Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dûran Kalkan: Divê jiyana me li ser bingeha xweparastinê be

Kalkan bi bîr xist ku dewleta Tirk sed sal in bi qirkirin û asîmîlasyonê demografiyê diguherîne û got, "Kurdan ji Kurdistanê derdixîne, civakên Tirkî tîne. Kurdistan buhişta dinyayê ye. Divê em bihiştê neterikînin û ji hev belav nebin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/11/2019 - 10:19
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 7 mins read
A A
Dûran Kalkan: Em di Serdema Stratejîk a Çaremîn de ne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku ji 7 heta 70 salî divê civak şervan be, xwe biparêze û got, “Divê jiyana me ya aborî, civakî û çandî li ser bingeha xweparastinê be. Em ê xwe li ser bingeha îdeolojîk, siyasî, leşkerî perwerde bikin, bi rêxistin bikin. Em ê sîstema xwe ya xweparastinê pêk bînin û bêyî li benda kesî bimînin em ê mal, gund, tax, kolan, bajarok, zevî, herêm, bajarê xwe biparêzin. Eger pêwîstî pê hebe em ê bi lehengî şer bikin û fedakariyê bikin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê bersiv da pirsên ANF’ê.

Kalkan di beşa duyemîn a hevpeyvînê de bi taybetî kêmasiyên di nava 10 salên dawî yên têkoşînê de rû dan nirxand.

Kalkan destnîşan kir, ji ber ku di nava 10 salê dawî de bi Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî tênekoşiyan nekarîn siyaset û zîhniyeta faşîst û qirker têk bibin û got, “Eger bi rastî jî me karîbûna guhertina stratejîk bi lez kiribûna, li gorî Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin kiribûna û şerê xweparastinê li her deverê pêk bianiya, niha rêveberiya Erdogaln têk çûbû. Ji ber ku em nekarî welê bike temenê rêveberiya Erdogan dirêj bû. Niha hewl dide hîn bêhtir êriş bike. Em bala xwe bidin ser; êrişî Başûr dike, êrişî Rojava dike. Ya rast bêyî ku bikeve van deveran hemûyan derfet hebûn ku li Bakur rêveberiya Tayyîp Erdogan bê têkbirin, siyaset û zîhniyeta wî ya faşîst û qirker bê têkbirin.”

Kalkan her wiha got, “Di vê nuqteyê de divê mirov du tiştên din jî bînin ziman. Jin, ciwan, karker, kedkar, civaka Kurd divê vê yekê rast zanibe; Çareseriya pirsgirêka Kurd hêsan nîne. Her wiha jiyaneke azad, wekhev û demokratîk li dinyayê, xwerêvebirin hêsan nîne. Dinya ji aliyê hêzên yekdestî yên desthilatdariya dewletperest ve hatiye parvekirin. Sîstema herî giran a zext û mêtingeriyê hatiye avakirin û vê sîstemê Kurdistan parçe kiriye, Kurd ji nedîtî ve hatiye û dixwaze tine bike. Sîstemeke qirker e. Rewşeke ji rêzê nîne. Ji bo tinekirina hebûna gelê Kurd sed sal in êrişên qirkirinê dike, komkujiyan dike, asîmîlasyonê dike, demografiyê diguherîne, ji çar aliyên dinyayê mirovan kom dike, li şûna Kurdan bi cih dike. Kurdan ji Kurdistanê derdixîne û dibe Stenbol, Îzmîr, Çûkûrova, Ewropa û Emerîkayê. Ji civakên Tirkî tînin li Kurdistanê bi cih dike. Ji Balkanan, ji Ereban mirovan li Kurdistanê bi cih dike. Dibêjin, ‘Bajarê herî mezin ê Kurdan Stenbol e’. Ev rewşeke baş nîne, rast nîne, eger hatibin tiştekî baş nîne. Eger Kurdistan bi kêr hatî nebe çima ewqas mirovan li çar aliyên dinyayê kom dikin û li Kurdistanê bi cih dikin? Kurdistan bihişta dinyayê ye. Nabe ku em dest ji bihiştê berdin û ji hev belav bibin.”

‘NABE KU HÊVÎ JI QIRKER Û KUJER BÊ KIRIN’

Kalkan got, “Ti wateya gotina ‘Çima Emerîka, Ewropa, Rûsya me rizgar nake’ nîne. Yên ku Kurdistan parçe kirin, xistine vî halî ji xwe ew in. Yên ku sîstema qirker ava kirine ew in. Nabe ku mirov ji qirker, ji kujer hêvî bikin, nabe ku hêviya rizgariyê ji wan bê kirin. Di vir de şaşitiyek heye. Çima AKP-MHP êriş dike? Çima CHP êriş dike? Çima Îran an jî DAÎŞ êriş dikin? Ji ber ku ev hêz qirker in. Ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve bi vî rengî ne û êriş dikin, wê êriş bikin jî. Divê em bi vê zanibin. Rastiya dîrokî bi vî rengî ye. Wê demê eger em dixwazin hebin û azad bin, wê demê divê em li gorî vê yekê tevbigerin. Ev yek jî hişmendî, rêxistinbûn û berxwedana di xeta Neteweya Demokratîk de ye. Rêber Apo ji vê yekê re dibêje ‘Rastiya gelê şervan’.”

Kalkan destnîşan kir ku hêza wan têra vê yekê dike û got, “Mirovên Kurd leheng in, wêrek in, fedakar in, berxwedêr in, şervan in û eger xwe bi rengekî rast zane bike, bi hişmendiya xweparastinê xwe bi rêxistin bike, eger li gund, li malbatê her kesên ku dikarin rahêjin çekê xwe bi rêxistin bike, eger li hemberî êrişan paşve gavê neavêje û ji bo parastina wê deverê bi her rengî li ber xwe bide wê teqez bi ser bikevin. Xweparastin bi vî rengî ye. Divê em nebêjin, ‘Bila Emerîka bê biparêze, bila Rûsya qada hewayî qedexe bike, nebû jî bila gerîla bê. Bila çend hezar ciwan ewlekariya me bike’. Divê civak ji 7 heta 70 salî her kes bibe şervan. Divê her kes endamekî xweparastinê be. Divê em xwe ji aliyê leşkerî ve perwerde û bi rêxistin bikin û dema ku dijmin êriş kir bi rengê gerîla şer bikin. Ji bo parastina xaka xwe pêwîste em vê bikin. Êriş nebû jî divê em jiyana xwe bidomînin. Jiyana me ya aborî, civakî û çandî divê hemû li ser bingeha xweparastinê be. Ewlekarî û parastina me divê xwe bispêre hêza me. Dema ku bi vî rengî be hingî têkoşîna me ya hebûn û azadiyê dikare bi ser bikeve. Hingî em ê karibin li dijî her şêwe êrişên dagirkeriyê xwe biparêzin. Ji ber ku em dikarin li dagirkeran bixin.

Mînak; dagirker niha dikevin nava Rojava. Dikarin bikevin, çekên wan pir in. Em bêjin ew bi kar anîn û dagir kir. Lê belê eger tu li wê deverê rêxistinbûyî be, li herêma xwe tu bi şev û roj li dagirkeran bixe, bike ku nikaribin li wê herêmê bimîne, hingî dikarî dagirkeran biqewirîne. Dema ku te xwe li gorî vê yekê amade kir dikarî vê bike.”

RÊXISTINBÛN Û ŞERÊ LI SER BINGEHA XWEPARASTINÊ

Kalkan diyar kir ku divê ew rastiya berbiçav baş bibînin û got, “Azadî bi xweparastinê dibe. Xweparastin hêza mirov bi xwe ye. Mirov di bin parastina hinekan de azad nabin. Di rewşeke welê de mirov ancax dibin kole, dibin hevkar û teslîmiyet pêk tê. Eger em dibêjim em ê azad bin hingî divê xwe bi xwe biparêzin. Ji bo wê jî li ser bingeha îdeolojîk, siyasî û leşkerî em ê xwe perwede û bi rêxistin bikin. Em ê sîstema xwe ya xweparastinê xurt bikin û li hêviya kesî nesekinin, em ê mal, gund, tax, kolan, bajarok, zevî, herêm û bajarê xwe bi xwe biparêzin, xwe bigihînin wê asta rêxistinbûyî. Her wiha dema ku pêwîstî pê hebe em ê bi lehengî şer bikin û bi wêrekî fedakariyê bikin, li dijî her şêwe êrişan sekneke leşkerî nîşan bidin, ji 7 heta 70 salî jin û ciwan tevahiya civakê em ê bi vî rengî tevbigerin. Pêwîstî bi vê yekê heye. Bi vî rengî pêkane. Nabe ku em bêjin nayê kirin. Berê civak bi vî rengî azad bûn. Her wiha jin jî bi vî rengî azad bûn. Hebûneke azad li derveyî vê ykeê nîne. Wê demê eger em dixwazin azad bin hingî rêya azadiyê bi vî rengî ye. Belê em dibêjin, hebûna azad pêkane, lê ev jî bi xweparastin û rêxistinbûn û şerê li ser vê bingehê dibe. Divê em xwe bi hêza xwe biparêzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD‘ê nasnameyên şehîdên Berxwedana Cenga Rojava eşkere kirin

Nivîsa Pêş

Di pêşengtiya Ciwanan de sala 42’an a PKK’ê li Swîsreyê hate pîrozkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di pêşengtiya Ciwanan de sala 42’an a PKK’ê li Swîsreyê hate pîrozkirin

Di pêşengtiya Ciwanan de sala 42'an a PKK'ê li Swîsreyê hate pîrozkirin

KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”

KJK: PKK giyanê azadiyê li cîhanê digerîne

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.