Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Hozat: Destketiyên jinan bi têkoşîna yekbûyî dikarin bên parastin!

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat der barê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê axivî û got, "Wezîfeya sereke geşkirina têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/11/2019 - 20:19
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hozat: Destketiyên jinan bi têkoşîna yekbûyî dikarin bên parastin!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan axivî.

Hozat diyar kir ku desthilatdariyên faşîst hemû dijminê jinan e û got, “Faşîzm xwe li ser dijminatiya li jinan, civakê û xwezayê diafirîne. Komkujer û tineker e. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê jî qirker e û tineker e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê desthilatdariyeke faşîst e ku dijminê jinê ye. Desthilatdariyên dijminê jinê hemû desthilatdariyên dijminê civakê ne. Bi êrişa li dijî nirx û berhemên civakê hebûna xwe didomînin. Ji ber ku faşîzm xwe ji şer, tundî û xwînê xwedî dike.”

Hozat destnîşan kir ku ev rastî di polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê re bi rengekî eşkere tê dîtin û bi bîr xist ku di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê de kuştina jinê û tundiya li jinê gihîşt asta bêsînor.

Hozat anî ziman ku piştevaniya navbera jinan û tevgerên jinan roj bi roj xurtir dibe û got, “Têkoşîna azadiyê ya jinan dînamîka demokratîk a civakê dixe nava liv û tevgerê. Dibe gava destpêkê ji bo berxwedana civakî. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û desthilatdarî hemû vê yekê li dijî xwe weke gefekê dibînin, lewma îdeolojiya zayendîperestiyê geş dikin û li dijî jinê şer û tundiyê mezintir dikin û hîn bi xurtî teşwîq dikin.”

Hozat destnîşan kir ku ji bo bê dîtin ku dijminatiya li jinê gihîştiye kîjan astê divê mirov li dagirkirina şaredariyên HDP’î binerin ku bi hinceta sîstema hevserokatiyê hatin desteserkirin û got, “Jin bi rengê xwe tevlî siyasetê dibin, siyasetê demokratîk dikin, di şexsê şaredariyan de jiyana wekhev û azad ava dikin. Dixwazin jinên bi vê rolê tevdigerin li qada siyasetê nehêlin. Di şexsê vê jinê de êriş li siyaseta demokratîk, li jiyana azad tê kirin. Ev yek kûrbûna polîtîkayên qirkirina jin û civakê ye.”

‘LI DIJÎ DESTHILATDARIYA FAŞÎST A AKP Û MHP’Ê DIVÊ TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BÊ MEŞANDIN’

Hozat got, “Ev êrişa namerdane ya li dijî sîstema hevserokatiyê êrişa li dijî jinên azad, êrişa li dijî destketî û nirxên jinê ye” û destnîşan kir, “Hevjiyana azad, temsîliyeta wekhev, sîstema hevserokatiyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe sedema pêşketina exlaq û çandeke demokratîk. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji ber tirsa mezin a ji jiholêrabûna feraset û çanda zayendîperest bi rengekî xwînxwarî êrişê dibe ser sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev. Ji jinên azad, ji civaka azad a bi jinên azad ditirsin.”

Hozat anî ziman ku êrişên desthilatdariya faşîst êrişên li dijî jinan û civakê ye û got, “Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî divê hevpar û kolektîf be. Niha wezîfeya herî sereke ew e ku têkoşîna jinê ya demokratîk a yekbûyî bê xurtkirin. Pêwîstî bi yekîtiyeke têkoşîna jinan heye. Têkoşîna jinan a demokratîk a yekbûyî ya li herêmê û navneteweyî tê wateya xweparastina herî mezin a jinan hemûyan. Jin dema ku bi rengekî rêxistinbûyî têkoşiya û bi hev re tevgeriya hingî wê xurt bin. Metirsiyên li dijî jinan ferz dikin ku jin bi hev re tevbigeirn û bi hev re têbikoşin.

Sîstema hevserokatiyê, projeya hevjiyana azad destketiya jinan hemûyan ên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Her êrişa li dijî vê yekê hate kirin êrişa li dijî azadiya jinê ye. Ji ber vê yekê divê jin hemû li van nirx û destketiyan bibin xwedî. Bêdengiya li pêşberî van êrişan tê wateya bêdengiya li pêşberî nirxên azadiyê û azadiya xwe ku ev jî dibe sedema windakirineke mezin. Tevgera jinên Kurdistanî û tevgera jinên Tirkiyeyî dema ku hêza xwe kirin yek û li dijî êrişên desthilatdariya faşîst têkoşîneke hevpar meşandin hingî dikarin destketiyan biparêzin. Rêxistinkirin û têkoşîna hevpar rêya garantiya jiyana wekhev û azadiya jinê ye.”

Hozat di vê nuqteyê de bal kişand ser şoreşa Rojava û destnîşan kir ku şoreşeke jinê ye.

DI ŞEXSÊ ROJAVA DE ÊRIŞ LI MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN

Hozat anî ziman ku Rojava 7 sal in bi sîstemeke demokratîk a xwe dispêre temsîliyeta wekhev a li derveyî dewlet û desthilatdariyê û got, “Ev nirxên mirovahiyê ku di şexsê jinên azad de şênber bûye, bi şoreşa Rojava re ji nû ve şîn bû. Êrişa dagirkeriyê ya li dijî Rojava, ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî nirxên mirovahiyê, êrişa li dijî hêviyên jiyana azad ên mirovahiyê ye. Êriş di şexsê Rojava de li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê wijdanê mirovahiyê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabû ser piyan. Dewleta Tirk a faşîst dijminê jinane, dijminê Kurdane, dijminê mirovahiyê ye.”

Çawa ku di dîroka mirovahiyê de jin û gelê Kurd di afirandina nirxên mirovahiyê de xwedî roleke sereke bû, niha jî heman rola xwe didomînin. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa herî berbiçav a vê rastiyê ye.”

Hozat bi bîr xist ku gelên dinyayê, mirovahî bi rengekî xurt li vê sîstemê dibe xwedî û got, “Ev yek bi rastî jî rewşeke ku mirovan kelecanî dikin.”

Hozat got, “Em ê bi yekbûna jinan, bi kombûna li dora nirxên jinan ên gerdûnî û bi berxwedana bi cewherê jinê pêşwaziyê li 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bikin. Ji ber ku hêza me heye ku em têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê her demê bidomînin û dinyayeke bê şer û bê tundiyê biafirînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Rojhilatê Kurdistanê ragihandin!

Nivîsa Pêş

QSD: Êrîşên dagirkeriyê bênavber didomin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Êrîşa li dijî Rêya M4 hate şikandin!

QSD: Êrîşên dagirkeriyê bênavber didomin

Dîmenên ji kêliyên berxwedana Şervanan li gundê Tewila

QSD'ê gundek rizgar kir, herî kêm 8 dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.