HESEKÊ – Îro, li bajarê Hesekê komxebatek bi navê “Sosyalîzm û Azadî” ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate lidarxistin. Endamên ciwanên şoreşger ji bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Suriyê beşdarî komxebatê bûn. komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşger dest pê kir.
Axaftina vekirinê ji aliyê Şevger Mehmud, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate kirin. Şevger Mehmud tekez kir ku sosyalîzm ne tenê pergalek aborî ye, lê di heman demê de îdeolojiyek ji bo rizgariya mirovahiyê û têkoşîna ji bo civakek bê îstîsmar e. Wî her wiha diyar kir ku têkoşîna azadiyê helwestek li dijî newekheviyên civakî, zilm û zordariyê ye.
Di beşa duyemîn a komxebatê de, Kiwan Kenan, endamê Meclîsa Ciwanan, ji perspektîfa Rêber Apo li ser sosyalîzm û azadiyê xwend.
Di komxebatê de pêşkêşkirinek sînevîzyonek li ser sosyalîzm û azadiyê jî hebû. Ev pêşkêşkirin nihêrînek kûr li ser prensîbên bingehîn ên sosyalîzmê û pêşveçûna dîrokî ya têkoşîna azadiyê pêşkêş kir.
Di beşa dawî ya komxebatê de, beşdaran pêşniyar û nirxandinên li ser sosyalîzm û azadiyê pêşkêş kirin. Ciwanan ramanên xwe yên şoreşger parve kirin, û girîngiya avakirina civatek wekhev, azad û demokratîk tekez kirin.
Komxebat bi xwendina danezana dawî û dû re jî bi dirûşmeyên”Bijî Serok Apo” ”Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû. Beşdaran diyar kirin ku têkoşîna wan dê berdewam bike û ew ê têkoşîna azadiyê li her warî berfireh bikin.
ENCAMNAMÊ;
Encamname bi vî rengî bû:
“Piştî lidarxistina komxebata ”sosyalizm û azadî” di bin dûruşmeya ”Azadiya fîzîkî a Reber Apo xeta me ya sor e” bi amedebûyîna ciwanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê rola ciwanan di pêkanîna xeta sosyalîzmê de hat nirxandin.
Wek Rêber Apo dibêje ”Di sosyalizmê de israr, di mirovbûyînê de israr e”. Ew nîşan dide ku em heya niha çanda sosyalîzmê di xwe de û di civakê de pêk neynin, nikarin qala azadiya rast û civakê wekhev bikin.
Li ser van esasan encamnamê niqaşê û erkê ciwanan li hember pêvajoyê wiha ye;
1- Wek ciwan pêşengtiya ji sosyalîzm û azadiyê di civakê de re kirin.
2- Ji bo avakirina sosyalîzmê avakirina komînê esas girtin.
3- Di sosyalîzmê û xeta azadiyê de çanda rewşenbîrî esas girtin.
4- Giştî xebatê heyî di bin fikra rast a sosyalîzm were rêxistin kirin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Tevgera Ciwanên Şoreşger
Bijî Sosyalîzm
Bijî Civakê Wekhev
Bijî Serok Apo”

