Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Berxwedan jiyan e

Di pêvajoyeke wiha de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmehê bû sedem ku civak nefesê bigire. Heta niha jî civakên Kurdistan û Tirkiyeyê di rêça Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de meşa xwe didomînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/07/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Berxwedan jiyan e
ParvekeTweet

“Di sala 1982’yan de li zindana Amedê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin dest pê kir û em salvegereke nû ya vê berxwedanê pêşwazî dikin. 37 sal berê di 14’ê Tîrmehê de berxwedan dest pê kir û di encamê de rêheval Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. Wekî her sal îsal jî Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêya gelê Kurdistanê û Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ronî dike.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmehê dema ku darbeya faşîst a leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’î xwe mayînde dikir û li her derê reh vedida, dest pê kir. Hêzên şoreşger di bin zextan de bûn û tevgera wan hatibû astengkirin û nedihiştin civak nefesê bigire û di demeke wiha de ev berxwedan pêk hat.

Di pêvajoyeke wiha de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmehê bû sedem ku civak nefesê bigire. Heta niha jî civakên Kurdistan û Tirkiyeyê di rêça Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de meşa xwe didomînin.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji bo civakên Kurdistan û Tirkiyeyê tenê nebûye nefes her wiha rêya jiyana rast nîşan daye. Di encama vê berxwedanê de gotina; ‘Berxwedan jiyan e’ li rûpelên dîrokê hat nivîsandin û ev nivîs tu caran ji rûpelên nayê jêbirin. Ji ber vê yekê gotina ‘Berxwedan jiyan e’ ji sloganê wêdetir rêya jiyanê nîşan dide û wekî dirûşm derbasî dîrokê bû.

Ji 14’ê Tîrmeha 1982’yan heta niha vê rastiyê mohra xwe li jiyan û hebûna civakên Kurdistan û Tirkiyeyê û hêzên şoreşger xist. Di îlona 2014’an de sîmulasyon çêkirin û di meha cotmehê de di civîna Lijneya Ewlehiya Millî de biryar girtin û di nîsana 2015’an de bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo ve ‘Plana Çokdanînê’ xistin meriyetê. Di encama berxwedanê de ev êrîşên mêtingerî û plan vala hatin derxistin.

Rêber Apo di şert û mercên Îmraliyê de bi berxwedana xwe ya dîrokî rêya me hemûyan ronî kir. Li çiyê gerîla berxwedaneke mezin bi pêşxist. Li zindanan girtiyan li ber xwe dan. Civaka Kurdistanê bi êrîşên hovane re rûbirû ma û di her firsendê de piştgirî dan Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê. Di pîrozbahiyên Newrozan de û di hilbijartinên giştî, xwecihî û referandûman de her tim bi tabloya heyî ev yek piştrast kirin.

Rejîma Şerê Taybet rastiyeke dewleta TC a dagirker û komkujerkar e û îro dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê nûneriya vê pergalê dike û di encama berxwedanê de ev dîktatoriya faşîst têk çû. Bi dirûşma ‘Em Tecrîdê Bişikînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin’ pêngava berxwedanê hat destpêkirin û ev têkoşîn derbasî rûpelên dîrokê bûn.

Çawa ku bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Kurdistan û Tirkiyeyê dîwarên dîktatoriya faşîst a 12’yê Îlonê hilweşiya û her wiha pêngava ‘Em Tecrîdê Bişikînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin’ bû sedema binketin û dawiya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê. Niha ew dem e ku pêwîstiyên têkçûna wan bi cih bên.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê di wan şert û mercan de bi pêngava mezin a gerîlayan a 15’ê Tebaxa 1984’an hat temamkirin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê civakên Kurdistan û Tirkiyeyê pêşveçûn û meşa xwe didomînin. Îro pêngava ‘Em Tecrîdê Bişikînin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistanê Azad Bikin’ bûye beşeke vê meşê û di heman demê de tê wateya serdemeke nû. Niha dor hatiye ku ev serdem were temamkirin. Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger bi serkeftinê bi encam bû û ev bû gava yekem a vê pêvajoyê. A girîng ew e ku bênavber gavên nû bên avêtin. Civakên Kurdistan û Tirkiyeyê nîşan dane ku ji bo avêtina gavên nû amade ne. Tişta girîng ew e ku ev rastî were dîtin û li gorî vê yekê rêxistinbûyîna tevgerên mezin ên civakî derkevin holê.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê tenê bandor li civakên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nekir, her wiha bandor li civakên çar parçeyên Kurdistanê kir. Pêngava 15’ê Tebaxê bû sedema hêviyan û veguherî pêngavên mezintir. Îro li çar parçeyên Kurdistanê civak li ser vê rêya ku hatiye ronîkirin dimeşin û tekoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê didomînin. Çawa ku di 5’ê tîrmeha 2019’an de berdelên giran hatin dayîn, bi dayîna berdelên giran bi biryar meşa xwe didomînin.

Hêzên dewleta faşîst û kujer di dîrokê de gelek qetlîam pêk anîn û di 5’ê tîrmeha 2019’an de li herêma Qendîlê ya başûrê Kurdistanê qetlîameke din pêk anîn. Pêşengê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê başûr û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê rêheval Helmet (Diyar Xerîb) û rêvehal Şahîn Dîcle û Devran bi namerdî hatin qetilkirin. Di demeke ku salvegera 14’ê Tîrmehê nêz dibe de ev qetlîam bi piştgiriya hêzên îxanetkar û hevkar pêk hat. Şehadeta wan ne tenê ji bo gelê başûrê Kurdistanê di heman demê de ji bo hemû gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn windahiyeke mezin e.

Çawa ku hesabê şehadeta pêşengên Tevgera Azadî û Demokrasiya Kurdistanê; Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bilindkirina têkoşînê hatibe pirsîn dê hesabê qetilkirina Helmet, Şahîn Dîcle û Devran jî ji dewleta kujer a TC û hevkarên xayîn were pirsîn.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve Bikin1335TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – PDK = dewleta tirk

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ciwanên Rojava: “PDK mînaka îxanetê ye”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ciwanên Rojava: “PDK mînaka îxanetê ye”

TAYBET - Ciwanên Rojava: "PDK mînaka îxanetê ye"

TAYBET – Festîvala Enternasyonal: ‘Bi hilweşandina faşîzmê û parastina xwezayê Azadî pêkan e’

TAYBET - Festîvala Enternasyonal: 'Bi hilweşandina faşîzmê û parastina xwezayê Azadî pêkan e'

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em ne kole ne!’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.