Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

TEV-DEM: ‘Erdogan bi sîlehên NATO’yê û bi hêzgirtina ji NY’ê jenosîdê li ser gelê Kurd pêş dixîne’

Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) got: "Faşîstê serdemê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê bi alîkarî û sîlehên NATO’yê û ji hêzgirtina saziyên weke Neteweyên Yekbûyî jenosîdê li ser gelê Kurd pêş dixîne, gelê Xiristiyan koçber dike û zextê li ser gelê Ereb dike."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/11/2019 - 13:54
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
TEV-DEM: Bêdengiya KDP’ê li hemberî faşîzma dewleta Tirk hevkariya wan diyar dike!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – TEV-DEM’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) got: “Faşîstê serdemê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê bi alîkarî û sîlehên NATO’yê û ji hêzgirtina saziyên weke Neteweyên Yekbûyî jenosîdê li ser gelê Kurd pêş dixîne, gelê Xiristiyan koçber dike û zextê li ser gelê Ereb dike.”

Daxuyanî wiha ye:

“Faşîstê sedsalê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê ji bo îradeya gelê Kurd bişikînin, ji bo gelê Kurd nebe xwedî statû û destkeftiyên kurdan tune bikin di asta jenosîdê de şerekî bêexlaq û bêpîvan pêş dixîne. Ji ber ku faşîst Erdogan hebûn û nebûna xwe, pêşeroja xwe di tunekirin û komkujiya gelê Kurd de dibîne bi awayekî hovane êrîş dike. Faşîst Erdogan dijminekî gelê Kurd ê sondxwarî ye. Ne tenê Rojava û Başûr, Bakurê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd di bin zordarî û êrîşên hovane de ne. Li Bakurê Kurdistanê parlamenter û şaredarên ku bi rêjeyeke bilind ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û hevserokên HDP’ê jî di nav de bi hezaran endamên saziyên demokratîk ên gelê Kurd û yên HDP’ê bi awayekî siyasî hatine girtin.

Rojane 24 saetan nirxên gelê Kurd tên binpêkirin, her wiha goristan, çiya û baniyên gelê Kurd bi teknîka herî pêşketî bi sîlehên NATO’yê ve bombebaran dike. Ne tenê li ser kurdên Bakur, bi her awayî li ser Başûrê Kurdistanê jî hovîtiya xwe pêk tîne. Herî dawîn bi destê çeteyên DAIŞ û Nusrayê û bi hêzên faşîst ên paramîlîter weke OSO Efrîn dagir kir û bi sedhezaran Kurd neçar man ku koçber bibin. Demografiya Efrînê diguherîne û paqijiya etnîkî pêk tîne. Gef û êrişên faşîst Erdogan û yên dewleta dagirker a Tirkiyê li ser Rojava û Bakurê Sûriyê hertim bi sedemên curbicur hebû. Îro careke din bi sedhezaran mirov çi Kurd, çi Ereb, çi jî Xiristiyan ji ber êrîşên hovane yên dewleta dagirker a Tirkiyê û bermahiyên çeteyên DAIŞ û Nusrayê ji bajar, gund û warên xwe hatine koçberkirin. Talan, tecawiz û paqijiya etnîkî li ser Rojava û Bakurê Sûriyê pêş dixîne. Pir diyar e ku faşîstê serdemê Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê bi alîkarî û sîlehên NATO’yê û ji hêzgirtina saziyên weke Neteweyên Yekbûyî jenosîdê li ser gelê Kurd pêş dixîne, gelê Xiristiyan koçber dike û zextê li ser gelê Ereb dike.

Em weke gelê Kurd, gelê Ereb û gelê Xiristiyan helwesta sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres şermezar dikin. Çawa dibe ku bi faşîstê serdemê Erdogan ku destê wî ketiye xwîna gelan û deste wî hîn di nav xwînê de ye hevdîtinê çêdike. Li hemberî êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê û polîtîkaya paqijiya etnîkî bêdeng dimîne û wateyê dide hovîtiya dewleta Tirkiyê ya li ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyê. Wexta faşîst Erdogan dibêje ku bi sedhezaran an jî bi milyonan kesên ku ne eydî vê axê ne ew ê li bajaran û gundan bi cih bike û bi sedhezaran Kurd, Ereb û Xiristiyan jî yên xwediyê vê axê ne ew ê koçber bikin sekreterê Neteweyên Yekbûyî Guterres xwe li bêdengiyê datîne û dibêje ku ew ê li ser van pêşniyar û projeyê bisekinin.

Ev çawa nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ye? Bangawaziya me ji Neteweyên Yekbûyî ew e ku ne weke nûnerên yekîtiya dewletan be, weke nav, rol û mîsyona xwe tevbigere, girêdayî nirx û pîvanên xwe be û nûnertiya miletan bike. Divê di serî de ji Erdoganê faşîst bihata pirsin ew bi sedhezaran kesên ku ji ber bombardimana tang, top û balafirên te koçber bûne, ma mafên wan jî nîne ku li ser axa xwe bijîn? Erk û berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî ew e ku hesab ji faşîst Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê bipirse, ne ku bibe şirîkê wê.

Em helwesta NATO’yê ya li dijî gelê Kurd jî şermezar dikin. NATO hem bi helwesta xwe piştgiriya faşîst Erdogan dike hem jî zextê li ser Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) dike ku fosfora spî ya li ser gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan hatiye bikaranîn lêkolîn neke. Faşîst Erdogan û dewleta dagirker a Tirkiyê ji ev nêzîkatî û helwesta NATO’yê hêzê digire û li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê paqijiya etnîkî pêş dixîne. Divê NATO ji vê neheqiyê re bêje bes e û dev ji durûtiyê berde. Pîvan û nirxên NATO’yê divê destûr neda ku dewletek endamê NATO’yê li ser gelên Rojava û Bakurê Sûriyê yan jî li cihekî din ê dinyayê nehêle çekên kîmyewî yên ji aliyê navneteweyî hatiye qedexekirin bi kar bîne. Dewleta dagirker a Tirkiyê ev sedsal e tevahiya gelê Kurd weke ‘terorîst’ pênase dike. Em ji NATO’yê dipirsin gelekî ku bê nasname ye, gelekî ku nikare zimanê xwe yê dayikê bi kar bîne, gelekî ku bê statû ye, gelekî ku her roj û hertim di bin xeteriya paqijyia etnîkî de çawa dibe terorîst? Gelê Kurd weke hemû gelên cîhanê dixwazê mafên xwe yên xwezayî bijî û hebûna xwe biparêze. Baş e, em dipirsin kî terorîst e? Gelo kî terorê dimeşîne? Yê ku bi hezaran gund û bajarên gelê Kurd wêran kirine, bi milyonan Kurd bi darê zorê dane koçberkirin, bi hezaran çi jin, çi zarok, çi siyasetvan bi şêwazê kiryarên nediyar ew wenda kirine û paqijiya etnîkî pêk tîne yan jî yên daxwaza mafên xwe yên xwezayî dikin? NATO pêwîst e ku ne bi aqilê gelê Kurd ne jî bi îrade û nirxên gelê Kurd bilîze. Em careke din şermezar dikin ku çima NATO rê nade saziya OPCW’ê çekên kîmyewî taybet fosfora spî ku li ser gelê Kurd, li ser gelên li Rojava û Bakurê Sûriyê bikaranî lekolîn bike û rapora xwe ji raya giştî re eşkere bike. Her weha saziyek weke OPCW’ê ku bi jiyana gelan û mirovan eleqedar e û eger hîn jî xwedî bi rûmet e divê tu zextan li ser xwe qebûl neke, erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê li gorî talîmatên NATO’yê tevnegere û li dijî paqijiya etnîkî, bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng bimîne. Ew çiqasî bêdeng bimîne jî gelek doktor û saziyên xwedî bi rûmet bi lêkolîn û xebatên xwe îspat kirine ku li ser gelê Kurd fosfora spî hatiye bikaranîn.

Rexmî vê rastiyê ku hîn jî saziya OPCW’ê ku xwe li bêdengiyê datîne em şermezar dikin. Her wiha di wexteke ku li Rojava û Bakurê Sûriyê fosfora spî dihat bikaranîn de sefîrê Tirkiyê yê Laheyê Şaban Dîşlî serdana saziya OPCW’ê kir û qasî 30 hezar euro bexşîn kir. Divê saziya OPCW’ê gumanên wisa jî ji ser xwe rake. Em hêvî dikin ku OPCW ew ê li gorî nasnameya xwe, erk û berpirsyariya xwe tevbigere û li gorî pîvanên xwe yên exlaqî xwedî helwesteke bi rûmet be.

Em di serî de spasiyên xwe ji wijdana mirovahiyê re ku piştgiriya gelên li Rojava û Bakurê Sûriyê dikin, her wiha ji hemû sazî, kesayet, akademisyen û rewşenbîrên eleqedar ên ku piştgiriya berxwedana bi rûmet a gelên li Rojava û Bakurê Sûriyê dikin, ji Yekîtiya Ereban, Parlamentoya Fransayê, Senatoya Amerîkayê û kesên taybet di vê mijarê de xwedî rol in pêşkêş dikin.

Divê hemû dinya bizanibe ku hîn jî paqijiya etnîkî li ser me berdewam e. Ji bo parastina rûmeta xwe û hebûna xwe, ji bo parastina azadiya xwe bedelê wê her çi be û çi pêwîst bike ew ê bê dayîn. Weke gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şehîd da û zêdetirî 20 hezar birîndarên me çêbûn, lê di heman demê de rûmeta mirovahiyê hat parastin. Em bi vê serbilind in. Çi DAIŞ be, çi erîşên jenosîdê yên dewleta dagirker a Tirkiyê be, çi Nusra be û her wiha çi hêzên çete yên din be eger careke din pêwîst bike em ê ji bedel dayînê nerevin û gav paşde navêjin. Ji bo parastina hebûna xwe û rûmeta mirovahiyê bi îradeyek xurt û bi baweriyek mezin ew ê têkoşîna me berdewam be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Polîsên dagirker HDP’î jî di nav de 12 kes li navçeya Elkê ya Şirnexê binçav kirin

Nivîsa Pêş

Çete û artêşa dagirker a tirk êrîşî gundewarên Eyn Îsa û rêya M4 a navdewletî dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên eşîrên Şedadê li ser banga seferberiyê tevlî Berxwedana Cenga Rojava bûn

Çete û artêşa dagirker a tirk êrîşî gundewarên Eyn Îsa û rêya M4 a navdewletî dike

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst (EOT) şehîd Altûnoz û Aydin bi bîr anî

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst (EOT) şehîd Altûnoz û Aydin bi bîr anî

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.