Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Minbicê 1’emîn Konferansa Jinên Ciwan hate li darxistin

Bi dirûşmeya "Li ber xwe bide, tê bikoşe, xwe birêxistin bike û xwe azad bike" Konferansa Yekemîn a Meclisa Jinên Ciwan a bajar û gundewarên Minbicê hate lidarxistin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/04/2019 - 20:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li Minbicê 1’emîn Konferansa Jinên Ciwan hate li darxistin
ParvekeTweet

MİNBİC – Bi beşdarbûna bi sedan jinên ciwan, endamên saziyan, şandeyên jinên ciwan ên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro yekemîn konferansa Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê li hola civînan a Meclisa Zagonsaz hate lidarxistin.

Hola konferansê bi wêneyên têkoşer Leyla Guven şehîdên azadiyê, alên Meclisa Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên “Jinên ciwan sembola şoreş û azadiyê ye ne”, “Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê dîwawrê Îmraliyê hilweşînin”, “Xwe bi rêxistin bike, çalak be û serî hilde”, “Berxwedana girtiyan dê qeydên Îmraliyê hilweşîne”, “Azadiya jin azadiya civakê ye”, “Bi berxwedana Leyla Guven em ê dîwarê girtîgehan hilweşînin” û “Dîwarên we wê roja me tarî nake” hatibû xemilandin.

Konferans bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ve pêk hat. Îlham Ehmed lidarxistina konferansê li jinên ciwan ên Minbicê pîroz kir û got: ” Jinan di şerê li dijî DAIŞ‘ê heta ragihandina serkeftinê de roleke dîrokî lîstin. Heger pêngavên serkeftinê ji bo gelê Sûriyê girîng be, di heman demê de ji bo tevahî mirovahiyê jî girîng e. Ji ber tinekirina terorê xilaskirina mirovahî ji komkujiyan e.”

Îlham Ehemd her wiha diyar kir ku jinên ji tarîtiya çeteyên DAIŞ‘ê xilas bûne derbasî pêvajoya xwe rêxistinkirin û avakirina kesayeta xwe ya cewherî bûye û got:  “Jinan di bin banê Rêveberiya Xweser de xwe bi rêxistin kirin û cihê xwe di hemû navenda de girtin û bûne xwedî biryar. ”

Paşê ji bo birêveberina konferansê endamên dîwanê ji 5 kesan hatin hilbijartin.

Berdevka Fermî ya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla El-Ebd, Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbic û gundewarên wê Nezîfa Xelo, bi navê Meclisa Jinan a Minbic û gundewarên wê Tehanî Lezîz û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha El-Feysel axivîn.

Di axaftinana de lidarxistina konferansê li jinên ciwan hate hate pîrozkirin û hate gotoin ku derfeteke dîrokî ji bo jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peyda bûye da ku xwe bi rêxistin bike û rola xwe ya pêşeng di civakê de vegerîne. Her wiha hêvî kirin ku konferans bi biryarên girîng bi encam bibe.

Di berdewama konferansê de peyamên pîrozbahiya kongferansê hatin xwendin. Di peyamên de konferansa Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê hat pîrozkirin û keda jinên ciwan ên Minbicê û gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê hate silavkirin û hêviya serkeftinê ji bo konferansê hate xwestin.

Paşê jî rapora xebatên salekî yên Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê hate xwendin û senevîzyoneke li ser karên ku jinên ciwan kirine hate pêşandin.

Paşê beşdaran li ser pirsgirêkên jinên ciwan û rêbazên çareserkirinê nîqaş kirin.

Her wiha rêziknameya meclisê ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbic û gundewarên wê Esma Remo ve hate xwendin, piştî nîqaşkirina bendên wê bi piraniya delegeyan hate erêkirin.

Di konferansê biryar hatin girtin û plansaziyên dema pêş hatin eşkerekirin. Ji wan;

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyan divê têkoşîn di her qadan de were kirin, li hemberî gefên Tirkiyê li ser herêmê têkoşîn were mezinkirin, jinên ciwan di qadên leşkerî û civakî de werin perwerdekirin, ji bo bîranîna şehîdên jin ên ku bo azadî û rûmetê canê xwe feda kirine çalakî werin lidarxistin, pêşxistina karê komîteya jinelojî bi rêya danîna semînerên fikrî, panel û lêkolînan, birêxistinkirina jinên ciwan ên dibistan û peymangehan de û lidarxistina çalakiyên taybet ji bo wan,  avakirina komên çandî ji bo hemû pêkhateyên Minbicê, li dijî şideta li ser jinan û zewaca di temenê biçûk de têkoşînkirin, avakirina tîmên werzîşê taybet ji bo jinan, avakirina komîteyên jinên ciwan li gundan û organîzekirina pêngavên paqijkirinê û parastina hawirdorê.

Piştî girtina biryaran meclisa nû ji 19 endamên rêveber hatin hilbijartin.

Konferans bi xwendina encamnameyê ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Mihemed ve hate xwendin. Di encamnameyê rêveçûna konferansê hate vegotin.

 

1 Ji 11
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Êlîhê li dijî tecrîdê derketin qadan

Nivîsa Pêş

ROJEVA 30’Ê NÎSANÊ 2019’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ROJEVA 20’Ê ADARÊ 2019’AN

ROJEVA 30’Ê NÎSANÊ 2019’AN

NIRXANDIN – Bi qandî ez bi ser dikevim gel bi ser dikeve -4-

NIRXANDIN – Bi qandî ez bi ser dikevim gel bi ser dikeve -4-

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.