Enter your email Address

Pazartesi, Haziran 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Hêrsa gelê me wê her şêweyên komployê têk bibe

KCK: Ji ber tirsa ji hêza guherîn, veguherîn û şoreşgerî ya Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê, komployeke ji gelek aktoran pêk hat ku di dîrokê de nehatiye dîtin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/10/2019 - 10:01
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: “Li dijî komkujiyan bersiva herî mezin rizgarkirina Efrinê ji destê dagirkeran e”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Mêtingeriya qirker ku di sala 1998’an de li pêşberî Tevgera me ya Azadiyê hate ber hilweşînê, xwe spart paşverûtiya herêmî û navneteweyî û li dijî Tevgera me ya Azadiyê komployek kir. Di şexê AKP-MHP’ê de mêtingeriya qirker niha jî li ber hilweşînê ye.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Em dest bi sala 22’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dikin. Hemû şehîdên ku di têkoşîna dijî komployê de şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Girêdana mezin a şehîdên me ya bi Rêber Apo re wê her tim hêza serketinê ya têkoşîna me ya azadiyê be. Hêrsa gelê ma ya li dijî komployê wê her şêweyên komployê yên li dijî têkoşîna azadiyê têk bibe.

Ji ber ku Rêber Apo gelê Kurd kir xwedî îrade û sîstemeke demokratîk a ku xwe dispêre biratiya gelên Rojhilata Navîn ava dikir, komploya navneteweyî li dijî wî hate kirin. Rêber Apo hîn jî rastiya Kurdên azad diafirîne û ji bo avakirina sîstemeke ku xwe dispêre biratiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe, lewma li Îmraliyê bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Lê belê komploya navneteweyî nekarî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn rawestîne. Mîna ku Rêber Apo got; vê komploya dîrokî kir ku pêşketin zûtir pêk werin.

Ji ber tirsa ji hêza guherîn, veguherîn û şoreşgerî ya Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê, komployeke ji gelek aktoran pêk hat ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Lê belê dema ku nêrîn û çalakiyeke şoreşgerî ya li gorî serdemê derkete holê, hingî ne artêş ne jî dewlemendî yan jî zext nikarin rawestînin. Ji ber vê yekê Rêber Apo destnîşan kir ku komploya dîrokî ya li dijî wî hate kirin, wê rastiyê û hêzên şoreşger ên gengaz nîşan bidin. Ji xwe ji hingî ve hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn pêşketinên girîng afirîne. Hişmendiya azadiyê, îrade û encamên wê ku niha li Kurdistanê hatine afirandin, ji yên 21 sal beriya niha gelekî zêdetir in. Gelên Rojhilata Navîn jî ketine nava têkoşîneke civakî ku li dîroka wan tê. Hêza civakî dîrokî ya Rojhilata Navîn rabûye ser piyan. Dema ku ev rabûn gihîşt rêbertiya xwe, hingî ti hêzeke herêmî yan jî navneteweyî li pêşiya wê nikarin bibin asteng.

LI DIJÎ PKK Û TEVGERA AZADIYÊ YA KURD KOMPLOYÊN NÛ TÊN KIRIN

Bi vê komployê re ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi esareta Rêber Apo bi encam bû, ji ber ku encama dixwestin nekarîn bi dest bixin niha jî li dijî PKK’ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd komployên nû tên amadekirin. Hêzên ku pirsgirêkên herêmê çareser nakin, berevajî pirsgirêkan girantir dikin, di şexsê Tevgera Azadiyê de dixwazin daxwaz û hesreta azadiyê ya gelan têk bibin. Wergirtina biryara lêgerîna bi xelatê ya der barê 3 rêveberên PKK’ê û zêdebûna êrîşên li dijî Tevgera Azadiyê li her qadê nîşan didin ku hêzên cuda bi hevkarî li dijî Tevgera me ya Azadiyê ketine nava komployekê.

Mêtingeriya qirker ku di sala 1998’an de li pêşberî Tevgera me ya Azadiyê hate ber hilweşînê, xwe spart paşverûtiya herêmî û navneteweyî û li dijî Tevgera me ya Azadiyê komployek kir. Di şexê AKP-MHP’ê de mêtingeriya qirker niha jî li ber hilweşînê ye. Ji ber vê yekê bi xweferzkirin, bi pêşkêşkirina xwe dixwaze xwe bispêre hêzên cuda û Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bike. Dema ku encamê ji êrîşan wernagire hîn bêhtir dike barebar û dixwaze hin hêzan bike hevparê êrîşên xwe yên qirkirinê. Ji bo nehêle ku mêtingeriya wê ya qirker hilweşe, di her mijarê de xwe dike amûreke şantajê.

Rewşa çandî, civakî, siyasî û aborî ya Tirkiyeyê dişibe sala 1998’an. Her dever dirize. Ji bo tepisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd hemû saziyan nirxên civakî û kevneşopiya dewletê danîne aliyekî. Ji ber vê yekê gotina ‘Dema mijar welat be tiştên din negirîng e’ veguheriye nirxê yekane yê îdeolojîk, siyasî û civakî ku ev yek jî nîşaneya îflasê ye. Êdî her şêweyên sazîbûnê, qanûn û pîvan li aliyekî hatine hiştin. Bêhêzbûna xwe û rewşa xwe ya li ber hilweşînê ye bi vî rengî nîşan dide.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê derfetên xwe hemûyan ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bi kar tîne. Dijminatiya li Kurdan û êrîşa li dijî her tiştên bi navê Kurdîtiyê ku di dema komploya navneteweyî de hate kirin niha jî bi rengekî bênavber didome. Lê belê bi ruhê şehîdên berxwedana ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li her deverê berxwedaneke bi rengê fedayî heye. Ev berxwedana dîrokî ku bi berdêlan tê meşandin wê komploya ku dixwazin îro jî bikin têk bibe. Berxwedana ku bi îradeyeke qewîn tê nîşandan wê dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne, êrîşan têk bibe û li ser bingeha azadiya gelê Kurd wê Tirkiye jî di nav de hemû welatên Rojhilata Navîn demokratîk bike. Di vê çarçoveyê de wê li Rojhilata Navîn serdema şaristaniya demokratîk pêk were.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Çelê leşkerekî dagirker ê tirk hate kuştin

Nivîsa Pêş

3’emîn Kongreya Jinên Ciwan li Mexmûrê destpê kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
3’emîn Kongreya Jinên Ciwan li Mexmûrê destpê kir

3'emîn Kongreya Jinên Ciwan li Mexmûrê destpê kir

KCD: Bi rûhê seferberiyê li dijî şer û dagirkeriyê di nav piştevaniya gelê Rojava de bin

KCD: Bi rûhê seferberiyê li dijî şer û dagirkeriyê di nav piştevaniya gelê Rojava de bin

Manşet

  • Kampa Xwebûn a Herêmên Firatê bi dawî bû
  • HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
  • Serlêdanên ji bo ezmûnên dibistana amadehî dest pêkir
  • Ciwanên PYD’ê: Hesab ji sûcdaran bixwazin
  • Li Mexmûrê Turnuvaya Voleybolê bi navê Şehîd Rıza û Şehîd Fuat
  • 5’êmin Festîvala Şehîd Zîlan ya jinên ciwan tê li darxistin
  • Turnoveya Pîng Pong a ciwanan li Qamişlo didome

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên PYD’ê: Hesab ji sûcdaran bixwazin

    Ciwanên PYD’ê: Hesab ji sûcdaran bixwazin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mexmûrê Turnuvaya Voleybolê bi navê Şehîd Rıza û Şehîd Fuat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Serlêdanên ji bo ezmûnên dibistana amadehî dest pêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 5’êmin Festîvala Şehîd Zîlan ya jinên ciwan tê li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji Bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Heseke Jinên Ciwan amadekariya Festîvala Şehîd Zîlan dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnoveya Pîng Pong a ciwanan li Qamişlo didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Çekdar Canfeda Med

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Hesekê pirtûkên Rêber APO belav dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.