Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – “Berxwedana rûmetê dewam dike”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/03/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji Berxwedêrên Strasboûrgê peyamên 8’ê Adarê
ParvekeTweet

“Ji Strasbourgê bi rê ketime, vedigerim Berlînê. Bi qasî sê hefteyan li wir mam, li wî bajarê ku êdî cihê xwe di nav dilê her welathezekî Kurd de ava kiriye û ji gelek bajarên Kurdistanê jî pirtir di nav lîteratûra Kurdan de cih digire, sê hefteyên tije êş û dilşadî jiyam.

Strasbourg bi taybetî piştî dîlketina serokê şoreşa Kurd, Abdullah Ocalan veguherî cihekî girîng di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de. Salê herî kêm sê caran Kurd bi awayekî girseyî li vî bajarî kom dibin, bi daxwaza pêkanîna mafên mirovan a ji bo Kurdan û herî zêde jî ji bo mafên binpêkirî yên serokê Kurd, çalakiyan li dar dixin.

Gelên li Strasbourgê Kurdan nas dikin, Kurd jî Strasbourgê êdî hema bêje bi qasî bajarekî welêt dizanin û nas dikin.

Li Strasbourgê, li vî bajarî ku 14 dilên wêrek bedena xwe kirine berendamên gorîgeha azadiyê, her kêliya çavên mirov bi wan berxwedêran dikeve, demildest ev pirs di hişê mirovî de çirûskê dipekîne.

‘Ev mirovên hinde wêrek, hinde leheng, hinde fedekar û hinde serketî ji ku ji kîjan kan û jêderkê avê vedixwin? Bingeha wan digihîje ku derê? Gelo ev bi tenê bi destpêka şoreşa Kurd a dawî ya li bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye? Yan jî ruh û damarên kevnartir û dirêjtir hêza xwe didin bin wê raperînê û bilind dikin?

Ma ne, ew jin û mêr, ew kal û pîr, ew zarok û mezin bûn ku li ber cendirmeyekî kezebkêvroşk ji dest û lingan diketin, û sed caran gazî, lava û hawara xwe digihandine yezdanan.

Lê êdî rewş guheriye, êdî ne cendirme, ne polîs û ne jî hezar bavê dewletên dagirker nekarin tirsê têxine dilê wan jin û mêran. Ew mêrên pirtûka mêranî û gernasiyê ji nû ve nivîsandîn û ew jinên bûyîne rêberên têkoşîna azadiya gelê xwe, niha di nav mercên gelek dijwar, çetin û sotîner de li ber xwe didin.

Di roja 88´an a berxwedanê de mixabin destê me ji hev bû. Ya rastî xebata wê derê her çiqas di xizmeta wan de jî be, pirr dijwar bû. Li cihê ku 14 mirovên wêrek, leheng û pêşeng bi şev bi roj di nav mercên dijwar de, di nav êş û janên giran de têdikoşin û bêyî ku kêliyekê jî ji doza xwe, ji rêbaza têkoşîna xwe, ji pîroziya armanca xwe têkevine gumanê, li ber xwe didin, mayîn ne hêsan e, dilê mirov gelek mijaran ranagire.

Di wê rewşê de xwarin, vexwarin heta nefes standin jî li mirov vediguhere êşkenceyê. Gelek caran ew bi xwe dibêjin; gelo we tiştek xwariye, xwe birçî nehêlin! Û ew gotin jî li mirov dibe wek bar û piştî, vediguhere çiyayan. Ew kesên ku sê meh in birçî ne, hîna jî fikara hevalên din dikin, xema wan dixwin.

Şûnwarê 14 berxwedêran ji mêj ve veguheriye perestgehekê, vêna bê mubalexekirin dibêjim. Ji her çar aliyên Ewrûpayê, Kurdên ji her beşê û dostên wan ref bi ref tên û serdana çalakgeran dikin. Dîsa ji her ol û baweriyê ku di nav de Êzîdî, Elewî, Misilman, bêdîn û wekî din jî hene, nûner û girse hatin beşdar bûn. Ji siyasetên cihê yên Kudistanî û hevpeymanên wan jî beşdariyeke xurt pêkhat. Her wisa lijneya KNK´ê ya ji partî û komên başûr, bakur, rojava û rojhelatê welêt jî berxwedêr ji bîr nekirin.

Bi taybetî heftêya dawî, gelek şande û kesayetên polîtîk û insanî yên Fransî, Swêdî, Îtalî û Elman jî li wargeha berxwedanê bûn. Li saziyên li Strasbourgê yên wekî CPT, Konseya Ewrûpayê û Parlamena Ewrûpayê jî bi dengê berxwedana Kurdan olan dida. Biryara rawestandina pêvajoya endametiya dewleta Tirk a dagairker a ji aliyê PE´yê ve jî girîng bû. Her çiqas dîplomat û siyasetvanên Kurd bendewariyeke mezin nepên jî, biryarê bandoreke giran li ser dîktator û faşîstên Tirk kir. Ji daxuyanî û êrişên wan jî mirov dikare bi hêsanî têbigihije.

Babeta perestgehê yan jî ku weke mabedeke li cihê berxwedanê hatiye jî mirov dikare wiha palpişt bike; em bûn şahidê gelek serdanan ku yên dihatin dixwestin kêliyekê jî be destê wan bigirin, maçî bikin, xwe nêzî wan bikin. Ji ber hişyariya bijîşkî gelek caran ew ne pêkan bû, lê wan vêca sermilên berxwedêran radimûsa.

Berxwedêran qebûl nedikir û hişyar dikir, lê girseya dihat serdanê, ew mirov wek kesayetên pîroz û xas didîtin. Helbet, hind ji wan bi fikara ku belkî carekî din hevdu nebînin jî wisa hestiyarî nîşan didan. Lê pirraniya gel baş dizanîbû û dizane ku ew berxwedana Leyla Guven dayî destpêkirin û niha hejmar gihiştiye hezaran, ne hêsan e. Ne kar û barê her kesî ye, her kes jî nikare ji binî rabe. Heger mirov nikaribe weke wan bimeşe, çêtir e mirov soza layîqbûna hevaltî û hevrêtiya wan bide.”

ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Yeko Ardıl

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Di çanda gel de mehên Gijûk û Newroz ê

Nivîsa Pêş

Xwendekarên Zanîngeha Artukluyê li zanîngeha xwe çalakî pêk anîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xwendekarên Zanîngeha Artukluyê li zanîngeha xwe çalakî pêk anîn

Xwendekarên Zanîngeha Artukluyê li zanîngeha xwe çalakî pêk anîn

TAYBET – Jiyan li Kobanê bi berxwedanê tê honandin

TAYBET - Jiyan li Kobanê bi berxwedanê tê honandin

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.