Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

“Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

Edîtor: Çekdar Amed
13/12/2025 - 17:27
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 7 mins read
A A
“Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Şehîd Hemze Tolhildan (Dawût Hec Elî) li Heseke di sala 1999’an, ji bo bersivdayîna dîlgirtina Rêber Apo, tevlî tevgera azadiyê bû. Piştî demekî ku xebatê rêxistinkirina ciwanan da meşandin, derbasî çiyayên Kurdistanê û beşdarî şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bû. Piştî 8 sal û piştî ku li Botanê di çavekî xwe de birîndar bû, bi destpêkê bihara gelan derbasî Rojavayê Kurdistanê û carekî din ji tevgera ciwanan re pêşengtiyê dike. Şehîd Hemze ku derê diçe bê westandin kar dike û dilê gel qezanc dike. Herî dawî kedekî mezin ji bo avakirina pergala xweseriya demokratîk û biratiya gelan li Dêrazorê dike û li wir di 19’ê Berfanbarê 1999’an de tê hedef girtin û şehîd dibe.

Malbata wî ya welatparêz, di serî de, dayika Şehîd Hemze, bi mîrasê tekoşînê yê kûrê xwe serbilind in û bi vî rengî qala jiyan û tekoşîna wî kir:

JI BIÇÛKTIYA XWE BI AQIL BÛ

“Ez dayika şehîd Hemze me, ji bajarê Hesekê me. Şehîd Hemze ji biçûkbûna xwe ve ne wek hemû zarokan bû. Danustandinê wî, heya lîstandina wî bi zarokan re her cûda bû. Her tim bi aqil nêzî zarokan dibû, tim bi hezkirin nêzî wan dibû, bi vî awayî mezin bû. Em pê re newestiyan, tu pirsgirêk dernedixist, heta pir jî ji malê hezdikir, pir ji zarokan hezdikir, ji xwîşkê xwe, ji birayê xwe, ji me. Dema gihand merhele ku karekî bike, merheleya medresê xwe, tim jêhatî bu, serkeftî bû, ji medrese xwe, hezdikir guhê wî lı ser birayê wî yê jê biçûktir bû. Di medresê de li birayê xwe mûkate bû. Dema dihat malê jî, hinek tên malê çenteya xwe davêjin aliyekî, qerebalaxî dikin, ew ne wisa bû. Dihat, diçû odeya xwe, çenteyê xwe li aliyekî datanî, eger firavîn hezir dibû alîkarî dikir. Hîn dema biçûk bû, mala me ji rêxistinê re vekirî bû.

RÊVEBERIYA KOMA ZAROKAN DIKIR

Diçû civînan, perwerde, dersên kurdî dibir. Heta wê demê her tim di rêveberiya grûpê hevalên xwe de bû. Her tim ew pêşengtî dikir, ew rêveberiya wan bû. Her pirs dikir eger tiştek lazim e, ew me pir rehat dikir. Me tiştek xwestiba, serhişkî li me nedikir, digot “erê yadê, ezê bikim”. Eadetek wî hebû jî, eger yekî hebaya jê tiştek lazim ba û jê bixwesta, divê bianiya. Zû ba, dereng ba, divê ew kar bimeşanda û derbas kiriba. Carinan tiştan hebûn, ji min re lazim dibû, min digot, dihat, diexirî. Min digot, Hemze tu exirî, Dawût, navê xwe yê malê Dawût bû. Digot ez çûm nizanim ku derê min flan kar kirî û min flan kar kirî, ji ber wê dereng dima. Xwendina xwe gihand asta dehan. Di refa dehan de di nav malbat de bû, em nêzîkî hev bûn. Malbat, ciranan, dost, her kes jê hez dikir. Exlaqekî wî yê cuda hebû, xweş bû. Her kesî gelekî jê hez dikir.

DEMA SEROK HAT GIRTIN, SOZA XWE DA

Dema Serokatî hat girtin, derket, soza xwe da, serferber bû. Hemze jî di nav ciwanan de bû, xwestekê wî pir bû ku derketa, lê em ser xwendinê wî disekinîn û ew jî ji xwendinê hez dikir, wilo hinek mabû. Dema Serok hat girtin, berî soza xwe bide, ew grûpa xwe kom kiribû. Di roja Serok hat girtin de, jiyan sekinî, kes neçû medrese, dewam û kar, ew jî neçû. Di wê demê de nema çû, biriyar da ku nema biçe, got “ezê soza xwe bidim”, ew û hevalên xwe. Di roja sêya de em lêgeriyan, diçû û dihat mal, bes mala me jî tim tije bû, derfet çênedibû. Me got 3 roj derbas bûn, niha her kes diçe ser karê xwe. Got, “ez naçim, ezê soza xwe bidim”. Min wî hembêz kir, min got “Hemze tu biçûk î, bila bekeloriya ji destê te nere, 3 salên din bixwîne”. Pir heval ji çiya dihatin cem me, me jî dizanîbû çiya çiqasî zehmet e, rewşa xweza, rewşa dijmin. Min got “tu biçûk î, hêza te terê nake”, got “na yadê, ez dikarim û ez soz didim ku ez nema diçim dibistan”. “Sibeh wê civînekî çêbibe ji milet re, emê grûpekî pêşiya milet soza xwe bidin”. Min got, “Lawê min tu dizanî” û wisa derbas bû, neçû dibistan heya ku soza xwe da. Bi vî şiklî tevlîbûna xwe ji rêxistinê re çêbû.

CIWANAN PIR JÊ HEZ DIKIRIN

Di nav ciwanan de jî pir jêhatî bû, ciwanan pir jê hez dikirin. Hezkirî bû, uslupekî xweş ê wî hebû. Hezkirina wî ji însanan re hebû. Mezin ba, biçûk ba, pir jê hezdikirin. Hezkirina wî ji wan re pir hebû. Di nav ciwanan de jî pir kar kir, du salan kar kir, salekê li Hesekê û li gundên dora Hesekê kar kir, salekî jî li Qamişlo kar kir. Ji wir derbasî çiya bû. Şehîd Hemze wiha tevlî bû, malbat jî dema ku fikirê Rêber Apo hat Rojava hat gel me. Me jî mal vekir, me fikir qebûl kir û me kar kir. Welatparêzî bû û exlaqî bû. tiştên ku Serokatî digot em jî pê re xwedî derketin. Em bi vê şikılî bi Rêbertî dimeşiyan, şehîd Hemze bi vê rengî pê re meşiya. Li çiya jî karê xwe kir, derdora 8 salan ma. Li şerekê li aliyê Botanê birîndar bû, çavekî xwe jî çû. Ji bo birîndarkirina wî rêxistin wê daxist tedawiyê. Tedawiyê xwe kir û karê xwe jî kir. Hîn bêhtir xurtir bû, tecrûbeyê xwe bêhtir girtibû, bêhtir li ser xwe sekinî, girêdana xwe bi rêxistinê re, bi milet re.”

Bavê şehîd Hemze jî qala jiyan û tekoşîna wî kir:

HER TIŞTÊN XWE BI XWE DIKIR

“Ez bavê şehîd Hemze me, şehîd Hemze gelek ji karê xwe û ji rêxistinê hez dikir. Digot heya ku ez bikaribim, ezê karê xwe biserbixim. Kêfa wî ji milet dihat, kêfa milet jê re dihat. Pir xwe diwestand, pêşketin çêdikir. Gelek tişt lazim e mirov ne li benda partî be, mirov ji ber xwe ve rê veke. Serkeftî bû, milet jê hez dikir, hevalên xwe jê hez dikirin. Însanekî ku ji zarokatiya xwe de em pê re newestiyan, her tiştên xwe bi xwe dikir. Nedigot “zarokan li min xistin”, qet. Ev tişt cem wî tunebû. Di nav ciwanan de, û di karê xwe yê giştî de serkeftî bû. Xebatê ciwanan gelekî li Helebê kir, li Libnanê, li Amûdê. Şehîd hemze însanekî wisa ku westandin tê de ne xuya bû. Kar pêşiya wî hebûba, ranediket, divê ew kar bikira. Vê dawiyê digot “24 saet ji min re hindik in, gerek hîn bêhtir bin”.

RAKETINA WÎ TUNEBÛ

Em li Girkê Legê bûn, em hatin, ew jî li ser Heseke bû. Em hatin Heseke, dostekî me hebû, çûn li cem çarxereya Kanîse. Me dît şofêrê wî li wir sekinî ye. Me got “Xêr e, çima li vir sekinî yî?” Me nêrî, me dît di sayare de raketî ye. Şofer got “wellah, raketina wî, raketina di sayare de ye. Yan em di rêyekî de herin, yan em di cihekî de disekînin… wekî din raketina wî tune ye. Çenteya wî tijî pirtûkan bû, gelek ji xwendinê hez dikir, partî baş fêm kiribû, Serokatî fêm kiribû, gelekî dixwend. Digot ezê rojekî pirtûkan çêbikim. Însanekî ku ku derê diçû, serkeftinê biserdixist, milet germ dikir.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

Nivîsa Pêş

Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.