NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî li welatê Bangladeş ciwanekî bi navê Sharif Osman Hadi hatiye qetil kirin, gelek kes rabûn ser piya.
Sharif yek ji pêşengên yê tevgerê ciwanan ê ku di Tirmehê 2024’an de li Banlgadeşê serî hildan. Di encamê vî têkoşine de partiya “Tora Awami” piştî pazde salan ji desthilatdarî hat xistin û serokwezirê wî Sheikh Hasina neçar ma ji welatê bireve Hindîstanê. Li şunda wê siyasetvanê Muhammad Yunus hikûmetekî veguhez ava kir û amadekariya hilbijartinan dest pêkir. Hilbijartin jî li Sibatê sale 2026’an pêk werin.
Sharif di dema serhildanê de wekî pêşengekî ya ciwanan hat nas kirin û di nav refên pêş a xwepêşandan de cih girt. Piştî ku hikumenet hat têk birin, Sharif tevî komê xwe ya “Inquilab Mancha” têkoşina xwe didomand û herî dawî berendamtiya xwe ya ji bo hilbijartinan ragihand. Rojek şunda di 12ê Kanûnê de di nav kolanê de hat gulebaran kirin û di rojê 18 Kanûnê de ji ber birinên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.
Ji wê demê û şunda ve gelek kes dest bi xwepêşandan kir. Dixwazin kujerên Sharifê bên dîtin û ceza kirin. Lê belê nasnameya wan hîn zelal nabû. Aliyên cuda hem serokê demkî Yunus hem jî hêzên ên Islamîst tawanbar dikin. Di hilbijartinan de tê payîn yan partiya netewperest yan jî ya Îslamîst dê bi ser bikeve. Lê hîn jî têkoşina ciwanan a ji bo edaletê nasekine û çalakiyan wan didomin.


