Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: “PKK bû hêvî ji gelan û jinan re”

YJA Starê destnîşan kir ku PKK bû hêvî ji gelan û jinan re û diyar kir, "Gelê Kurd, jin û mirovahî wê bi ser bikevin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/11/2019 - 12:39
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
YJA-STAR: “Her gerillayên YJA-STAR’ê fedaiya Rêber Apo ye”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê peyamek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

” Tevgera me PKK, di şerê azadiyê de destpêkê ji bona gelê Kurd û ji gelemperiya mirovahiyê re banga jiyana birûmet dike. Salvegera 41’emîn a tevgera me ya azadiyê PKK’ê, serî de ji mîmarê meşa zaferê Rêber Apo re, şehîdên me yên qehreman re, gelê me yê welatparêz û hemû mirovahî re, hêza pêşeng ya berxwedanê jinan re pîroz dikin. Ji Heqiyan heta Xelîl û Kemalan, ji Mazluman heta Egîdan, ji Sarayan heta Zîlan, Delal, Şevîn, Helmet, Demhat û Cemîlan şehîdên me yên qehreman ku di xeta zaferê de hebûna PKK’ê afrandine, nirxên mezin ya têkoşîna me bê eman meşandine bi minet û rêzdarî bibîr tînin. Carek din soz didin, emê nirxên ku bi têkoşîna bênavber ya PKK’ê ve hatine afirandin heta dawî biparêzin.

‘HÊVIYA SERDEMAN Û GELAN’

Felsefeya jiyana azad ya PKK’ê, bi mîrateya civakî ya Seyîd Riza û Besê’yan, Şêx Seyîd û Leyla Qasiman gihîştiye şêweyê, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê ya Serok Apo ve digihîje lûtkeyê. Tevgera me ya Azadiyê PKK, bi şerê gel û gerîla ve nirxên civakî ya ku sedansalane hatine winda kirin, bi zihniyeta netew-dewlet ve hatine qirkirin ji bo ku ji nûve bidest bixe bênavber şer dimeşîne. Bêguman jinên Kurd di nava vê têkoşînê de bi hêzên YJA Starê (Yekîneyên jinên azad ya Star), YPJ, YJŞ û YJRK’ê (yekîneyên parastina cewherî ya jinan) ve pêşengtiya berxwedana jinan û gelan dikin heman demî hemû jinên cîhanê de jî lêgerînên parastina cewherî, gihandina nasnama û îradeya xwe bihêz dike. Êrîşên qirker ya ku di şexsê gelê Kurd û PKK’ê de li dijî nirxên civakî pêktên di rastiyê de gefekî mezin ya li hemberî hemû gelên cîhanê ye û qira civakê dike armanc. Di serdemekî wiha de têkoşîna mirovahiyê ya ku di pêşengtiya Serok Apo de li hember hêzên hegemonîk û pergala kapîtalîzmê pêşdikeve serî de ji bona jinan û ji bo gelên cîhanê dibe ronahiya hêviyê. Roja îro pêşengtiya Serok Apo de berxwedana jiyana birûmet ya PKK’ê pêşdikeve, di armancekî hevpar de gelan gihandiye hevdu û xwedîderketina destkeftiyên têkoşîna şoreşê wek xwedîderketina destkeftiyên mirovahiyê pêktê. Lewra PKK, di nava derfetên herî zehmet û demên ku herî zêde êrîşên hovane li hemberî nirxên civakî ya gelan pêkhatî de şerê azadiyê daye meşandin, rûmeta mirovahiyê bi şêwazê gerîlatiyê gihandiye bilindahiyê. Ji ber vê yekê roja îro wateya PKK’ê gel e, PKK; di xeta zaferê de wek rêheval Kemal Pîr û rêheval Sara têkoşîna şoreşê û rûmetê dayîna meşandin e. PKK; di şoreşa mirovahiyê de serkeftina Serok Apo ye û hêviya hemû serdama ne.

‘BI BERXWEDANA BI HEYBET DÎROK TÊ NIVÎSANDIN’

Şerê cîhanê yê sêyemîn de pevçûnên di navbera hêzên hegemonîk herî zêde li Rojhilata Navîn û bi taybetî wek navend li Kurdistanê pêşdikeve, hêviyên jiyana azad, yekîtiya gelan û jinan dike armanc. Faşîzma AKP-MHP’ê bi piştgiriya hêzên hegemonîk ve li her derî Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tînê, bi van êrîşan re armanc; pergalên xwe yên faşîst, dagirker yê ku bi hilweşînê re rû bi rû ye li ser lingan bigrin e. Êrîşên qirkirinê ya ku li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakûr û Başûrê Kurdistanê de pêşdikevin di bingeh de pergala Konfederalîzma Demokratîk ya ku Serok Apo afirandî, dike armanc. Şerê qirêj ya ku bi zîhniyetê zilam ve li hember Kurdê azad, jin û civaka azad pêşdikevê de yên ku bigihîjin zaferê gelê Kurd be, jin û mirovahî serbikeve.

Gelên herêmê di pêşengtiya jinên Kurd û gelê Kurd de li Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê li hember çeteyên Erdoxanê û Daîşê berxwedidin, bi berxwedanên bêhempa dîrokê dinivsînin. Ruhê berxwedêr ya Mazlum û Sarayan di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya şervanên QSD,YPJ,YPG’ê û şervanên qehreman yên wek; Amara, Cudî, Zîn û Çîçekan de dewam dike. Destkeftiyên ku bi Rêber Apo û berxwedêrên qehreman ya PKK’ê ve hatine afirandin roja îro ji aliyê gelê Kurd, gelên cîhanê û herêmê ve tên parastin. Têkoşîna rûmetê ya ber bi zaferê de berdêlên giranbûha tê dayîn. Gelê Kurd ya ku bi PKK’ê re ji nûve vejîna xwe jiyan kiriye di demên dîrokê ya niha de û temam kirina sala 42’emîn de ji her demî bêhtir xwedan meşekî bibiryar û bawer e. Wê girêdanbûna bi pêşerojeke azad û Serok Apo re bibe ronahiya têkoşîna gelan. Berxwedana sedsala bi têkoşîna rûmetê û pêşengtiya jinan de bigihîje zaferê.

Keç û xortên egîd yên vî gelê di rêya heqîqetê de bi têkoşîna azadiyê a PKK’ê bawer kirin û bêfikar wek hilbijartina jiyana birûmet li hember çeteyên herî hov ya vê serdemê û çeteyên Tirkan, canê xwe feda kirin. Bi vê rastiyê re PKK, bûye partiya gelekî û rêya serkeftina zehmetiyan jî nîşandaye. Êrîşên noker û qirker ya ku li hember lêgerîna jiyana birûmet ya gelan pêşdikevin wê têkoşîna birûmet ya PKK’ê re teqez binbikevê. Wek yekîneyên jinên azad YJA Starê, li her derê bi sekna rêhevalên me yên şoreşger; Zîlan, Bêrîtan, Sara û Delalan ve, emê li hember tundiya ku bi zihniyetê desthilatdar û serdest ve di şexsê jin de civakê dike armanc, têkoşîna xwe mezintir bikin. Li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna rûmetê carekî din nîşanda ku zîhniyetê zilam yê serdest herî zêde jinên ku bi felsefeya Rêber Apo ve xwe ji nûve avakirî ditirse û dike armancê êrîşan. Wê jin, bi mîrateya berxwedanê ya dîrokî ve pêşengtiya têkoşîna azadiya gelan bike.

Jinên Kurd di pêşengtiya Medya Mava, Şevîn Bîngol, Zîn Kobanê û Hemrîn Xelefan de agirê berxwedanê gihandine îradeyeke azad. Tevgera me ya jinan a ku bi PKK’ê re bû artêş ji bo ku sedsala 21’emîn bike sedsala jinan wê têkoşîna xwe ber bi zaferê ve mezintir bike. Emê di serî de tola gelê me yên Kurdistanê û gelên herêmê hilînin. Wek hêzên YJA Starê, emê di şopa şehîdên me yên qehreman de heta ku bigihîjin zaferê têkoşîneke bê eman bimeşînin. Carek din teqez biryardariya xwe nû dikin û şehîdên me yên şoreşê yên ku cewhera PKK’ê bi xwe ne rêzdarî bibîr tînin. Cardin soz didin, emê şerê rûmetê ya ku mîrateya şehîdên me yên qehremane bidin berdewam kirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Mersînê gelek kes hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

Li Efrînê teqîn!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Efrînê teqîn!

Li Efrînê teqîn!

Çeteyên dewlet Tirk a dagirker êrîşî gunê Til El-Werid dikin

Çeteyên dewlet Tirk a dagirker êrîşî gunê Til El-Werid dikin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.