Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Meşa ji bo Yekîtiya Netewî a Kurdan ji Lozanê dest pê kir

Ji hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyan zêdeyî 100 kes ji bo yekîtiya neteweyî ji Lozanê dest bi meşa ber bi Cenevreyê ve kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/12/2019 - 15:43
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Meşa ji bo Yekîtiya Netewî a Kurdan ji Lozanê dest pê kir
ParvekeTweet

LOZAN – Ji çar parçeyên Kurdistanê zêdeyî 100 siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyan û partiyên siyasî bi civîneke çapemeniyê dest bi meşa yekîtiya neteweyî ya Kurd kirin ku wê ji bajarê Lozanê yê Swîsreyê heta bajarê Cenevreyê du rojan dewam bike. Çalakger li Place de Rîponneyê li hev kom bûn ku avahiya Peymana Lozanê lê hate îmzekirin lê ye û bi daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşa xwe kirin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar meşvan axivîn.

PERWER: GELÊ KURD DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDA

Hunermend Şivan Perwer bi zimanê Îngilizî, Kurdî û Tirkî axivî û bal kişand ser girîngiya pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan û bang li partiyên Kurdan hemûyan kir ku li hev kom bibin. Perwer got, “Kurdistan li vî bajarî hate parçekirin û xwestin ku Kurdan tine bikin” û ragihand, “Lê belê gelê Kurd ti carî sînorên li pêşiya wan hate danîn qebûl nekir. Ji Lozanê heta niha her tim ji bo azadî û serxwebûnê li ber xwe da û hîn jî li ber xwe dide. Dîroka Kurd û Kurdistanê gelekî mezine. Dema ku mirov bala xwe bidin ser têkoşîna Kurdan a di nava vê dîrokê de hingî em dikarin her tiştî fêhm bikin.”

‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ NEBE EM NIKARIN PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN’

Perwer qala polîtîkayên zilmê û komkujiyê yên hêzên mêtinger li dijî gel û lîderên Kurdan bi kar tînin û got, “Yên ku Qasimlo qetil kirin Ocalan avêtin zindanê. Gelê me her roj qetil dikin. Êdî bese. Nabe ku Kurd, rewşenbîrên wan, hunermendên wan bêdeng bimînin. Divê em ji bo xwe weke wezîfeyekê bibînin ku dest li siyasetê werdin û yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bînin. Dema eşîrtiyê û axatiyê bi dawî bû. Bi vî rengî nayê birêvebirin. Meseleya Kurd bi vî rengî çareser nabe. Eger gelê Kurd nebe yek, partiyên Kurd li hev kom nebin hingî yekîtiya neteweyî pêk nayê û ev pirsgirêk çareser nabe.” Perwer destnîşan kir ku ew ti carî mêtingeriyê qebûl nakin.

JI DEWLETA TIRK RE GOT: HÛN NIKARIN KURDAN BIQEDÎNIN

Perwer ji dewleta Tirk re jî got, “Hûn ti carî nikarin Kurdan biqedînin. Ji ber ku 50 milyon Kurd hene. Ji dewleta Tirk re dibêjim; eger te heta niha nekariye tine bike, tu yê ji niha û pê ve jî nikaribe tine bike. Bila desthilatdariya Tirkiyeyê baş zanibe ku em naqedin. Kurd qet naqedin. Hûn baştir zanin, hûn jî bêyî Kurdan nikarin bijîn. Heta ku hûn mafên Kurdan nas nekin welatekî demokratîk ti carî pêk nayê. Hûn ber bi dîktatoriyê ve diçin. Em careke din bang dikin; bihêlin bila gel bi hev re bi dostanî bijîn. Lê belê hûn sed sal in li dijî gelê Kurd şer dikin.”

ŞÊXO: PÊWÎSTÎ BI GAVÊN PRATÎKÎ HEYE

Ahmed Şêxo bi navê Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê axivî û bi şermezarkirina Peymana Lozanê dest bi axaftina xwe kir. Şêxo got, “Em niha ji bo yekîtiya xwe ya neteweyî li vê deverê ne. Ji bo Lozaneke duyemîn bi serê me ve neyê divê em ji bo yekîtiyê gavên pratîkî biavêjin. Divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne. Nabe ku kes li pêşiya yekîtiya neteweyî bibe asteng. Êrişên niha li dijî Rojava tên kirin ne tenê li dijî Rojava ne, li dijî tevahiya Kurdistanê ye.”

Hîkmet Serbilind bi navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê axivî û destnîşan kir ku êdî dem hatiye ew ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî têkoşînê geş bikin û li hev kom bibin.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, Nûnera TJK-E’yê Besîme Konca, Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê Hajar Nûrî Feqa jî axivîn, bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û bang li partiyan hemûyan kirin ku di vê mijarê de berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Bi navê Partiya Karker a Swîsreyê û Solîdarîte jî axaftin hate kirin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Piştî axaftinan meşa yekîtiya neteweyî ya Kurdan a ji Lozanê heta Cenevreyê dest pê kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD: Dagirker êrişî Hesekê û Eyn Îsayê dikin

Nivîsa Pêş

Yekîneyên Tolhildanê li Izmîrê 3 çalakî kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîneyên Tolhildanê li Izmîrê 3 çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li Izmîrê 3 çalakî kirin

Li Til Rifatê ji bo zarokên ku hatine qetilkirin şîn hate danîn

Li Til Rifatê ji bo zarokên ku hatine qetilkirin şîn hate danîn

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.