HATAY – Nûnerên partiyên sosyalîst ên ku li dijî êrîşên HTŞ li Deriyê Sînor ê Yayladagi kom bûn, gotin, “Em bi mîlyonan in, û em ê li dijî vê zîhniyeta hov a DAIŞê bi ser bikevin.”
Bi sedan kes, tevî hevserokên partî û rêxistinên sosyalîst ên ji Edene, Mersîn, Osmaniye û Hatayê, li ser banga Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Çukurovayê ji bo protestokirina komkujiyên li Sûriyeyê li Deriyê Sînor ê Yayladagi li Hatayê kom bûn. Girse bi otobusê gihîşt herêmê, li nêzî deriyê sînor daketin û bi qîrîna dirûşmeyan ber bi wir ve meşiyan.



