Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Nasnameyên 2 Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê Hatin Eşkerekirin

Edîtor: Nucan Serdoz
13/01/2026 - 10:52
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 8 mins read
A A
Nasnameyên 2 Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê Hatin Eşkerekirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê eşkere kirin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

’’Şerê ku 6’ê Çileyê dest pê kirî, ne tenê şerê çeteyên girêdayî HTŞ’ê bû, bi her awayî ev şer yekser ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve dihat kordînekirin û meşandin. Li beramberî du taxên berxwedêr ku di dîroka mirovahiyê de bûye rûmeta gel, hemû cûre teknîka pêşketî hat bikaranîn û di vî şerî de jin û zarok ji nav de gelê me û şervanên me gelek pêkanînên sûcên şer re rû bi rû man. Li dijî hezaran çeteyan, şervanên dibin fermandariya Ziyatan de mîna Denîz, Dilbirîn, Feraşîn, Hawar û Rojbînan bûn destanên ku qet neyên jibîrkirin. Di vî şerê hebûn û tunebûnê de şervanên berxwedêr Leyla Qasim û Gerîla Amara jî bi berxwedana xwe dibin yek ji van destanên lehengiyê.                     

Di her kêliya dîrokê de jin bi rola xwe ya pêşengtiyê rabûye. Hevrêya me Leyla Qasim û Gerîla Amara jî bi têkoşîna xwe xwedî li mîrateyên şehîdan derketine. Jinên Kurd îro bi sekna xwe ya jixwe bawer û wêrek nasnameya jinên têkoşer yên cîhanê girtine. Em di serî de ji mimarê jiyana azad Rêber Apo, malbatên hevrêyên xwe yên hêja û welatparêz, gelê xwe yê azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin û li beramberî van şehîdên tolhildêr bejna xwe ditewînin. 

Hevrêya me Leyla Qasim, di nava eşîra Oxî ya welatparêz de li Girê Spî jidayîk dibe. Weke bi hezaran ciwanên Rojava, şahidiyê ji avabûna Şoreşa Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê re dike. Malbata hêja ya hevrêya me Leyla Qasim, bi keda xwe ya di nava şoreşê de, xwedî pîvanên kevneşopiya qedîm a welatparêziyê derketiye. Ji bo vê jî, li hember her cûre êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dane û rûmeta xwe parastin e. Rêhevala me tevî malbata xwe ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker weke bi hezaran gelê me yê Girê Spî û Serêkaniyê koçberî Kobanê û Herema Cizîrê bûne. Hevrêya me fêm kiriye ku divê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê û divê bersiveke pêwîst bide dijmin. Rastiya dijminê dagirker ku gelek caran, me hemûyan şahidî jêre kiriye, li ser kesayeta hevala me bandoriyek mezin daye çêkirin, ev hêrsa li dijî dijmin, kesayeta hevala me de ziviriye zanebûna dijmin û nasîna rastiya gelê xwe yê xwedî çandekî berxwedêr e. Li ser vê bingehê li dijî hemû cûre înkara, li dijî rastiya jin û pêkhateyên heremê di sala 2023’an de biryar dide û tevlî nava refên têkoşînê dibe. Di sala 2023’an de perwerdeya xwe ya bingehîn bi serkeftî derbas dike û xwe di felsefeya Rêber Apo û xeta jina azad de kur dike û dibe xwedî sekneke milîtanî ku dizane çawa jiyan bike. Di şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de rêhevala me Leyla pir bi morelek mezin cihê xwe di eniya herî pêş de digre. Ji roja destpêkê ve di şer de însiyatîfa tîmekê hildigre ser milê xwe û bi taktîkên nûjen re gelek darbeyan li çeteyên dagirker dixe. Hevaleke sekvan e. Bi hostatî karanîna çeka xwe ya sekvanî re bû tirs û xofa dilê dijmin. Gelek çeteyan bi vî şêwazî dide sekinandin. Bi sekna xwe ya bibiryar dibe xwedî şerekereke bê hempa. Hemû erkên ku hildigirt ser milê xwe bi serkeftî encam dike. Seknekî xwe yê wisa jîr hebû ku tu astengî nas nedikir û li gel rêheval Leyla rûxmê hemû astengiyan tişteke ku nabe nînbû. Ew tenê bi nav ne Leyla Qasim bû, ew bi kesayeta xwe jî bû xwedî berxwedariya Leyla Qasiman. Rêhevala me di kêliya ku şer destpêkirî û heya kêliya dawiyê li beramberî dijminê xwînxwar bi hemû rê û rêbazên xwelikar li ber xwe da. Dijminê ku rêhevala me bi singe sing nekarî şehîd bêxe herî dawî dubare serê xwe li teknîka da. Rêhevala me li taxa şexmeqsud di 06’ê Çileya 2026’an di encama êrişa dronê de digihêje asta şehadetê.

Hevrêya me Gerîla Amara, ji warê berxwedanê Kobanê çavên xwe li jiyanê vedike. Di nava eşîra Asî de mezin dibe. Di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an li ser Kobanê de,ew jî weke bi hezaran gelê Kobanê koçî Bakurê Kurdistanê dibe. Piştî êrişên dagirkeriyê yên li ser Minbic û Bendava Şehîdan re ew di sala 2025’an biryara xwe ya di nava refên têkoşînê dide. Piştî perwerdeya xwe ya bingehîn, berê xwe dide keleha berxwedanê Helebê û demek, di kar û xebatên li vê qadê de cih digre. Kelecana wê ya jiyanê pir bi hêz bû. Di hemû jiyan û têkoşeriya xwe de ji sekna xweya berxwedêr tavîz nade û bi lehengiyek mezin dibe mînaka jiyana xwedî wate. Bi coş û moralek mezin dixwest hertiştî fêr bibe, da ku pêşengtiyeke rast bike. Bi heskirina xwe ya hevaltî dibû moralê hemû civatan. Gelek bi wêrek li ser hemû astengiyan de diçû û çareser dikir. Rêhevala me Gerîla çawa ku dijminê dagirker êriş dibe li ser herdû taxên me, bi tîmekê hevalan re wek fermandarekê tîmê dikeve tevgerê. Di nava şer de bi çekên ferdî bi taktîkên cûr be cûr li ser dijmin de diçe, carna bi dengê guleya xwe û carnan bi dengê tilîliyên xwe dibe tirs û xofa dijminê dagirker. Rûxmê ku hemû bangawaziyên dijmin rêhevala me Gerîla li dîroka mirovahiyê ya azadiyê xwedî derdikev. Ji bona xwe, şopdariya fedayîyên mîna Arîn Mîrkan û Avesta Xabûran esas digre. Ew dixwaze felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Cîhanê deng vedayî, di kesayeta xwe de şênber bike û li beramberî hemû cûre êrişên pergala desthilatdar, bibe bersiveke ku di dilê dijmin de biteqe. Rêhevala me jî weke hemû hevalê me yên ku pêşengiya şerê Helebê kirin ji xwere berxwedaniyê hildibêjire, rûxmê ku dikeve dorpêça dijminekê hov heya guleya xwe ya dawî şer dike û di dîroka 10’ê Çileya 2026’an de bombeya xwe ya dawî di xwe de diteqîne. Bi vî awayî bersiv dide qêrînên ku ji dengê zarokan di Helebê de bilind dibe û careke din dibe tevahî rûmeta jinên cîhanê.

Hevrêyên me Leyla Qasim û Gerîla Amara wek Ziyad, Denîz, Dilbirîn, Feraşîn, Hewar û Rojbînan bi rûhê xwe yê fedayî bûn pêşengên jiyana azad. Em soz didin rêhevalên xwe yên hêja û ewladên vî gelî yê herî binirx, tu caran em ê ji armancên xwe yên pêşeroja azad gav paşde neavêjin. Berxwedaniya van rêhevalên me wê hertim bibin çireya jiyan û têkoşîna me. Heya ku em negihêjin azadiya Rêberê xwe û gelê xwe em ê bêrawestan têbikoşin. Em dubare li beramberî van lehengan bejna xwe ditewînin, bi rêzdariyeke mezin hemû gelê xwe yê welatparêz û berxwedêr re sersaxiyê dixwazin.

 

Nasnav: Gerîla Amara

Nav û paşnav: Amara Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê dayik: Rohilat

Navê bav: Mehmûd

Cîh û dîroka şehadetê: 10. 01. 2026 Şêxmeqsûd / Heleb

 

Nasnav: Leyla Qasim

Nav û paşnav: Hacîre Abozer Oxî

Cihê Jidayikbûnê: Til Ebyad  

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Omer

Cîh û dîroka şehdetê. 06. 01. 2026 – Şêxmeqsûd / Heleb’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK’ê Ji Bo Helebê û Pêvajoyê Daxuyanî Da

Nivîsa Pêş

Serdegirtinên Malan Li Mêrdînê: Gelek Kes Hatin Binçavkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çeteyên Hov Êrişî Nexweşxaneyê Kirin

Serdegirtinên Malan Li Mêrdînê: Gelek Kes Hatin Binçavkirin

Dayikên Aştiyê Li Pêşiya Wezareta Karên Derve Ne Ji Bo Heleb

Dayikên Aştiyê Li Pêşiya Wezareta Karên Derve Ne Ji Bo Heleb

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.