Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 26, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Bîranîna Hakî Karer û Halîl Çavgun’

Pêwîst e her kurdistanî di ferqê de be ku ger îro behsa deskeftiyên kurdan were kirin em vê yekê deyndarê Hakî Karer, Halîl Çavgun û şehîdên şoreşê ne. Ger fedakarî, kesayeta têkoşer, wêrekî û lehengiya mezin a şehîdan nebûya ne mimkune mirov li Kurdistanê behsa deskeftiyan bike.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/05/2019 - 0:02
di nav Analîz, Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Bîranîna Hakî Karer û Halîl Çavgun’
ParvekeTweet

Îro 42’yemîn salvegera şehadeta Hakî Karer e. Rojek piştre salvegera şehadeta Halîl Çavgun e. Bibîranîna herdu pêşengên şoreşa Kurdistanê ji bo her kurdistanî, şoreşger, demokrat û welatparêzan berpirsyariyeke dîrokî ye.

Pêwîst e her kurdistanî di ferqê de be ku ger îro behsa deskeftiyên kurdan were kirin em vê yekê deyndarê Hakî Karer, Halîl Çavgun û şehîdên şoreşê ne. Ger fedakarî, kesayeta têkoşer, wêrekî û lehengiya mezin a şehîdan nebûya ne mimkune mirov li Kurdistanê behsa deskeftiyan bike.

Ji ber vê yekê divê li gorî vê rastiya ku gelên Kurdistanê ji tunebûnê hatin afirandin were tevgerîn û lazime şehîd tu caran neyên jibîrkirin û em her tim li bîranînê wan xwedî derkevin. Ji ber van sedeman Tevgera Azadî û Demokrasiyê meha gulanê wekî meha şehîdan aşkera kiriye. Divê were zanîn ku di vê biryarê de rola Hakî Karer û Halîl Çavgun pir e.

Rêber Apo di nirxandineke xwe de Hakî Karer wekî ‘ruhê xwe yê veşartî’ pênase dike û dibêje di pêşxistina fikir û çalakiyên şoreşgerî de pêşengî kiriye. Di demeke ku kesekî cesaret nedikir peyva Kurdistanê û navê kurdan bîne ziman de dev ji dibistanê berda, bi pergalê re têkiliya xwe qut kir û li Kurdistanê tovê jiyaneke nû çand. Hakî Karer xelkê Behra Reş bû lê ji kurdistaniyekî zêdetir berpirsyarî girt ser xwe û li gorî wê tevgeriya. Li pey berjewendiyên şexsî neket. Baweriya xwe bi dozê anî û ji roja gav avêt heta şehadetê amade bû canê xwe feda bike. Di 18’ê gulana 1977’an de li Dîlokê di encama kemîneke namerdî de hat qetilkirin.

Qetilkirina Hakî Karer bandoreke mezin li Tevgera Azadî û Demokrasiyê kir û ev yek wekî fermana pêşvebirina têkoşîna hat qebûlkirin. Hesabê qetilkirina Hakî Karer yek bi yek hat pirsîn. Ya herî girîng jî bi partîbûyînê bersiva qetlîamê hat dayîn.

Halîl Çavgun ji bo xwe kesayeta pêşeng a Hakî Karer mînak girtibû. Li Curnêreş û Rihayê ket nav lêgerînê û têkoşiya. Li Rihayê di parçekirin û têkbirina rêxistinên faşîst û çeteyan de rol girt ser xwe û li Curnêreş bi rêxistinbûyînê derb li pergala axatiyê xist. Ji ber kesayeta xwe ya pêşeng bû hedefa polîs û şebekeyên îxanetê û çeteyan. Ew jî di 19’ê gulana 1978’an de li Curnêreş hat qetilkirin. Bi namerdî qetilkirina Halîl Çavgun bêbersiv nehat hiştin û hesabê qetilkirinê yek bi yek hat pirsîn. Her wiha ji bo xwedîderketina bîranîna wî li Curnêreş pergala axatiyê hilweşiya û li şûna wê her çiqas ji bo demeke kurt be jî Rêveberiya Gel a Demokratîk hat damezirandin.

Em îro Hakî Karer û Halîl Çavgun bi bîr tînin û herdu pêşeng di şoreşa Kurdistanê de xwedî cihekî taybet in û mora xwe li dîrokê xistin. Bes di nav bergên toz ên dîrokê de winda nebûn. Rêhevalên wan ala wan a têkoşînê bilindtir kirin û li bîranîna wan xwedî derketin.

Di roja me ya îroyîn de şoreşa Kurdistanê di demên herî dijwar û ewqas jî di demên herî nêzî serkeftinê re derbas dibin. Tu caran civaka Kurdistanê evqas pêşketinên şoreşî bi dest nexistibû. Mirov dikare bibêje ku li Kurdistanê di nav şoreşê de şoreş tên jiyîn. Şoreşa Kurdistanê bandor li dewletên serdest ên Rojhilata Navîn kiriye û her wiha bandor li seranserê herêmê û qada navneteweyî kiriye. Di serî de Hakî Karer, Halîl Çavgun û şehîdên leheng bi vê rastiyê dijîn.

Şoreşa Kurdistanê xwedan bi deh hezaran şehîdan e. Nûnerên rastîn ên deskeftiyên şoreşa Kurdistanê ew in. Îro bi milyonan şopdarên wan hene, bi berxwedan û têkoşînê bersivê didin şehadetên wan. Li çiyayan gerîla, li zindana girtî, gel li nav welat û derveyî welat nûnertiya wan bi cih tîne.

Di şexsê Hakî Karer û Halîl Çavgun de di meha şehîdan a gulanê de silavê didin hemû şehîdên şoreşê û careke din wan bi bîr tînin.

ÇAVKANÎ: e – rojname – Cûmalî Dogan

Parve Bikin63TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – ‘Nêrîneke Giştî Li Ser Qirkirna Jinê’

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan ên Azad û JXK li 3 cihên cuda çalakî pêk anîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan ên Azad û JXK li 3 cihên cuda çalakî pêk anîn

Jinên Ciwan ên Azad û JXK li 3 cihên cuda çalakî pêk anîn

LEZGÎN – Li dijî polîsên dagirker ku dibistana pêşîn dagirkirin çalakiya bombeya deng

LEZGÎN - Li dijî polîsên dagirker ku dibistana pêşîn dagirkirin çalakiya bombeya deng

Manşet

  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
  • Veysî Aktaş hate berdan
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir
  • YCWK: Jiyaneke bi rûmet bê parastinê ne mimkun e
  • Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

Herî zêde hatine xwendin

  • Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

    Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Tevgera Ciwanên Şoreşger NRW banga îşev derketina qadan kir

    1 Parve kirin
    Parve Bikin 1 Tweet 0
  • Ciwanên Düsseldorfê: Werin em beşdarî Meşa Dirêj bibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Aldar Xelîl: Ciwan pêşengê şoreşa Rojava bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ NRW: Bê Rêber APO jiyan nabe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.