist

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.