Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

8’ê Adarê li Binarê Qendîlê hate pîroz kirin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/03/2019 - 16:30
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
8’ê Adarê li Binarê Qendîlê hate pîroz kirin
ParvekeTweet

Ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê ji hemû deverên Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Binarê Qendîlê jin û jinên ciwan kombûn.

QENDÎL – Ahenga Binarê Qendîlê bi tevlîbûna bi sedan jinan û bi bernameyeke dewlemend destpêkir. Di pîrozbahiya 8’ê Adarê ya Binarê Qendîlê de wê peyama KJK’ê, RJAK û çalakvana greva birçîbûnê Fadîle Tok hatin xwendin û hunermend û kom hunerên xwe pêşkêş kirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) li gundê Dêra Kotirê ya Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8’ê Adarê pêk hat.

Ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê ji hemû deverên Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Binarê Qendîlê jin û jinên ciwan herikîn qada pîrozbahiyê. Her wiha ji Rojhilatê Kurdistanê jî gelek jin beşdarê pîrozbahiyê bûne.

Qada pîrozbahiyê bi alên PKK-PAJK- KJK-KCK- RJAK-Tevgera Azadî û whd û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pêşengên jin yên şehîd hatine xemilandin. Li ser dikê postereke mezin a ji wêneyên Sakîne Cansiz, Roza Lûksemburg, Leyla Gûven, Viyan Soran, Leyla Qasim, Leyla Xalid û Ocalan pêktê û bi dirûşma, “Em çiqas têbikoşin, ewqase azad dibin” hatiye daliqandin.

Pîrozbahiya 8’ê Adarê bi deqîqeyek rêzgirtin destpê kir. Bi navê Komîeteya Amadekar ya pîrozbahiya 8’ê Adarê Hevseroka Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Gulale Mihemed xêrhatina mêhvanan kir. Gulale di destpêka axaftina xwede silav li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku ew afirînerê jina azad e. Gulale her wiha di şexsê Leyla Gûven de hemû jinên berxwedêr jî silav û kir û pîrozbahî li tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê kir.

Di ahenga 8’ê Adarê ya li gundê Dêra Kotirê ya dibin pêşengiya RJAK’ê hatiye rêxistinkirin de peyama Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) û RJAK’ê hatin xwendin. Her wiha peyama pîrozbahiyê ya Tevgera Azadî jî hate xwendin.

Evîn Zîlan peyama KJK’ê xwend. KJK’ê 8’ê Adarê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, berxwedêrên greva birçîbûnê û hemû jinên azadîxwaz pîroz kir. KJK’ê diyar kir ku jinên Kurd li Kurdistanê bi zanist û rihê berxwedanê ya dîrokî bûne pêşengên têkoşîna azadiya jinan û parêzvanên jin û gelê Kurd.

Azadiya me bi azadiya Rêber Apo gengaz e

KJK’ê îşaret bi azadiya Ocalan jî kir û got, “Jiyan û azadiya jiyan li gel azadiya Rêber Apo mîsoger dibe. Em jiyaneke bê Rêbertî qebûl nakin. Niha di şexsê Rêber Apo de hemû jin tên tecrîd kirin. Divê em bi dirûşam, ‘Tecrîdê hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ têbikoşin.”

Hemû kesayetên azadîxwaz hatine tecrîd kirin. Ji bo têkbirina tecrîdê, bi dirûşma, “Tecrîd dihilweşînin, li gel Rêber Apo bi azadî dijîn.”

Metirsî li ser jiyana Guven û berxwedêran heye

KJK diyar kir ku her roja paştir metirsî li ser çalakgeran çêdibe û wiha hate gotin, “Niha bi sedan kes di grevê dene û her roja paştir metirsî li ser jiyana wan çêdibe. Berxwedana berxwedêran li gel berxwedana Rêber Apo ya li zîndana Iımraliyê berdewam dike. Ji ber vê divê jin û tevahî gelê Kurd berxwedana xwe mezin bikin, ji ber berxwedan ji bo jiyaneke azad e. Erka me jinane ku em berxwedanê geş bikin. Divê em li dijî dagirkerî, faşîzm û tecrîdê bi rihê çalakgerên greva birçîbûnê têkoşînê bigihînin lûtkeyê. Eger em yekgirtîbin û bi bîr baweriya Sema Yûce, Rehşan Demirel û Zekiye Alkanan têbikoşin, emê têkoşîna 8’ê Adarê bi ya Newrozê re tacîdar bikin. Em bang li tevahiya jinan dikin ku têkoşîna gerdûnî ya li dijî zayendperstî û eqliyeta baviksalar û faşîzmê mezin bikin.”

‘Emê bi têkoşînê Rêberê xwe azad bikin”

Bi navê RJAK’ê Çinûr Pêncwênî jî axivî û berxwedana Ocalan ya li Iımraliyê û hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û got, “Rêber Apo civaka ku jinê kolekiriye ji nûve avakiriye û sererast kiriye. Ji ber vê niha berdêla vêya di girtîgehê de dide. Ji ber vê haya tecrîd hilneweşe emê têkoşîna xwe bidomînin û bi têkoşînê Rêberê xwe azad bikin.”

Çinûr Pêncwênî diyar kir ku jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dawî li tarîtiya DAIŞ’ê anîn û got, “Divê em jin bi awayeke yekgirtî li dijî her cûre şîdetê rawestin. Jinên Rojavayê Kurdistanê dawî li tarîtiya DAIŞ’ê anîn, em wan silav dikin. Pêwîste jinên Bakurê Kurdistanê jî bi heman awayî ji bo piştgiriya Leyla Guven 31’ê Adarê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.”

Di ahengê de peyama jinên Tevgera Azadî jî hate dayîn û 8’ê Adarê li tevahî jinan û Rêber Abdullah Ocalan hate pîroz kirin. Ji herkesê hate xwestin ku ji bo Azadiya Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Peyama çalakgera Greva birçîbûnê Fadîle Tok: Azadiya Rêberê me nêz e

Çalakgera Greva birçîbûnê Endama Meclîsa Îştarê Fadîle Tok ya 51 roje li Mexmûrê ji bo hilweşandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye, peyameke bi deng ji bo ahenga 8’ê Adarê ya Binarê Qendîlê re şand.

Tok berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û Herêm Mehmûd, hemû berxwedêrên li zîndanan û derveyî welat silav kir û 8’ê Adarê li Ocalan û tevahî jinan pîroz kir.

Tok diyar kir ku azadiya Ocalan nêze û got, “Serkeftina gelê Kurd û azadiya Rêber Apo nêz e. Em ê li Bakurê Kurdistanê dawî li faşîzma Erdogan û AKP’ê bînin ku dibêjin, ‘bila Kurd ji vir derkevin’. Divê gelê me di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bide xwe û îradeya xwe. Ev di heman demê de deng dayîna mîmarê azadiyê Rêber Apo ye. Yên dengê xwe nedin xwe wê şermezar bibin.”

Fadîle Tok ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê spasiya şervanên YPJ’ê jî kir û got, “Ew ji bo azadiya gelan û gelê Kurd canê xwe feda dikin. Em spasiya wan dikin û minnetdarê wanin.”

Axaftina Fadîle Tok bi çepik û dirûşman, bi dawî bû.

Piştî peyaman Koma Kevana Zêrîn a Mûzîkê, Koma Def ya Sehr El Werd, Hunermend Nermîn Reza û Koma Govendê ya Şehîd Destîna derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.

Ahenga 8’ê Adarê bi coşeke mezin berdewam dike.

 

1 Ji 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Akp li Şirnexê xwendekarên lîsê bi zorê dibin mîtînga Erdogan!

Nivîsa Pêş

Meclisa Leşkerî ya Babê bersiv da êrîşên çeteyên Tirkiyê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Meclisa Leşkerî ya Babê bersiv da êrîşên çeteyên Tirkiyê

Meclisa Leşkerî ya Babê bersiv da êrîşên çeteyên Tirkiyê

17 zarokên ku li Baxozê hatibûn rizgarkirin, gihiştin Şengalê

17 zarokên ku li Baxozê hatibûn rizgarkirin, gihiştin Şengalê

Manşet

  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.