Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê, nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/03/2018 - 17:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 2 gerîlayên 17-18’ê Adarê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di şer de şehîd bûn eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“Êvara 17’ê Adarê, artêşa TC a dagirker li qada Çiyayê Bizina yê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê dest b operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. 18’ê Adarê saet 08:20’î hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek kirin. Ji cihekî nêz ve derb li yekîneyên dijmin hatin xistin û 2 leşker hatin kuştin. Heman rojê saet 09:45’an di navbera hêzên me û yekîneyên dijmin de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de leşkerekî dijmin hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hevrêyên me Binevş û Berçem ên di vî şerî de li dijî dijmin bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Operasyon 18’ê Adarê qediya, 19’ê Adarê jî balafirên şer bombe li qada Çiyayê Bizina barandin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Binevş Ceng
Nav paşnav: Sakîne Akdag
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Meyasa-Osman
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Adara 2018 / Şirnex
Nasnav: Berçem Dêrik
Nav paşnav: Berçem Hecî
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Meryem-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Adara 2018 / Şirnex

Hevala me Binevş Ceng sala 1979’an li navçeya Kercews a Êlihê li nava malbateke Êzidî ya welatparêz ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe ve li nava têkoşîna azadiyê ya Kurd mezin bû. Hê di emrekî ciwan de cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Kekê wê û gelek xizmên wê tevlî nava refên gerîla bû. Hevala me Binevş jî da ser şopa wan. Ji ber ku nêzî têkoşînê bû, hê di emrekî pir ciwan de gelek caran ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin û zindan dît. Hevala me Binevş ku bi çavên xwe rastiya dijmin dît, sala 1997’an bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Gava wê ya destpêkê li qada Rêbertî bû. Piştre li hemû qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Botanê gerîlatî kir. Hevala me Binevş li hemû qadên lê mayî bi rengekî serketî wezîfeyên xwe bi cih anî û bi tecrûbeya xwe ya şervaniyê, bû fermandareke serketî ya gerîla. Hevala me Binevş ku ji Rêber Apo perwerde wergirt, her tim bû milîtaneke xurt a têkoşînê û hevrêyeke baş a Rêber Apo. Bû yek ji milîtanên herî çalak ên têkoşîna me ya li ser bingeha xeta azadiya jinê. Hevala me Binevş heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta azadiyê bi rengekî bê eman meşiya.

Hevala me Berçem Dêrik li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di nava kevneşopiya welatparêziyê ya gelê me yê Rojava de mezin bû û di emrekî ciwan de têkoşîn nas kir û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku xwe gihand qadên gerîla, her tim hewl da bibe gerîlayeke xwedî erk û bi bandor. Di demeke kin de bû şervaneke xurt. Xwedî li nasnameya jinê ya azad derket, di rêya şoreşê de kêliyekê jî ranewestiya û bi vê karaktera xwe bû gerîlayeke xurt. Derbasî qada Botanê bû ku li Kurdistanê weke dilê şer tê naskirin û li refên herî pêş şer kir. Hevala me Berçem heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya.

Ji ber şehadeta her du hevrêyên me, em sersaxiyê ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din dubare dikin ku em ê xewn û armancên şehîdên xwe ku azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê ye, em ê pêk bînin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Faşîzma dewleta Tirk Navenda Îdareyê û çapxaneya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî girtin

Nivîsa Pêş

Rêxistina Ciwanên swêdî “SSÛ” dagirkeriya Tirkiyayê ya li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Rêxistina Ciwanên swêdî “SSÛ”  dagirkeriya Tirkiyayê ya li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir

Rêxistina Ciwanên swêdî "SSÛ" dagirkeriya Tirkiyayê ya li ser Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir

Barzanî: sedemên Tirkiyê hene sînorê Başûr derbas dike û êrîşên Tirkiyê rewa ne

Barzanî: sedemên Tirkiyê hene sînorê Başûr derbas dike û êrîşên Tirkiyê rewa ne

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.