Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye!

KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye. Gelê Kurdistanê li her deverê dirûşma 'PKK gel e gel li vir e' diqîre. Rêber Apo ne tenê ji aliyê Kurdan ve, her wiha ji aliyê gelên Rojhilata Navîn hemûyan ve weke rêberê azadî û demokrasiyê tê dîtin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/11/2019 - 11:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “PKK’ê dîroka Kurdistanê û Rojhilata Navîn guhert. Salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, gelê me, dostên me û şervanên azadî û demokrasiyê pîroz be. Tevî dema xwe ya komê PKK xwedî dîrokek ji 47 salan e. Di nava 47 salan de em yên ku şehîd bûne bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Rêber Apo PKK weke partiya şehîdan pênase kir. Nirxên ku PKK’ê afirandin, bi pêşengiya Rêber Apo ji aliyê şehîdan ve hatin afirandin. Pîvanên têkoşînê û jiyana sîstema KCK’ê jî ji aliyê şehîdên me ve hatine afirandin. Pîvanên ku şehîdên me afirandin wê ji niha û pê ve jî bibin pêşengên têkoşîna me ya azadiyê û gelê me. Destketiyên ji niha û pê ve wê bi pêşengiya Rêber Apo û nirxên şehîdan bên bidestxistin.”

KCK’ê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê gelekî li ber mirinê rakirin ser piyan û destnîşan kir, “Di nava şert û mercên ku hêvî nema bû, di rewşekê de ku ti derfet nebûn tenê xwe spartin gelê me û bi rê ve çûn.” Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi pîvana ‘hêza herî mezin hêza xwe bi xwe ye’ her tişt ji tinebûnê bi rêxistin kir, di nava şert û mercên bêderfetiyê de têkoşiyan. Bi têgihiştina ‘yên ku bêderfetiyê ji xwe re bikin hinceta têkoşînê wê têk neçin’ di asteke ku ti hêza siyasî ne li bendê bû di demeke kurt de pêşketinên mezin afirand. Gelê me bi taybetî jî ciwan li dora Rêber Apo li hev civiyan, ji bo hebûnê û jiyana azad ketin nava têkoşîneke mezin. Apoyî û PKK bi rengekî mûcîze veguherîn hêzeke ku rewşa siyasî ya li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diyar bikin. Rêxistina îstîxbaratê ya DYE’yê CIA’yê hîn di sala 1979’an de ji hikumeta xwe re ragihand ku PKK li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo wan û hevkarên wan rêxistina herî metirsîdare.”

‘RÊBER APO SERDEMA GELAN AFIRAND’

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“PKK’ê beriya her tiştî kir ku ciwan, jin û gel bi xwe piştrast be. Hêviya ji bo bidesxistina azadiyê mezin kir. Weke tevgereke ciwanan dest bi têkoşînê kir, ev dînamîzma ciwanan pêşkêşî tevahiya Kurdan kir û tevgereke gel afirand ku ciwan li refên herî pêş in. PKK ku bi baweriya ji hêza xwe û dînamîzma ciwantiyê dest bi têkoşînê kir, li dijî darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê li ser piyan ma; di dema ku faşîzmê xwe herî zêde xurt didît di sala 1984’an de dest bi têkoşîna gerîla kir. Bi gurzê Rustemê Zal derb li mêtingeriya qirker xist.

Di sala 5’an a têkoşîna gerîla de serhildan li Kurdistanê afirand û bi vî rengî şoreşa demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa siyasî, şoreşa neteweyî û şoreşa çandî dest pê kir. Vê şoreşê bi dehan salan bênavber dewam kir; rastiya gelê Kurd ku evîndarê jiyana demokratîk û azad e afirand. Jinên ku mîna Kurdistanê çarenûsa wan tarî bû rakir ser piyan û bi şoreşa civaka azad û kesayetê azad mizgîniya destpêkirina şoreşa demokratîk a li Rojhilata Navîn ragihand.

PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye. Gelê Kurdistanê li her deverê dirûşma ‘PKK gel e gel li vir e’ diqîre. Rêber Apo ne tenê ji aliyê Kurdan ve, her wiha ji aliyê gelên Rojhilata Navîn hemûyan ve weke rêberê azadî û demokrasiyê tê dîtin. Têkoşîna ku Rêber Apo û PKK pêşengiyê jê re dike niha li Rojhilata Navîn hemû civakên cuda yên etnîkî û baweriyan li hev kom kir û bi vî rengî serdema gelan afirand ku wê serdema şaristaniya demokratîk li Rojhilata Navîn pêk bîne. Çarenûsa gelan wê êdî ji aliyê hêzên modernîst kapîtalîst û hevkarên wan ên ji ber sîstema mêtinger, dewletperest û desthilatdarîparêz ên 5 hezar salî mane neyê diyarkirin, çarenûsa Rojhilata Navîn wê ji aliyê gelan ve bê diyarkirin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Rêber Apo û 47 salên PKK’ê kir ku gelên Rojhilata Navîn bibin xwedî serdema xwe.

‘EM Ê SOZA KURDISTANA AZAD Û ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK PÊK BÎNIN’

Ji bo gelên dixwazin ji sîstema desthilatdarîperest, dewletperest û mêtinger rizgar bikin paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo û rêxistinbûna Konfederal a Demokratîk ku sîstema demokrasî û azadiyê ya gelan e bûye hêvî. KCK wê îvana modernîteya demokratîk a sîstema demokratîk û azadiyê ku Rêber Apo û PKK’ê daniye pêşiya me em ê pêk bînin, veguherînin modeleke sosyalîst demokratîk ku civak ên demokratîk ji xwe re bikin mînak.

Di 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Dinyayê de gelên dinyayê hemûyan nîşan dan ku ew sîstema demokratîk û azadîparêz a Rêber Apo û PKK’ê ji bo xwe weke hêviyê dibînin. Rêber Apo û PKK bi xeta îdeolojîk, bi feraseta xwe ya jiyana demokratîk û azadiyê gerdûnî bûn. Rêber Apo û xeta PKK’ê ku di vê astê de enteransyonal bûne eşkere ye ku wê ji niha û pê ve jî serketinên mezin biafirîne.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em soza xwe dubare dikin ku di xeta Rêber Apo û PKK’ê de di sala 42’an de em ê têkoşînê geş bikin û Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin. Em Rêber Apo careke din silav dikin û bi soza pêkanîna hesretên şehîdan wan careke din bi minet bi bîr tînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘PKK wê ji bo yekîtiya Kurdan peywirên xwe bi cih bîne’

Nivîsa Pêş

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Li Çemçemalê Ciwanan 27’ê Mijdarê pîroz kirin

Li Çemçemalê Ciwanan 27'ê Mijdarê pîroz kirin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.